2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Midûrê Emniyeta Parîsê: Ji ber provokasyonê bûyer derketin

Midûrê Polisan ê Parîsê Laurent Nunez, ji bo bûyerên ku duh di çalakiyên şermezarkirinê yên Parîsê de derketibûn diyar kir ku ji ber provokasyonê bûyer derketine.

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrişê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî jî birîndar bûn. Bertek û nerazîbûnên kurdan û dostên wan ên li dijî komkujiyê didomin.

Duh di serî de Parîs li gelek bajarên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe bertek nîşanî komkujiyê dan û çalakiyên  şermezarkirinê li dar xistin. Di meşa Parîsê de ji ber provokasyona kesekî ku ji hêzên paramîlîter ên nijadperest ên Tirkiyeyê alozî derket. Vî kesê nîjadperest dema ku di ber meşê re derbas bûbû nîşaneya “gurêboz” çêkiribû û li ser vê di navbera polisên Fransayê û beşdarên meşê de bûyer derketibûn.

Midurê Polîsan: Bûyer piştî provokasyonê derketin

Ji ber van bûyeran ji duh ve li ser platformên medya sanal şîroveyên cûda tên kirin û ji aliyê beşeke PDK’iyan ve ev bûyer tên berovajîkirin. Midûrê Polisan ê Parîsê Laurent Nunez, der barê mijarê de ji televîzyona Fransayê BFM TV’yê re axivî û agahî dan: “Çalakî bi tevlêbûna kesayetên siyasî bi awayekî asayî dewam kir. Ji ber provokasyona ku rû da bûyer qewimîn. Tê diyarkirin ku qemyonek derbas bûye û bi vî rengî agahî ji min re hat. Em ê van hemûyan zelal bikin.”

Nunez da zanîn ku hin çalakgeran li bulvareke din bi polîsan re şer kirine û ev tişt gotin: “Dîsa bê şik ev provokasyonek bû. 11 kes hatine binçavkirin û yên ketine nava pevçûnê jî komeke biçûk in. organîzatorên çalakiyê hewl dane pêşî li vê bigirin. Di bûyeran de 31 polîs bi sivikî birîndar bûne û hewceyî midaxeleya tibî nebûne. Çalakgerek birîndar bûye û bi tenê camên hin kargehan xesar dîtine.”