7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rmaa Mahmud: Hemû pêkhate azadiya Rêber Apo dixwazin

Berdevka Kongra-Starê ya Kantona  Hesekê Rmaa Îsa Mahmud têkildarî çalakiyên vedana kon ên li Kamişlo û Hesekê diyar kir ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê azadiya  Rojhilata Navîn di azadiya Ocalan de dibine

Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li Hesekê kon vedan. Înîsiyatifê di 10’ê mijdarê de bi daxuyaniyekê kon vedan û dê heta hefteyekî vekirî bimîne.

Berdevka Kongra-Star a Kantona Hesekê Rmaa Mahmûd têkildarî pêngava ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kiriye axivî û wiha got: “Di 15’ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser û di 16’ê Cotmehê de jî Tevgera YJA-Strarê daxuyanî da. Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” pêngavê dest pê kir. Beriya pêngavê bi gel re civîn hatin lidarxistin. Civînên gel hatin li dar xistin. Bi pêşengên eşîran re civîn hatin li darxistin. Nerîn û fikren gel hatin girtin. Gelek nerîn û pêşniyarên ji bo çalakiyan pêş ketin. Hemuyan ji bo azadiya rêberê xwe pêşniyar pêş xistin. Hemûyan destnişan kirin ku Rêber Apo bê sûc e û divê azad bibe. Li ser daxwaza gel meş hatin lidarxistin. Kon hatin vedan. Berê kon li Kantona Qamişlo hat danîn. Bi hezaran kes beşdar bûn. Gelek çalaki di bin kon de pêş ketin. Niqaşên kûr pêş ketin. Hemûyan destnîşan kirin ku çareserî azadiya Rêber Apo ye. Hemûyan helwesta xwe ya ji bo azadiyê nîşan dan.”

Pemû pêkhate azadiya Rêber Apo dixwazin

Rmaa Mahmud, anî ziman ku wan bi tevlêbûna hemû pêkhateyan di 10’ê mijdarê de li Hesekê bi hişyariya “Ji Rêber Apo re Azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kon vedanû wiha axivî: “Hemû pêkhateyan bajêr tev li vekirina kon bûn. Di vekirina kon de înîsiyatifê daxuyanî da.  Hemû pêkhateyên kantonê hatin tev li vekirina kon bûn û helwesta xwe anîn ziman. Kurd, ereb, suryan, çerkez, êzidî û hemû pêkhateyan doza azadiya Rêber Apo kir. Nivîskar, rewşenbir û hemû beşên civakê hatin doza azadiya Rêber Apo kirin. Kon bi hevkariya gel vebû. Pêngavê bi 74 navendan dest pê kir, niha li 100 dewletî belav bûye.”

Ji bo kijan serokî ew qas welat rabûne ser piyan

Berdevka Kongra-Starê Rmaa Îsa Mahmud da zanîn ku tu heta niha ji bo ku kesî ew qas mirova daneketine qadan û wiha berdewam kir: “Gelo ji bo serokê kijan dewletê bi sedan dewlet rabûn? Ji bo kê ew qas welat rabûne ser xwe û çalakiyan pêk tînin û doza azadiya Rêber Apo dikin? Ji ber hemû kesên doza azadiya wî dikin, dizanin Rêber Apo kî ye. Dizanin ku Rêber Apo aştî, demokrasî û wekheviyek çawa dixwaze. Tevgera azadiyê xwe negihandiye welatên Ewropa. Lê dîsa îro welatên Ewropa rabûne ser xwe. Dibe ku tevgera azadiyê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava heye. Lê ev 100 dewletên rabûne ser xwe dibêjin ‘Em doza Rêber Apo dikin’. Tev dizanin ku Rêber Apo bê sûc 25 sal in di zindanê de ye. Dewletên ku Rêber Apo dîl girtiye mafên mirovan li cem wan tune ye.  Ew dewletên ku Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin çima di sala 1999’an de li gorî edaletê dadgeh nekirin. Ka edaleta wan? Lê em dibînin Erdogan ji Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê heta Bakur bi hezaran mirov koçber kirine şehit kirine û avêtine zindanan. Çima kes wî dernaxin pêşberî dadgehê û ceza nakin?”

‘Em deyndanên felsefeya Rêber Apo ne’

Rmaa Îsa Mahmud, bilêv kir ku bêngavê di 15-16’ê Cotmehê de Rêveberiya Xweser û Kongreya Star da destpêkirin. Ev pêngav dê hetea 15’ê Sibatê bidome. Di vê pêngavê de dê gelek çalaki û xebatên cuda pêş bikevin. Em ê hem serdanên welatên ereb bikin, em ê meş û civînan li dar bixin. Çalakiya konvedanan dê bidome. Ev hemû çalakî ji aliyê înîsiyatifa gel ve pêş dikevin. Gelê Rojava doza azadiya rêberê xwe dike û ji bo azadiyê çalakiyan li dar dixe. Gel diyar dike ku dê bi çalakiyên kon, civîn, meş û hemû cureyên din daxwaza azadiyê bînin ziman. Konê li Hesekê hatiye vedan eleqeyek mezin dibine. Nûnerên hemû beşên civak û pêkhateyan tên serdana kon û piştgiriyê didin çalakiyê. Kesên tên serdana kon fikr û daxwazên xwe tînin ziman û doza azadiye dikin. Rojê navçeyek dê bên serdana kon. Li vir sînevîzyon tên pêşandan û civîn tên li darxistin. Em çiqas bi şev û rojan li qadan daxwaza azadiyê bikin jî dîsa em deyndarên fikr û felsefeya Rêber Apo ne. Bi tecrîdê di şexsê Rêber Apo de dixwazin vîna hemû gelên azadîxwaz bişkînin. Lê Rêber Abo bi helwest û sekna xwe ya li zindanê hemû planên komplogeran kişandiye û pûç kiriye. Ew bi tecrîd, êrîş û hemû cureyên planên xwe nikarin vîna Rêber Apo bişkînin. Digotin ‘em bi çeken kimyewî li çiyayên azad dixwin’ da ku Rêber Apo dest ji vê dozê berde. Nameyek ji Rêber Apo re şandin û gefa ‘Em ê te jahrînî bikin’ li wî xwarin. Xwestin vîna wî bişkinin. Eger îro ne Rêber Apo bûya dê gelê kurd tune bûbûya.”

Rêber Apo nebiyê sedsalê ye

Rimaa Îsa destnîşan kir ku di her sedsalê de neviyek derdikeve û wiha got: “Rêber Apo jî nebiyê sedsalê ye. Bi peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe. Ereb kirin 22 parçe. Hemû mafê kurdan ji destê wan girtin û kurd bi komkujiyan re rû bi rû hiştin. Bi koçberiyek mezin re rû bi rû man. Rêber Kapo di 50 salên dawî de ev analîz kir û planên wan dît. Di pêvajoya ku kurd ber bi tunebûn û qirkirinê ve diçûn Rêber Apo rabû û got ‘Bes e, divê em çareseriyekê ji pirsgirêka kurd re bibinin. Çima kurd bê welat, ziman, çand û nasname ne?’ Ev tişt hemû li cem kurdan heye. Lê van dewletên serdest kurd pûç kirin û kirin kole. Rêber Apo  rabû kurd ji koletiyê rizgar kir. Kir xwedî çand û ziman. Gelê kurd berê ne di ferqê de bû. Lê êdî gelê kurd xwe nas kir. Bi hezaran kurdan berê xwe dan çiyayê azad. Îro li Rojava 13 hezar şehîd hene. Yên doza azadiyê bike dê bedelên giran jî bide. Ji ber êdî gelê kurd doza azadiyê dike, ev dewletên desthilatdar vê yekê naxwazin. Dibêjin ‘Çawa me Ocalan girtiye ku em kurdan tune bikin, lê çawa dibe ku îro kurd li dijî me radibin. Her kes dizane di dawiya 24’ê Tîrmehê de dawiya peymana wan a Lozanê bû. Li Rojava Şoreşek peş ket. Gel li çar aliyê Kurdistanê rabûye ser piyan û doza azadiya şexsekî dike. Ev şexs kîye ku ew qas kes ji bo wî li qadan û li ser piyan in. Şoreşek li Rojava pêş ketiye. Ev şoreşa jinê ye. Ji ber vê yekê dixwazin Peyman û tifaqa Lozanê dîsa nû bikin. Bi êrîşên li ser Rojava, êrîşên li ser çiyayên azad û tecrîda li ser Rêber Apo dixwazin vîna me bişkînin. Dixwazin plan û itîfaqên nû pêş bixin.”

‘Gel dê rêberê xwe azad bike’  

Mahmud bibîr xist ku êdî ew tu carî paşve gavan navêjin û wiha lê zêde kir: “Îro Rêberê me 25 sal in bi biryar û bawerî di nava çar dîwaran de li ber xwe dide. Gel jî şagirtê wî ye û dê heta rêberê xwe azad bike li ser piyan be. Gel serok û rêberê xwe dixwaze. Divê hemû dinya vê yekê bibhîze û bizanibe. Ev dewletên heq û hiqûqê diparêzin û mafên mirovan diparêzin çima destûr nadin malbat û parêzer biçin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin. Gel tu carî ji dû azadiya rêberê xwe venagere. Eger ji dû azadiya rêberê xwe vegere dê ji dû şehîtên xwe jî vegere. Ev jî ne pêkan e. Gelê Rojava bi ruhekî pir xurt di nava pêngavê de cih digirin. Dizanin ku azadiya Rêber azadiya çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.”

‘Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye’

Rimaa Îsa anî ziman ku li ser daxwaza gel kon vedan û wiha berdewam kir: “Gel got em ê kon dînin. Ji bo azadiya Rêber Apo em ê şev û roja xwe bikin yek. 25 sal in em li ser piyan in. Em ê rêberê xwe azad bikin. Yên em azad kirin Rêber Apo ye. Kon bi girseyî tê ziyaretkirin. Dê heft rojan kon li erdê be. Gelê Dirbêsiyê hatin serdana kon. Di bin kon de sînevîzyon hat pêşandan. Axaftin hatin kirin. Daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman. Hemû kesên tên serdana kon azadiya rêberê xwe xwe dixwazin. Îro Rêber Apo 74 salî ye. Li girava Îmraliyê bê hewa tecrîd din ava tecrîdê dijî. Dixwazin di şexsê Rêber Apo de gel ceza bikin. Çi sûcê Rêber Apo heye di nava çar dîwaran de tecrîd dikin. Tu sûcê rêberê me tune ye. Eger bi rastî jî qanûn û edalet li vê cîhanê heye. Bila li gorî edalet û qanûnan dadgeh bikin. Eger edalet û hiqûq hebûya dê malbat, parêzer û siyasetmedar çûbûna serdana wî. 2 sal û 6 meh bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Malbat û hiqûqnas jê qut in. Her tişt ji ser Rêber Apo hatiye qutkirin. Hin caran CPT diçe. Lê CPT hevkarên kesên ku li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn e. Hêzên Navdewletî CPT’ya xwe ava kirine. Çima kurd û ereb din ava heyeta CPT de tune ye? Çima kesekî mafên mirovan diparêze tune. Ji ber vê yekê mifteya çareseriyê Rêber Apo ye. Mifteya azadiyê gel e. Eger gel Rêber Apo azad neke, dewletên dinyayê mafê Rêber Apo naparêze. 25 sal gelê kurd li ser piyan e. Bi sedan kesan ji bo azadiya Rêber Apo agir berdan bedena xwe. Bi hezaran çalaki hatin li dar xistin. Di mehekê de bi hezaran gel daketin qadan û doza azadiyê dike. Çima? Her kes dizane Nilson Mandela. Gel serokê xwe azad kir. Îro ji bo  Rêber Apo jî wisa ye. Îro bi milyaran kes li pey fikr û felsefeya Apo nin. Ereb, çerkez û pêkhate azadiya rêberê xwe dixwaze.”