28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK’ê komkujiya Zaxoyê şermezar kir

Dewleta tirk, duh di saetên berê êvarê de li gundê Perexê yê Zaxoyê li dijî sivîlên ereb komkujiyek pêk anîn. Di komkujiyê de jin û zarok jî di nav de 9 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 22 welatî jî birîndar bûn. Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê, derbarê komkujiyê de daxuyaniyeke nivîskî da û komkujiyê şermezar kir.

Komîteyê, bi bîr xist ku dewleta tirk di 7 mehên dawîn de li Kurdistanê 28 sivîl kuştine û diyar kir ku para hêzên navneteweyî û paşverûtiya herêmî jî di di komkujiya Zaxoyê de heye û wiha got: “Duh piştî nîvro, artêşa tirk li gundê Perexê ya herêma Derkarê ya Zaxoyê bi topan geştyarên ereb bombe kir. Bi bêdengiya hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê van êrîşan rewa nîşan dide.”

Aramî di bêbandorkirina faşîzmê de ye

Di berdewama daxuyaniya xwe de Komîteyê, xwest ku Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE) û Amerîka li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li Iraq û Sûriyeyê bibin xwedî helwest û nebin hevkarên sûcên şer ên Tirkiyeyê û ev tişt got: “Divê armanca esasî ev be, rejîma faşîst a bi xeyalên Neo Osmanî ku hemû herêm di nava xwînê de dihêle, were sekinandin. Divê hemû dînamîkên herêmê vê bizanibin, heta faşîzma tirk neyê bêbandorkirin wê ne Rojhilata Navîn ne jî cîhan aram bibe.”

Banga çalakiyan

Komîteyê, di dawiya daxuyaniya xwe de bi van gotinan banga asta bilindkirina çalakiyên li dijî Tirkiyeyê kir: “Em bang li gel û dostên xwe dikin ku li dijî vê êrîşê careke din helwest û çalakiyên xwe di asta herî rêxistinkirî û bilind de nîşan bidin. Em mirovên xwe yên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin, daxwaza şifaya xêrê ya herî lez ji bo birîndaran dixwazin.”