5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evîna keçeke medî û Baxçeyên Babîlê

Her çend welatê kurdan Kurdistan û yek ji erdnîgariya wê ya muhteşem Zagros bihuşta ser rûyê erdê be jî, navê bihuştê weke peyv ji makêta Kurdistan û Zagrosan, Baxçeyê Daliqandî yê Babîlê tê. Baxçeyê Daliqandî yê Babîlê di rastiyê de weke makêta erdnîgariya Kurdistanê hatiye çêkirin û ji bo danasîna vî baxçeyî jî peyva ‘Pairidaeza’ hatiye bikaranîn ku di zimanê kurdiya berê ango Avesta Qedîm de tê wateya ‘baxçe, qad an jî erdê ser wê girtî’.

Kurdan jî baxçeya re Payraderza gotine. Dîroknûsê Yewnan Ksenefon jî B.Z. di sedsala 5’emîn de vê peyvê weke ‘Paradeîsos’ di zimanê yewnanî de bi cih dike. Heman peyv bi zimanê îbranî jî weke Pardes derbas dibe. Bingeha peyva bihuştê ku bi gelek zimanên ewropî weke ‘Paradîs’ tê bikaranîn, bi vî rengî ava dibe. Yanî ji bo Baxçeyê Daliqandî yê Babîlê re gotine bihuşt. Etîmolojiya peyva cannat a bi erebî ji zimanê aramî û suryanî ji peyva gannā yan jî ganntā yanî baxçe hatiye wergirtin. Bi zimanê akadî jî peyva ‘ganānu’ di wateya “parastin, girtina hawirdor” de bi kar anîne. Heta bi zimanê akadî ‘gannu’ tê wateya baxçeyê. Bi gotineke din di warê etîmîlojîk de peyva pairidaeza -pardes-paradeisos-paradîs û peyvên gananu-gannta-cannat jî bingeha wateya bihuştê yekemîn car bi Baxçeyê Daliqandî yê Babîlê re girtiye. Peyva ‘cennet’ îlhama çanda çêkirina baxçeyan û resîmandina baxçeyan di avahiyan de jî ku di gelek avahiyên Împaratoriya Romayê de dihatin neqişandin, ji Baxçeyê Daliqandî yê Babîlê tê.

Ev baxçe di nava heft deverên muhteşem ên cîhanê de ku divê were dîtin de cih digire. Lê ji dîtina wê zêdetir zanîna dîroka wê ya rastîn girîngtir e, ji ber di çîroka avakirina vî baxçeyî de dîrokeke mezin veşartî ye; serketfina Împaratoriya Medan, têkçûna Împaratoriya Asûran, Efsaneya Newrozê û Kawayê Hesinkar û evîna ji keçeke kurd Amyîtîs re…

Beriya mîladê di sedsala 7’emîn de, Împaratoriya Asûran bi zilûmkariya xwe ya li herêmê bi navûdeng bû. Yek ji gelên li herêmê ku herî zêde ji ber vê zilmê dinaliya Medî bûn. Împaratoriya Asûrî bi taybetî ji bo dewlemendiyên binerd ên weke hesin û madenan êrîşî welatê pêşiyên kurdan Medan dikir, di ser de jî bi bacên weke pere û hespan jî jiyan li wan kiribûn dojeh. Li ser vê yekê Medên Mag û Zerdûştî bi dehan salan li dijî Asûran dest bi şer kirin. Keyakserê Medî hemû eşîr û dewletbajarên Medan li dora xwe kom dike û li dijî Asûran bi Împaratorê Babîlê Nabopolassar re tifaqekê çêdike. Ji bo vê yekê jî Qralê Medî Keyakser, keça xwe Amyîtîs weke bûk dide kûrê Împaratorê Babîlê Nabopolassar; II. Nabukadnezar. Babîl û Med (kurd) bi hev re BZ. di sala 612’an de paytexta Împaratoriya Asûran Nînovayê bidest dixin. Bi vî rengî dawî li zilma Împaratoriya Asûran tê û ev roja bidawîbûna zilmê jî bi cejna Newrozê re tê pîrozkirin. Berxwedana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê xwînxwar ev şerê azadiyê sembolîze dike.

Em vegerin prensesa Medan Amyîtîs. Amyîtîs weke bûk didin Qralê Babîlê II. Nabukadnezar. Lê Amyîtîs keça Zagrosan e.Her çend bi fizîkî li welateke xerîb be jî rih û dilê wê li welatê wê ye. Bêriya warê xwe û welatê xwe dike. Hesreta wê ya ji xwezaya welatê wê re wê dixe nava xemgîniyeke mezin.

Qralê Babîlê Nabukadnezar jî ji bo vê giyantengî û xemgîniya hevjîna xwe ya kurd ji holê rake, bang li endezyarên xwe dike ku baxçeyekî mezin ava bikin.

Baxçeyekî 7×20 km fireh û bi 20 metreyan bilind ava dikin û baxçe weke makêteke erdnîgariya Kurdistanê ye. Hûndirê wê dar û fêkiyên ji Kurdistanê tîne diçîne. Baxçeyekî mezin ava dike. Û bi qanalên avê vî baxçeyî av dide. Tê gotin ku di wê serdemê de avadaniyeke ew çend bi îhtîşame û heta wê kêliyê li ser rûyê erdê çênebûye.

Baxçe bi dehan salan hebûna xwe didomîne. Her çend gelek nivîskarên dîrokî behsa vî baxçeyî kiribin jî, çavkaniya antîk a yekemîn car behsa vî baxçeyî û çîroka wê ya rastîn kiriye. Ew kes jî keşeyekî bi navê Bel-Usru ku ji Babîlê bar kiriye girava Yewnan e. Keşe Bel-Usru BZ. di sala 290’an de bi nivîskî behsa wê kiriye û hemû agahiyên wî di vî warî de dane jî ji aliyê arkeolojî ve jî hatine piştrastkirin.

Baxçe, di nava 7 newazeyên cîhanê de cih digire û di nava wan 7’an de jî ya herî xweşik e. Weke hûn dibînin eger peyva bihuştê ji makêtekê yan jî baxçeyekî ji bo bişibînin Kurdistanê hatibe çêkirin, gelo di rastiyê de ji bo Kurdistanê mirov kîjan peyvê bi kar bîne? Belkî bihuşt jî ji bo danasîna bedewiya erdnîgariya me, welatê me kêm were.