18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujerê komkujiya Parîsê ji bin çavan derxistin

Bi hinceta tenduristiyê biryara binçavkirina kujerê komkujiya Parîsê William M. ku êrîşî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir û 3 aktîvîstên kurd kuştin hat rakirin.

Di 23’ê kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê kujer William M. ve li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya û dikanên kurd ên nezî wê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de aktîvîstên kurd ên bi navê Emîne Kaya, Mîr Perwer û Abdullah Kizil hatin kuştin.

Piştî komkujiyê esnafên kurd kujer William M. desteser kiribûn û radestî polîsên fransayê kiribûn. Derket holê ku bi hinceta rewşa wî ya tenduristiyê Dozgeriya Parîsê biryara binçavkirinê ya der barê kujer William M. de rakiriye û piştre wî rakirine Nexweşxaneya Psîkiyatrî ya Miduriyeta Polisan a Parîsê.