6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkçûna Konsepta Srî Lankayê ya li Tirkiyeyê

Ji meha adarê ve ji ber krîza aborî li Srî Lankayê protesto û çalakiyên gel bênavber didomin. Di 9’ê gulanê de ji ber çalakiyên gel serokwezîr Mahînda Rajapaksa nema xwe girt û ji peywîra xwe îstîfa kir. Di nava van 4 mehan de ji ber van çalakiyan li welat qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û dewleta Srî Lankayê li dijî çalakvanan talîmata gule berdanê da polîs û leşkerên xwe. Di van çalakiyan de yek ji wan parlementer bi giştî 8 kes bi guleyên hêzên dewletê jiyana xwe ji dest dan.

Ev çalakî û protesto helbet bingeha xwe ji dîroka Srî Lankayê digirin. Ji 1948’an ve li welat pirsgirêka gelê elamî di rojevê de ye. Di sala 1976’an de gelê elamî ji bo serxwebûn û azadiya xwe bi dest bixe, li bakurê Srî Lankayê bi navê Pilingên Tamîl (TEKK) li dijî hikûmeta Srî Lankayê dest bi têkoşîna azadiyê kiribûn. Gelên elamî ji ber ku her tim bi kuştin û qetlîaman re rû bi rû diman, dest bi têkoşînê kiribûn. Di qada leşkerî, siyasî, civakî, îdarî, çapemenî, dîplomasî û di xebatên jinan de rêxistiniyek xurt dabûn avakirin. Ev têkoşîn 40 salan berdewam kir û di 2009’an de desthilata Mahînda Rajapakse li dijî têkoşîna Pilingên Tamîl dest bi komkujiyeke mezin kir û ev rêxistin tasfiye kir. Di encama vê komkujiyê de 50 hezar welatiyên elamî hatin qetilkirin û bi milyonan welatî jî hatin koçberkirin.

Sê agirbestên xapandinê!

Di nava van 40 salan de tişta ku bi serê gelê elamî hatin hed û hesabê wan nîne. Gundên wan hatin şewitandin, bi qetlîamên kiryarên wan nediyar hatin kuştin, di binçavan de hatin windakirin, hatin koçberkirin, li ser jin û zilaman zexta zayendî hat kirin û bi vî awayî dewleta Srî Lankayê û desthilata Rajapaksayan hemû nirxên mirovahî, civakî û hiqûqî binpê kirin û bi vî awayî gerîlayên Tamîlan hatin tasfiyekirin. Bi dizî û bêrêtiyên kirine gel ber bi birçîbûnê ve anîn û ev jî rê li qeyranên aborî vekir. Çalakî û protestoyên ku îro diqewimin jî bingeha xwe ji vê dîrokê digirin. Lewre dewleta ku bi hişmendiya dîktatoriyê bê birêvebirin ewqas zilm û zextê dema ku li gel bike dawiya dawî dê têk biçe.  Di nava 40 salan de dewleta Srî Lankayê gelek caran xwestiye ku bi gerîlayên Tamîlan re agirbestê pêk bîne û dest bi muzakereyan bike. Di 1980’an de cara yekemîn agirbest pêk anîn lê encam ji vê agirbestê derneket. Agirbesta duyemîn bi çavdêriya dewleta Norveçê pêk hat lê salek şûnde careke din şer destpê kir. Demek şûnde bi hevdîtinên li Cenevreyê agirbest pêk hat lê agirbesta sêyemîn jî bê encam ma. Bi vî rengî heta sala 2009’an dewleta Srî Lankayê bi gotinên muzakere û hevdîtinan rêxistina Pilingên Tamîlan mijûl kir ango xapand. Ev xapandin û mijûlkirin ji bo amadekariyên tasfiyekirina rêxistinê pêk bîne, dikir. Di 2009’an de serokê Pilingên Tamîlan Velûpîllaî Prabhakaran piştî ku hat kuştin, rêxistinê çekên xwe danîn û tasfiye bû.

Parametre mîna hev in

Çîroka ku li Srî Lankayê diqewime li me biyanî naye. Di nava van 50 salan de parametreyên bi serê gelê elamî de hatine, heman parametreyan dewleta tirk jî bi serê gelê kurd de anîne. Ji damezrandina komara Tirkiyeyê ve gelê kurd bi kuştin, qetlîam, koçberkirin, binçavkirin, girtin û bi îşkenceyên giran re tê derbaskirin. Kiryarên şerê taybet di asta herî jor de li ser kurdan hatin ferzkirin. Gundên wan hatin şewitandin, bi qetlîamên ‘kiryarên nediyar’ hatin kuştin, bi hişmendiya tirk-îslam hatin bişavtin û bi gelek kiryarên cur bi cur kurdan di qetlîaman re derbas kirin. Ji 1993’yan û heta 2015’an Tevgera Azadiya Kurd bi dehan caran agirbest îlan kir û lê bersiva vê bi şer û planên cuda hatin dayîn. Dewleta tirk ji dîroka xwe ya xapînok fêr bûbû ku bi dek û dolaban nêzîkî pêvajoyên muzakereyan bibe. Nemaze jî ji 2015’an ve ji bo ku Tevgera Azadiya Kurd û tevgerên siyasî yên kurdan bên tasfiyekirin modela Srî Lankayê dabû pêşiya xwe. Kiryarên ku li gelê elamî hatin kirin, bi heman awayî li kurdan jî hatin kirin. Bi vê modelê û heta niha bi şerê ku didomînin dixwazin hemû destkeftiyên kurdan binpê bikin û kurdan di komkujiya çandî re derbas bikin.

Neçar man îstifa bikin

Rewşa Srî Lankayê û ya Kurdistanê helbet ne heman rewş in. Lewre gelê Srî Lankayê ji ber ku li dijî operasyonên li ser Pilingên Tamîlan derneket îro bi krîza aborî, siyasî, îdarî û civakî re rû bi rû ne. Desthilata Rajapaksayan jî ji vê yekê hêz digirt û şer dijwartir dikir. Di nava 20 salên desthilata xwe de hemû derfetên aborî tenê ji bo şer bi kar anîn. Di dîroka welat de krîza herî dijwar a xurek, benzîn, derman û pêdîviyên din li welat heye. Ji ber bilindbûna buhayan enflasyon teqiya û borsaya bazirganiyê hilweşiya. Di meha adarê de krîza elektîkê jî lê van krîzan zêde bû. Li dijî van krîzan gelên Srî Lankayê nema îdare bikin û li her derê welat dest bi çalakiyan kirin. Di 9’ê gulanê de serokwezîr Mahînda Rajapaksa îstîfa kir û ji welat revî. Herî dawî di 10’ê tîrmehê de çalakiyên gel derketin asta herî jor û xwepêşanderan qesra serokomariyê bi dest xistin. Ji ber van çalakiyan serokomar Gotabaya Rajapaksa jî neçar ma ku îstîfa bike û ew jî ji welat bireve.

Serkeftina xeta 3’yemîn

Tişta ku Kurdistan û Srî Lankayê ango Tevgera Azadiya Kurd û Pilingên Tamîlan ji hev cuda dike têkoşîna gel e. Gelê kurd 50 sal in li dijî dewleta tirk li ber xwe dide û xwedî li Tevgera Azadiya Kurd û tevgerên siyasî yên kurdan derdikeve. Di 2010’an de dewleta tirk bi Cemaeta Fethullah Gulen re konsepta Srî Lankayê li dijî kurdan xist dewrê û xwest kurdan di komkujiyê re derbas bike, lê encama ku îro derketiye li holê ye. Bi vê modela tasfiyekirinê di 2015’an de li Cizîr, Gever, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Kerboran, Silopiya, Farqîn û gelek bajarên din ên Kurdistanê qetlîam pêk anîn. Lê bi van operasyonan jî bi serneketin. Lewre modela ku dewleta tirk ji xwe re kir mînak, li berxwedana gelê kurd aliqî.

Bi polîtîkayên nîjadperestî û dîktatoriyê heta niha li tu deverê cihanê serkeftin pêk nehatine. Mînakên dîrokî yên bi vî rengî pir in. Tişta ku bi serê Hîtler, Franco, Mûssolînî, Pînochet û îro bi serê Rajapaksayan de hatin jî vê dide nîşandan. Li Tirkiyeyê jî rewş heman rewş e. Bi konsepta Srî Lankayê yan jî bi pergala dîktatoriyê ne gengaz e ku li dijî Tevgera Azadiya Kurd û tevgerên siyasî yên kurdan serkeftin pêk were. Lewre li dijî vê pergalê xeta 3’yemîn a modela neteweya demokratîk bi pêş dixe heye. Modela Srî Lankayê bi berxwedana modela Şoreşa Rojava têk çû. Fikra nîjadperestî û faşîzmê jî bi berxwedana xeta 3’yemîn têk diçe.