27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê xwest ku Tirkiye ji axa wê derkeve

Lijneya Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê bi serokatiya serokwezîr Mustefa El Kazimî di 20’tîmehê li ser êrîşa balafirên dewleta tirk ku tê de gelek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin civînek pêk anî.

Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hate weşadin. Di daxuyaniyê de ji Tirkiyeyê tê xwestin bi awayeke fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji Iraqê vekişe. Konseya Ewlekariya Netewî ya Iraqê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi lez civiya û hin biryarên nû li dijî Tirkiyeyê girtin. Di der barê naveroka civînê de daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin êrîşa ku li seyrangeha Zaxo pêkhatî û welatiyên sivîl bûne qurbanî bi zimanek herî tund şermezar dikin.

Di civînê de 8 biryar hatin girtin, hin ji wan wiha ne;

  • Konseya Ewlekariyê wezareta karên derve erkdar kir ku dosya di derbarê êrişên Tirkiye yên li ser serweriya Iraqê û ewlehiya Iraqê de amade bike. Bi lez van dosyayan radestî Konseya Ewlekarî ya Netewên Yekbûyî bike.
  • Daxwaz ji Tirkiye dikin bi awayek fermî lêborînê bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî ji tevayî xaka Iraqê vekişe.
  • Anîna berpirsê karûbarên Iraqê li Enqere bi mebesta şêwirînê. Her wiha ragirtina şandine balyozê nû yê Tirkiyeyê.

Hejmara qurbaniyan zêde bû

Qeymeqama Zaxoyê ragihandibû ku di vê komkujiyê de 8 geştiyaran jiyana xwe ji dest daye û 23 turîst jî birîndar bûne. Lê li gorî agahiyên geştiyarekî din jî jiyana xwe ji dest daye. Yên hatine qetilkirin piranî jin û zarokin. Li gorî agahiyên dawî hêjmara kesên ku di êrîşê de hatin qetilkirin bû 9 û 22 kesên ku birîndar bûyî li nexweşxaneya li Zaxoyê tên dermankirin.

Fûad Hisên: Tirkiye sivîlan dikuje

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Hisên jî li ser komkujiya dewleta tirk a li Zaxoyê bi amadebûna şandeyeke leşkerî ji çapemeniyê re axivî.

Fûad Hisên diyar kir kesên pispor û berpirsên leşkerî li gel wan lêkolîn derbarê komkujiya Zaxoyê de kirine û got: “Di encama lêkolînê de derket holê ku topbaran ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Fûad Hisên diyar kir hebûna Tirkiye ya li ser axa Iraqê nayê qebûlkirin û got: “aşkera bû ku şerê dewleta tirk ne li gel PKK’ê ye. Tirkiye bi dehan gundên Kurdistana Iraqê dagirkiriye û xelkê sivîl dikûje.”

Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Hisên diyar kir ku wê bûyerê bibin Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

KNK: êrîş ji ber bêdengiyê pêk hatiye

KNK’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî geştiyaran şermezar kir û anî ziman ku dewleta tirk, li Başûrê Kurdistanê bombe li sivîlên li seyrangehê barandin û got: “Di encama bombebaranê de gelek sivîl hatin qetilkirin û 22 sivîl birîndar bûn. Di bombebarankirina herêma ya artêşa tirk de her ku diçe sivîl bêhtir dibin hedef. Geştiyarên ji navend û başûrê Iraqê hatibûn seyrangeheke li bajarokê Derkarê yê li ser Zaxoyê bûn qurbaniyên bombebarana artêşa tirk. Gundê Perexê ev cara sisêyan e ku di meha Tîrmehê de dibe hedefa guleyên obus û hewanan.“

KNK’ê da zanîn ku operasyonên dewleta tirk ên li herêmê dibin sedema bêîstiqrarî û xerabûyînê û got: “Artêşa tirk di operasyonên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji ber bêdengiya raya giştî ev komkujiyê pêk hatiye.

Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Iraq û Sûriyeyê zêde kirine û li her du welatan jî kuştina sivîlan dewam dike. Ev komkujiya dawîn a sivîlan a bi destê hêzên dewleta tirk nabe ku bê qebûlkirin û divê bertek li dijî bê nîşandan.“

HPG: Bi zanebûn êrîşî sivîlan dikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê jî derbarê Komkujiya Zaxoyê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku li cihê ku dewleta tirk komkujî pêk aniye, tu hêzên wan li wir tuneye û got: “Dewleta tirk armanc dike ku li herêmên ku serwere, dawî li jiyana sivîlan bîne û ji herêmê derxîne. Divê hemû kesê ku ji rastiyê bawer dike û bi wijdan, vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê bibîne ku bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin. Di heman demê de divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk bi zanebûn seyrangeheke tûrîstîk a gelê sivîl bombe kir. Divê tu kes hewl nede vê komkujiya bi zanebûn a dewleta tirk veşêre û li ser bûyerê were girtin. Ji ber ku ev ne komkujiya yekem e. Çawa ku dewleta tirk di 11’ê Tebaxa 2020’an de 2 Berpirsyarên Payebilind ên Leşkerî yên Iraqê bi zanebûn hedef girtin û qetil kirin, ev êrîş jî komkujiyeke plankirî ye ku bi heman armancê hatiye kirin. Ne tesaduf e ku dewleta tirk di van salên dawî de li Bamernê, Kunê Masî, Geliyê Balinde ya Çemçoyê û gelek herêmên din bi zanebûn li qadên seyranê yên ku sivîlan bi kar tînin da.

Dixwazin herêmê ji sivîlan vala bikin

Rastiya ku divê her kes bibîne ev e; Dewleta tirk dixwaze serweriya xwe li qadê misoger bike. Ji bo vê armancê bi qetilkirina sivîlan û belavkirina tirs û xofê her kesî bitirsîne û paşde bixe. Dewleta tirk armanc dike ku li herêmên ku serweriya xwe dike dawî li jiyana sivîlan bîne. Heman rastî ji bo herêma Hîora Metîna jî derbas dibe. Ligel ku hêzên me li derdora Hirorê nîne jî, ew bi berdewamî hewl dide ku derdora Hirorê gulebaran bike da ku gundî ji herêmê derkevin.

Divê hemû kesê ku ji rastiyê bawer dike û bi wijdan, vê komkujiya hovane ya ji derveyî exlaqê mirovahiyê bibîne ku bi vê yekê dixwazin çi bi dest bixin. Di heman demê de divê li hemberî vî sûcê mirovahiyê xwedî helwest be.”