4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk xwe ji rojava û rojhilatê Zapê vekişand

Artêşa tirk xwe ji hin qadên rojava û rojhilatê Zapê vekişand.

Artêşa tirk, di 14’ê nîsanê de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên başûrê Kurdistanê êrîşeke hewayî dabû destpêkirin û piştre di 17’ê nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrîşa xwe veguherandibû êrîşên bejahiyê. Zedetirî 8 mehan e li herêmê di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên artêşa tirk de şerekî dijwar heye.

Di demên dawîn de gerîllayan derbên giran li leşkeran da. Tevî yekê jî ev rewşa artêşa tirk ji aliyê çapameniya alîgir a AKP-MHP’ê ve nehat ragihandin. Ji bo ku pêşî li vê rewşê bigire Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akar bi serfermandarên artêşa tirk re çû Colemêrgê. Lê derket holê ku ev veşartin û serdanên Akar nebûne çare.

Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kir, artêşa tirk xwe ji herêmên lûtkeya çiyayê, Kurojahro, gundê Saca yê bajaroka Şêladizê ya Amediyê, Dola Şehîd Kuncî û Girê Cûdî yên dikevin rojava û rojhilatê Zapê vekişandiye.