7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Veysel Ok: ‘Rojnamegerî tê sûcdarkirin’

Rûniştina destpêkê ya doza li dijî 18 rojnamevanan îro ye ku 15 ji wan girtî ne. Hevedîtorê MLSA'yê Veysel Ok diyar kir ku rojnamevanî tê sûcdarkirin û ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir

Hevedîtorê Komeleya Karên Hiqûq û Medyayê (MLSA) parêzer Veysel Ok gilînameya ji 728 rûpelan a li dijî rojnamevanan lêkolîn kir û ragihand, ku beşeke mezin a gilînameyê ji gelek dozên mîna ji hev hatiye kopykirin û bi cih kirin. Ok ji ANF’ê re axivî û got, “Dema ku mirov gilînameyê dixwîne, dibîne ku ya tê darizandin rojnamevantî ye. Di bi sedan rûpelî de qala rêxistiniya KCK’ê tê kirin. Qala rêxistinî, çand, komîteya çapemeniyê ya KCK’ê tê kirin, lê belê ti eleqeya xwe bi rojnamevantiyê re nîne. Heman îdîa di gilînameya têkildarî Demîrtaş de jî hene. Di gilînameya têkildarî rojnamevanên li Wanê hatin darizandin de jî hebûn. Dozger ji bo têkiliya rojnamevanan bi rêxistinê re deyne pêwîstiyê bi daxuyaniyeke bi vî rengî ya siyasî dibîne. Lê belê di navbera rojnamevanan û KCK’ê de têkiliyeke şênber nîne.”

Ji ber nûçeyan çêdikin tên girtin

Parêzer Ok diyar kir ku rojnamevan bi giranî ji ber ku nûçeyan li ser meseleya Kurd amade dikin têne terorîze û krîmînalîzekirin û got, “Ji ber nûçeyên li ser mafên mirovan ên têkildarî meseleya Kurd, ji ber xwepêşandanên civakî, weşanên Kurdî, bernameyên bi Kurdî, her wiha ji ber nûçeyên ku ji bo ajansa lê dixebite çêdikin, têkiliya wan bi terorê re tê danîn. Aktîvîteyên nûçegihaniyê yên rojnamevanan ên li ser xwepêşandanên civakî têne terorîzekirin. Parvekirinên li medya dîjîtal jî bi heman rengî. Dawiya dawî rojnamevan nûçeyan çêdikin û di medya dîjîtal de parve dikin. Diçe xwepêşandaneke civakî, li medya dîjîtal parve dike. Di gilînameyê de delîlekî surprîz nîne. Hemû îdîa û çalakî bi îdîa û çalakiyên di dozên din de bi heman rengî ne. Ji ber vê yekê dozgerî di tevahiya îdîanameyê de rojnamevantiyê bi terorê û rêxistinê re têkildar dike. Têkildarî vê jî daneyeke şênber nîşan nade.”

Doza herî mezin a demên dawî

Ok ragihand ku doza vê dawiyê doza herî mezin a rojnamevanan a demên dawî ye û got, “Rojnamevan wê yekemcar karibin xwe biparêzin. Wê îdîayên li hemberî xwe pûç bikin, ji ber vê jî girîng e. Divê her kes tevlî bibe, piştevaniya rojnamevanan girîng e. Eger ji bo rojnamevanekî li Stenbolê tê girtin helwest tê nîşandan, divê heman helwest ji bo rojnamevanên li Amedê jî bê nîşandan. Divê dadger vê piştevaniyê hîs bike û hîn bi baldarî nêzîk bibe.”