3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraq: Bila Tirkiye leşkerên xwe ji welatê me vekişîne

Iraqê di civîna Konseya Ewlekariyê de daxwaz kir ku leşkerên tirk ji axa welatê wan derkevin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên bang li welatên Konseya Ewlekariyê kir ku bi berpirsiyariyên xwe rabin û wiha got: “ji bo parastina aştî û ewlekariya navneteweyî divê tiştê ku dikeve ser milê Konseyê bike, divê Konseya Ewlekariyê biryareke lezgîn bide ku Tirkiye mecbûr bike leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne.”

Fûad Hisên wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Tirkiye ji bo destwerdana Iraqê  ji xwe re gelek behaneyên bêbingeh çêdike lê di esasê xwe de ew pirsgirêkeke wê ya navxweyî û hundirîn.”

Der barê hebûna leşkerên tirk ên li ser axa Iraqê jî Hisên wiha got: “Zêdeyî 4 hezar leşkerên tirk û 100 xalên leşkerî yên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê hatine bicih kirin û bargeha Başîqa ya leşkerên tirk 100 K.m dûrî sînore. Tirkiye dibêje ku ew ji şerê li dijî PKK’ê li vir e û ew yek ne tiştekî qanûnî ye ji ber Tirkiye bêyî destûra hikûmeta Iraqê divê nikaribe sînorê Iraqê derbas bike.”

Hêjayî gotinê ye ku li ser daxwaza Iraqê Konseya Ewlekariyê civînek der barê komkujiya li Zaxoyê pêk hatibû li dar xist. Di encama topebarana artêşa tirk a li dijî seurangeheke Zaxoyê de piraniya wan zarok 9 kes hatibûn kuştin û 23 kes birîndar bûbûn.