19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Polîsan gef li Parlamentera HDP’ê xwar

Komeke ku di bin parastina polîsan de anîn pêş avahiya Navenda Giştî ya HDP xwestin çelenkekî danin pêş avahiyê. Koma ji 3 kesan pêk tê û îdia dikin ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne piştî bi alên dewleta tirk daxuyanî dan çûn. Dû re sekinîna polîsan a pêş avahiya partiyê berdewam dike. Endamên HDP’ê diyar kirin ku polîs dixwazin li pêş avahiya partiya wan provokasyonê bikin û bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan bi awayekî devkî û fîzîkî êrişî HDP’iyan kirin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran a bertek nîşanî provokasyona polîsan da xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê. Dema Acar got ‘Ez ê daxuyaniyê bidim’ polîsan xebatkarên çapemeniyê dûr xistin. Polîsan ji bo Acar jî gotin ‘Wekîlê bigirin hundir’. Başaran a axaftina xwe domand wiha got: “Îro polîs û Wezareta Karên Hundir ji bo provokasyonê bikin hatin pêş avahiya me. Çelenkek heye polîs ji bo vê çelenkê biparêze xwe peywîrdar kiriye. Êrişkirina me mafdar dibînin. Ez daxuyaniyê didim pêşiya min vekin. Ez mafê xwe yê demokratîk bikartînim. Ez jî dê daxuyaniyê bidim.”

‘Li dijî êrîşên provakatoran em ê têk neçin’

Başaran li dijî astengkirinê ev bersiv da: “Bikaranîna mafê min ê demokratîk tê astengkirin. Em ê li dijî provokatoran û êrişan têk neçin.”

Amirekî polîsan wiha got: “Zarokên van li ku derê ne bêjin.” Başaran jî bavê xwe yê di salên 90’an de bi awayekî kiryarên nediyar de hatiye qetilkirin bi bîr xist û ev bersiv da: “Here wê demê kujerê bavê min jî bipirse.” Amirê polîsan ê piştî bersiva Başaranê heqaret û gefên xwe domandin ji Başaran re got “Ez ê te bi dîwar ve bizmar bidim.”

Başaran û endamên partiyê bertek nîşanî polîsan dan. Dorpêça polîsan a li Navenda Giştî ya HDP’ê berdewam dike. Endamên partiyê jî dirûşmeya “HDP gel e gel li vir e” berz dikin.

Ji saetên danê sibê ve avahî dorpêç kirine

Polîsên ku Navenda Giştî ya HDP ji saetên danê sibê ve dorpêç kirine êrişî endamên partiyê kirin. Polîsên ku êrişî endamên partiyê yên bertek nîşanî sekinandina wan dan, ji nêz ve gaza îsotê avêt û gelek kes binçavkirin.

Polîsan gaza îsotê avêt

Li ser vê yekê Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay ji polîsan re wiha got: “Hûn avahiya me dagir dikin, hûn asteng dikin ku partiyeke siyasî bixebite.” Polîsan jî li ser gotina Gunay ji parlamenteran re gaza îsotê avêt û wiha got: “Dagirkerî wisa nabe bi vî şiklî dibe.”

Heqeratên polîsan

Polîsan ji endamên partiyê dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Polîsê kujer ji partiya bicehnime” berz kirin re gaza îsotê avêtin, gef lê kirin û heqaret kirin.