8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Li 5 parêzgehên Iraqê 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin û li Babê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de jî îngilistanê serçeteyekî DAIŞ’ê kir hedef.

Ji ber hewldanên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan, li Iraqê û Sûriyeyê DAIŞ liv û tevgera xwe zêde kiriye û hewld dide dest bi êrîşên mezin bike. Ji bo pêşîgirtina vê yekê hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê tevgera leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye zêdekirin. Di vê çarçoveyê de li dijî DAIŞ’ê operasyonên serfkeftî pêk hatin.

Gerînendetiya Îstîxbarata Leşkerî ya Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li 5 parêzgehên Iraqê li dijî DAIŞ’ê operasyon hatine lidarxistin û di operasyonan de 8 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Wezareta Parastinê ya Îngilistanê jî bi daxuyaniyekêr ragihand ku di 20’ê kanûnê de li Babê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye serçeteyekî DAIŞ’ê bi êrîşeke hewyaî kiriye hedef. Artêşa Îngilistanê, êrîşên xwe yên hewayî yên li Sûriyeyê ji baregeha xwe ya li Qibrisê pêk tîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) roja sêşemê (20`ê Kanûnê) ragihandibû ku balafireke bêmirov ku ihtîmal heye ya Koalîsyona Navneteweyî ye li kolana Xilo ya bajarê Babê yê bakur rojahilatê Helebê li avahiyekê xistiye û di encamê de kesê di wê avahiyê de ku serçeteyekî DAIŞ`ê ye hatiye hedefgirtin.SOHR`ê da zanîn ku kesê birîndar li nexweşxaneyeke Babê tê dermankirin lê çarenûsa wî nehat zanîn gelo hatiye kuştin lê sax e.

Li aliyê din gelek çavkaniyan gotin ku ew rakirina Tirkiyeyê.

Çavkaniyên ji bajarê Babê diyar kirin ku kesê hedef hatiye girtin bi navê Besa Ehmed El Sûdanî ye, ji Yemenê ye û bi navê Ebû Yasir tê naskirin. Çavkaniyan gotin ku kesê hedef hatiye girtin endamekî DAIŞʹê ye, beriya dorpêçkirina Baxozê di destpêka 2019`an de berpirsê êrişên teqemeniyê li Sûriyeyê û Iraqê bûye, piştî çûye Reqayê û ji wir derbasî Babê bûye.