11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Emîne Kara endama konseya me ya

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi daxuyaniyekê ragihand ku Emîne Kara endama konseya wan e û ji ber şerê wê yê li dijî DAIŞ’ê hedefa sereke ya komkujiyê Emîne Kara ye.

Li paytexta Fransa Parîsê, di 23’ê kanûnê de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û dikanên kurd êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnên li dijî komkujiyê berdewam dikin.

KCK, ragihand ku Emîne Kara ya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye endama wan a konseya rêveber e û ev agahî dan: “Di sala 1988’an de tev li PKK’ê bû. Feydeyên heval Evîn ên mezin ji bo pêşketina Şoreşa Rojava çêbûn. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girt û di têkbirina DAIŞ’ê de roleke sereke leyîst. Bi vê ne tenê xizmeta gelê kurd xizmeta tevahiya mirovahiyê kir.”

Bangan li Hikûmetê û çalakgeran

KCK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Kara di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bûye û ji bo tedawiyê çûye Ewropa û ev tişt gotin: “Aşkera ye ku di vê êrîşê de heval Evîn hedef hatiye girtin. Ji ber ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cih girtiye û di têkbirina DAIŞ’ê de roleke sereke leyîstiye ji aliyê AKP-MHP û MÎT’ê ve hedef hatiye girtin û hatiye şehîdkirin.”

Di daxuyaniya xwe de KCK’ê bang li dewlet û hikûmeta Fransayê kir ku komkujiyê ronî bike û ji bo çalakiyên şermezarkirinê jî ev bang kir: “Divê ku tundî tev li çalakiyan neyê kirin û bingeh ji provokasyonan re neyê amadekirin. Ji vê dûr bê sekinandin. Di vê gel û dostên me bertekên xwe bi rêyên demokratîk bînin ziman.”