2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Îro em in sibê dora Wezîrê Dadê ye’

Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin li Amedê di roja 171’emîn de li ber Edliyeya Amedê, Nobeda Edaletê berdewam kirin. Malbat li ber edliyeyê civiyan û edalet xwestin. Rêveber û nûnerên MEBYA-DER, TUHAY-DER, MED TUHAD-FED, DBP, HDP, TJA û OHD’ê yên Amedê beşdarî Nobeda Edaletê bûn. Ewil dayika Ciwan Boltan, Nazmîye Boltan axivî û anî ziman ku di girtîgehan de girtiyên nexweş nayên dermankirin û wiha got: “Bila girtîyên ku cezayê wan qediyaye bên berdan. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bila zarokên me berdin em bi xwe zarokên xwe derman bikin. Em bang li Wezirê Dadê û rêveberên dewletê dikin. Zarokên me demildest berdin. Em naxwazin cenezayên zarokên me ji girtîgehan derkevin. Zext û tundiya li ser zarokên me rakin. Em li ber Saziya Tiba Edlî jî bang dikin dibêjin bila girtîyên nexweş bên berdan. Em carek din dibêjin hiqûqa xwe pêk bînin û zarokên me berdin.”

Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler Încî Guler jî destnîşan kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin çend meh in çalakiya edaletê didomînin û got: “Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Bila edalet pêk bê û zextên li ser girtiyan rabin. Zêdeyî 6 meh in em ji bo girtiyan edaletê dixwazin. Lê hê girtiyên me nehatine berdan. Bila Wezîrê Dadê baş bizanibe, îro em in sibê dora wan e. Hewcedariya her kesî bi edaletê heye.”