28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd xwest komkujiya Parîsê bê ronîkirin

Ji bo komkujiya Parîsê PENa Kurd daxuyaniyek da û komkujiyê şermezar kir û xwest ku komkujî bê ronîkirin.

Bertek û daxuyaniyên sazî û rêxistinên kurdan ên ji bo komkojiya Parîsê ku di 23’ê kanûnê de pêk hat û 3 aktîvîstên kurd têde jiyana xwe ji dest dan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd jî ji bo komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. PENa Kurd komkujiyê şermezar kir û qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û ji Fransayê xwest ku komkujiyê ronî bike.

Daxuyaniya PENa Kurd bi tevahî wiha ye:

“Me bi xemgînî bihîst ku di 23.12.2022’yan de, li Parîsa Fransayê, li dijî Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de 3 Kurdan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Wek Navenda PENa Kurd, em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbat û hezkiriyên cangoriyan re, em ji tevahiya gelê Kurd re sebrê û sersaxiyê; ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.

Komkujî bi hişmendiya dijminane pêk hatiye

Ligel ku piştî vê êrîşa hovane bi demeke kin gelê kurd ê li çar aliyê cîhanê bertekeke xurt nîşan da û berpirsên esasî yên vê bûyerê bi yekdengî destnîşan kirin jî, rayedarên Fransayê bi israr dixwazin vê yekê wek bûyereke adlî ya takekesî destnîşan bikin. Ev yek û êrişên dijwar ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê yên li ser kurdên ku nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan didin me dixin nava gumanan. Divê bê zanîn ku kiryarê vê bûyerê kî dibe bila bibe, hişmendiyeke nîjadperest a ku li çar aliyên cîhanê dijminatiya kurdan dike, wan wek hedef nîşan dide û polîtîkayên rayedaran ên ku li hemberî van kirinên aşkere bêdeng dimînin, dikin ku bûyerên bi vî rengî pêk bên.

Ji ber komkujiya 9’ê çileyê nehatiye nronîkirin….

Fransaya ku xwe wek yek ji dayikên afrîner ên mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî, hiqûq û siyasetê dibîne divê li xwe mikur were ku bi bêencamhiştina bûyera 9’ê Rêbendana 2013’an derî ji bûyerên bi vî rengî re vekirî hiştiye. Heke ku qetliyama 9’ê Rêbendana 2013’an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina Kurdan dibînin dê pêk nehata.

Divê Fransa vê qetîlxwînê aşkera bike

Ji lewre, wek Navenda PENa Kurd, em daxwaz dikin ku rayedarên Fransayê vê qetilxwînê bi her awayî û demildest ronî bikin, raya giştî bi awayekî zelal agahdar bikin, berpirsên esasî destnîşan û ceza bikin da ku rê li tevahiya bûyerên bi vî rengî yên ku tê xwestin li tevahiya Ewropayê çêbibin, bê girtin. Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê Kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin.”