28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro li dijî dewleta tirk xwepêşandan tên lidarxistin

Di encama nerazîbûna xelkê başûrê Kurdistanê ên li dijî êrîşên dewleta tirk û bi taybetî piştî êrîşa dawî ya li balafirgeha Silêmaniyê gelê başûr dê bixwepêşandanan nerazîbûna xwe bîne ziman.

9`ê nîsanê kesayet û rewşenbîran  bi daxuyaniyan bang li xelkê navçeyên Kelar, Derbendîxan û Ranyayê kirin ku 10’ê nîsanê tev li xwepêşandanên li dijî êrîşa dewleta tirk  a li ser balefirgeha Silêmaniyê bibin.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de hat gotin ku êrîşên dewleta tirk binpêkirinên aşkere yên li ser xak û rûmeta xelkê Kurdistanê ne.

Li gor daxuyaniyan, cih û dema xwepêşandanan wiha ye;

Kelar- Parka li rex Geraca Şehîdan, saet 16:00.

Ranya- Baxê Giştî, saet 16:00.

Derbendîxan- li ber Çayxaneya Çandî, saet 16:00.