19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro salvegera komkujiya Sînema Amûde ya 62’emîn e

Îro salvegera komkujiya sînemaya Amûdê ye ku beriya 62 salan di 13`ê Mijdara 1960`î, li Amûdê pêk hatibû û di encamê de 280 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nava de 200 xwendekarên zarok hebûn

13`ê Mijdarê salvegera Şewata Sîmena Amûdê ye. Di vê rojê de sala 1960`î, şagirtên seretayî ji alyê mudirê navçeya Amûdê hatin vexwendin ji bo ku li fîlmê misrî “Şebeh Muntesef El Lêl” temaşe bikin. Fîlm ji bo piştgiriya şoreşa Cezaîrê ya li dijî Fransayê bû. Hatinên bilêtên beşdariya fîlmê dê wek piştgirî ji şoreşê re bihata şandin. Wiha xuyda dike ku pêşandana fîlm tenê ji bo danheva alîkariya ji bo Cezaîrê bû ji ber ku mijara fîlm jî ne li gorî zarokan bû.

Sînema Şehrazad ku film lê dihat pêşandan, ji heriyê hatibû avakirin. Banê wê tev text û pûş bû. Dîwarên wê ji hundir ve bi çewalan hatibû pêçan. Agir bi projesiyonê yê kevn ket. Dûre agir li dîwarên darîn, mobîlya û laşên zarokan belav bû.

Agir bi ban, dîwarên darîn û kursiyên darîn ket. Qerebalixa zarokan rewş girantir kir. Tenê deriyek hebû ku dikarin ji wir derkevin. Lê ji ber qerebalixê, hat girtin. Zarok di hundir de man. Ne mamoste û ne jî rêveberê dibistanê kesek bi wan re tune bû.

Xelkê bajêr, dengê qîrîna zarokan bihîst. Bi hewara wan çûn. Dema xelkê bajêr hewl da zarokan derxin, banê darîn ket. Di encamê de ciwanê bi nave Mihemed Seîd Deqûrî jiyana xwe ji dest da ku derdora 12 zarokan ji şewatê xilas kiribû.

Di wê şewatê de, zêdetirî 280 kes jiyana xwe ji dest da. Di nav wan de 200 şagirtên seretayî hebûn ku temenê wan 12 sal derbas nedikir. Bûyer, di dîroka bajêr, bîra kurdî û Sûriyeyê de felaket bû. Desthilata li bajêr ku wê demê Yekitiya Sûriye-Misirê bû, lêpirsîn çênekir. Hikumetên Sûriyeyê yên li dû wê hatin jî, tu helwest nîşan nedan.

Zarokên ku ji wê felaketê rizgar bûne, niha temenê wan 70 salî ye. Her sal, serdana peykera ku di cihê bûyerê de hatiye çêkirin dikin, êşên wê rojê tînin bîra xwe. Li bendenê wan, hîna şûnên şewatê xuya ne. Desthilata wê demê anku Komara Erebî ya Yekgirtî, bûyer li dijî kesên nenas qeyid kir.

Avahî ne xwediyê taybetmendiyên sînemayê bû. Biçûk bû, ji heriyê bû. Ji hundir ve bi awayekî ne rêkûpêk bi perdeyan hatibû pêşan. Ban ji dar bû. Deriyê derketinê ji erdê bilind bû. Yanî ji erdê avahiyê ji hundir ve nizm bû. Derî du parçe bûn. Pêwîstiya jeneratorê bi lênêrînê hebû, piştî ku gelek dan û bê rawestan hate xebitandin.

Mixabin heta roja îro tu lêkolîneke têr û kêrhatî der barê vê komkujiyê de nehatiye kirin. Tevî 62 sal di ser vê bûyerê de derbas bûn hîna sedemên wê komkujiyê di tarîtiyê de ne. Her ew pirsa der barê sedemên vê komkujiyê de wiha tê pirsîn: gelo ew komkujiyeke plankirî bû an jî di encama sersarî û bêberpirsariyê rû daye.