spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Iraqê ji bo êrîşê li Silêmaniyeyê ye

Şandeyeke parlamentoya Iraqê li Silêmaniyeyê ye û tê payîn serdana cihê balafirxaneya Silêmaniyê bikin ku êriş pêk hatibû.

Şandeeyke Parlamentoya Iraqê bi serokatiya serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya li parlamentoya Iraqê Ebas Sabrî gihişt Silêmaniyê.

Şandeya parlamentoyê ji aliyê parlamenterên Iraqê Karwan Yarweys û Kemal Axa ên ser bi fraksiyona YNK’ê ve hatin pêşwazîkirin.

Tê payîn şande serdana balafirxaneya Silêmaniyeyê bike û cihê êrîşê lêkolîn bike. Li gorî agahiyan wê şande piştî lêkolînan der barê êrîşê de raporek amade bike û pêşkêşî parlamentoya Iraqê bike.

Hêjayî gotinê ye di 7’ê nîsanê de balafirxaneya Silêmaniyeyê bûbû hedefa êrîşeke bi balafirên biçek û bêmirov.