3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê xwe bêrî dike, DYA’yê amadekariya bersivdayînê dike

Di demekê de ku nîqaşên der barê bersiva Amerîkayê ya ji bo kuştina 3 leşkerên wê ji alî çekdarên alîgirên Îranê ve, Îranê nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û berpisiyariya xwe ya ji êrîşan red kir

Ajansa Îranê IRNA’yê li ser zimanê nûnerê dayimî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îranî di nameyekê de ji serokê Konseya Ewlekariyê re ragihandiye ku welatê wî berpirsê kiryarên ti kes û komên çekdar ên li herêmê nîne.

Emîr Seîd Îranî nameyekê hevtayê xwe yê Fransî re şandiye, ku welatê wî serokatiya demkî ya Encumena Ewlekariyê dike. Di nameyê de Emîr Seîd Îranî îdiayên beşdarbûna Îranê di êrîşên li dijî kes û dezgehên Amerîkî li Iraq û Sûriyê de red dike û wan idîayan wekî “gotinên nerewa û bêbingeh” binav dike.

Seîd Îranî di berdewamya nameya xwe de wiha dinvîse: “Îran bi awayekî kategorîk van îdiayên bêbingeh red dike. Wek ku me berê jî di peyamên xwe de piştrast kir”

Wî her wiha got: “Ti Komek girêdayî hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, çi li Iraq, çi li Sûriyê û çi li devereke din, ku di bin kontrola rasterast û nerasterast a Komara Îslamî ya Îranê de be tune ne. Komara Îslamî ya Îranê li hember kiryarên ti kes û girûpên navçeyê ne berpirs e.”

Piştî êrîşa ku tê de 3 leşkerên amerîkî li baregeha li ser sînorê Sûriye û Urdunê  hatin kuştin, zextên li ser rêveberiya Amerîka zêde dibin ku bersiva vê êrîşê bi tundî bide. Berdevkê Encûmena Asayîşa Netewî ya Qesra Spî John Kirby jî dûbare kiribû ku Washingtonê “şer bi Îranê re naxwaze.”

Kirby roja duşemê di daxuyaniyeke rojnamevanî de, gotibû ku pêdivî bi bersivdayîna vê êrîşê heye û dê bê bersiv nemîne.” Her wiha got, teqez e ku Washington dê bersivê bide, lê demek diyar nîne û diyar kir ku Pentagon zanyariyên zêdetir der barê êrîşa T-22 kom dike.

Vebijêrkên Amerîkayê

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî êrîşa ku di encamê de 3 leşkerên amaerîkî hatin kuştin û gelek birîndar bûn, ferman dabû şêwirmendên xwe ku vebijarkên ji bo bersivdayîna vê êrîşê pêşkêş bikin.

Li gorî agahiyên rojnameya Politico dibe ku bersivdayîna Amerîkatê di nnava van çend rojan de li dijî hin hedefên Îranê ên li Sûriye û Iraqê an jî li dijî keştiyên Îranê yên deryayî li Kendavê pêk bên.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê dê bersiva Amerîkayê piştî erêkirina Biden di nava 24 seatan de pêk were.