spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amerîkayê ji ber bahoza berfê 17 kes mirin

Li Amerîkayê, barîna berfê bandoreke neyînî kir û herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Amerîkayê barîna berfê ya bi navê “Eliott” bandoreke neyînî bi xwe re anî. Ji bandora neyînî ya berfê herî kêm 17 kesan jiyana xwe ji dest da. Her wiha ji ber berfê zêdetirî milyonek mal û kargeh bê ceyran man.

Servîsa Hewayê ya Neteweyî (NWS) ya Amerîkayê, der barê mijarê de daxuyand ku bayê cemedê ku ji Cemsera Bakur hatiye û li seranserî welat belav bûye, tesîrê li ser du sê parên welêt dike, wê dawiya hefteyê jî tesîra xwe li herêmên navîn û rojhilatê welêt bidomîne.