spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro min tiştek ji bîr nekir

Hesen Hemkê

Dema mirov bi temenê xwe mezin dibe, hişê mirov jî namîne û mirov gelek tiştan ji bîr dike. Der barê vê yekê de carekê min tiştekî balkêş bihîst ez ê bi we re parve bikim. Her roj dema ku mêrik diçû kar tiştek xwe ji bîr dikir. Carekê cuzdanê xwe, carekê mifteyên xwe, carekê telefona xwe û her carê hevjîna wî jê re digot; te mifteya xwe yan jî cuzdanê yan jî filan tiştê xwe ji bîr kiriye. Mêrik hinekî bi ber xwe diket û xwest vê meseleyê çareser bike. Rojekê rûnişt û ev tiştên ku ji bîr dike tev di kaxizekê de nivisandin û serê sibehê beriya ku biçe kar kaxiza xwe danî ber xwe û kontrol kir. Bêhna xwe berda û got vê carê hevjîna min nikare bêje te filan tiştê xwer li malê ji bîr kir. Mêrik li erebeya xwe siwar bû û hîna çend metre dûrî malê neketibû, hevjîna wî bi telefonê lê geriya. Xêre tu çima li min digerî min tiştek ji bîr nekiriye, bihêle ez biçim karê xwe. Hevjîna wî got erê heyra te tiştek ji bîr nekiriye lê îro yekşem e û destûra te ya kar e, îro kar tune ye heyra te ew ji bîr kiriye.