22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qeyûmên AKP 5 neguhêzbarên din dan ber firotinê

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê 2 parsel, qeyûmê Şaredariya Erxeniyê jî 3 ersayên şaredariyê bi tevahî bi bihayê 155 milyon TL’an dan ber firotinê

Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê demekî kin ma û qeyûmên li şaredariyan hatine tayînkirin jî neguhêzbarên aydê şaredariyê didin ber firotinê. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li navçeya Sûrê 2 parsel, qeyûmê Şaredariya Erxeniyê jî 3 ersayên şaredariyê da ber firotinê.

Yek ji neguhêzbarên ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daye ber firotinê neguhêzbara ticarî û ya din jî weke avahî xuya dike. Îhaleya ku dê bi rêbaza teklîfa girtî were lidarxistin îro dê bê kirin. Ji bo adaya 416 a li ser parsela hejmar 1 a li taxa çoltar a Çarugî ya Sûrê ku ji 3 hezar û 141,20 metrekareyan pêk tê, 18 milyon û 847 hezar û 200 TL bedel hat diyarkirin. Ev qad, qada ticarî ye.

Li heman navçeyê ji bo parsela hejmar 1 û qada bi 17 hezar û 299,46 metrekareyan a li ser adaya hejmar 417 jî 103 milyon û 796 hezar TL bedel hate diyarkirin ku qada avahiyan e.

Li Erxeneyê 3 ersa dan ber firotinê

Qeyûmê Şaredariya Erxeniyê jî li Taxa Komurtaşê 3 ersayên cuda bi bihayê nêzî 32 milyon TL’an da ber firotinê. Qada ji 3 hezar û 146,58 metrekareyan pêk tê ya li ser parsela hejmar 137 a li adaya hejmar 33’yan bi 11 milyon TL’an; qada ji 7 hezar û 210,19 metrekareyan pêk tê ya li ser parsela hejmar 137 a adaya hejmar 37’an bi 10 milyon û 815 hezar û 285 TL’an; qada ji 3 hezar û 291,89 metrekareyan pêk tê ya li ser parsela hejmar 137 a adaya hejmar 40’an jî bi 9 milyon û 875 hezar û 670 TL’an da ber firotinê. Îhaleyên behsa xeberê dê di 6’ê sibatê de bi usûlê teklîfa girtî bên kirin.