3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di lîsteyên AKP’ê de navên balkêş!

AKP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê ku wê tev li hilbijartinan bibin pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Di lîsteya namzetan a AKP’ê ya ji 600 kesan pêk tê de tenê 113 jin hene.

Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 28’emîn dê di 14’ê Gulanê de pêk were. AKP’ê lîsteya namzetên parlamenteriyê ku wê tev li hilbijartinan bibin pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kirin. Di lîsteya namzetan a AKP’ê ya ji 600 kesan pêk tê de tenê 113 jin hene. Di lîsteyên namzetiyê yên AKP’ê ku rêzên ewil dan wezîran de ji Galîp Ensarîoglû yê ji Roboskê re gotibû “Doproskî”, Ayşegul Bîçer a anîn ber deriyê HDP’ê, Rumeysa Kadak a gotibû “ez bi torpil im” heta Savci Sayan ê bi çekan poz da cih da gelek navan.

Ji bilî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy 15 wezîr ji serê lîsteyan hatin nîşandan. Ji wezîrên berê Farûk Çelîk ji Artvînê, Wezîrê Dadê yê berê Abdulhamît Gul jî ji Dîlokê weke namzet hatin nîşandan.

Ensarîoglû yê ji Roboskê re gotibû ‘dobroskî’ namzet e

Galîp Ensarîoglû yê di serdemên 24 û 26’emîn de li Amedê bûbû parlamenter dîsa ji serê lîsteyê hate nîşandan. Ensarîoglû di Lijneya Giştî ya Meclisê ya di meha çileya 2012’an de ji gotinên Serokwekîlê Koma BDP’ê Hasîp Kaplan ên “Hesaba Roboskê bidin” re wiha gotibû: “Hesaba Doproskê wê kes nede, em ê hesaba wê bipirsin. Ji roja ewil ve birêz Serokwezîr pişt rast kir ku wê her tiştê Dobroskê bê lêkolînkirin.”

Bîçer a anîn ber deriyê HDP’ê jî namzet e

Ayşegul Bîçer a di nav koma bi fermana Wezîrê Karên Hundir û organizasyona polîsan anîn ber deriyê avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de cih digire, ji Amedê di rêza 4’emîn de hate nîşandan.

Seltenata Gokçek û Arinçan

Kurê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê yê berê Melîh Gokçek, Osman Gokçek ji Herêma 2’yemîn a Enqereyê ji rêza 5’emîn namzet hate nîşandan, kurê Serokê Meclisê yê berê Bulent Arinç parlamenterê Stenbolê Mucahît Arinç jî ji Manîsayê ji rêza 3’yemîn hatiye nîşandan.

Kurê Serokê Giştî yê damezrînerê MHP’ê Alparslan Turkeş, Tûgrûl Turkeş ê parlamenterê Enqereyê jî ji Herêma 1’emîn a Enqereyê ji serê lîsteyê hate nîşandan.

Got ‘ez bi torpîl im’ bû namzet

Rumeysa Kadak a bi gotina “ez parlamenter im bi torpîl im” wêneyên xwe li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal parve kir jî ji Herêma 3’yemîn a Stenbolê ji rêza 6’emîn de weke namzet hate nîşandan.

Bi axaftinên xwe yên piştevaniya desthilatê bû namzet

Hûlkî Cevîzoglû yê bi axaftinên xwe yên nêzî desthilatê di rojên dawî de bû rojev û bernameya “Cevîz Kabûgû” pêşkeş dike jî ji Herêma 1’emîn a Stenbolê ji rêza 6’emîn namzet hate nîşandan.

Savci sayan ê bi çekan poz dan jî di lîsteyê de ye

Savci Sayan ê ji peywîra xwe ya Şaredariya Agiriyê îstîfa kir jî ji Îzmîrê ji rêza 8’emîn hate nîşandan. Sayan ê bi wêneyên bi çek hate rojevê par bi kesên çekên lûle dirêj di destê wan de li kolanên bajêr meşiya bû.

Ozalan ê bi ‘kulman’ tê zanîn ji îzmîrê namzet e 

Alpay Ozalan ê di Lijneya Giştî ya Meclisê de kul mli parlamenterên CHP’ê dan li Îzmîrê ji rêza duyemîn weke namzet hate nîşandan.

Çelebî yê 3 partî guhertin di lîsteyê de ye

Parlamenterê Îzmîrê Mehmet Alî Çelebî ku beriya niha ji CHP’ê îstîfa kiribû û derbasî Partiya Memleket bibû ji wîr jî îstîfa kiribû û derbasî AKP’ê bûbû ji Herêma 1’emîn a Îzmîrê ji rêza 4’emîn weke namzet hate nîşandan. Erdogan ji hevjîna Çelebî Kezban Merey Çelebî re wiha gotibû: “Kariyera vî karî zarok çêkirine, divê hejmaran zêde bikin. Binêre yên PKK’ê 5, 10, 15 hene.”

Wekîlê Stenbolê yê AKP’yî Ahmet Hamdî Çamli ku di medyaya dîjîtal de bi nasnavê “Yelîz” tê naskirin, ji rêza 16’emîn a Herêma 2’yemîn a Stenbolê bû namzet. Çamli ku weke ajokarê Erdogan xebitî û piştre bû wekîlê AKP’yî, di sala 2017’an de dema ku ji Lijneya Giştî ya Meclîsê bi navê ‘Yelîz’ weşana zindî dikir hatibû aşkerekirin.

Parlamenterê bi gotina ‘nanê hişk’ hate rojevê dîsa namzete

Parlamenterê AKP’ê yê Denîzliyê Şahîn Tîn ê di hevdîtinên budçeya 2020’an ên Lijneya Giştî ya Meclisê de ji gotinên Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Altay ên “Milet birçî ye, nane hişk dixwe” re bersiva “wê demê birçî nînin” dabû ji heman bajarî ji rêza 2’yemîn hate nîşandan.

Bûrsalî ya bi Gulen re cem hev bû jî namzet e

Nûnera ATV’ê ya Enqereyê Şebnem Bûrsali jî ji Herêma 1’emîn a Îzmîrê ji rêza 3’yemîn namzet hate nîşandan. Wêneyê Bûrsaliyê yê dema serdana Pensilvanyayê de bi Gulen re li cem hev kişandibûn bi rojan bûbû rojev.