3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îro têkoşîna azadiyê ji cîhanê re bûye mînak: Fikrên Ocalan li cîhanê tevgerek ava kir

Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku fikr û felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû welatên cîhanê tê nirxandin û wiha got: “Paradîgmaya Ocalan li cîhanê bûye mînak û tevgerek ava kir.”

Pêngava bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji gelê kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê cotmehê de dest pê kiribû, îro li 160 navendan bi xwendina pirtûkên Rêber Ocalan berdewam dike. Eleqe û xwedîderketina pirtûk û fikrên Abdullah Ocalan pir zêde ye. Dostên kurdan êdî azadiya xwe di azadiya Abdullah Ocalan de dibîne. Ji niha û şûnde jî tê plankirin ku bi sed hezaran kartpostal ji Rêber Ocalan re bişînin Girtîgeha Îmraliyê. Têkildarî xebatên pêngavê û nêzîkatiya dostên kurdan, siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle pirsên Xwebûnê bersivandin. Pirs û bersîv wiha ne:

Dostên kurdan di 10’ê Cotmehê de bi şiyara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li 74 navendan hamleya azadiya Ocalan dan destpêkirin. Hûn vê hamleyê çawa şîrove dikin?

Armanca bingehîn a pêngava 10’ê Cotmehê ku dostên kurdan bi şiyara “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” li 74 navendên cîhanê dan destpêkirin; ew bû ku civakê di asta kurewî de têkildarî rewşa Ocalan hişyar bike û têxe nava tevgerê. Bi vê hişyariyê xwest ku banga çareseriya pirsgirêka kurd a di qada siyasî de ji aliyê gelan û dewletan ve bi hêztir bê bihîstin û gav bên avêtin.

Ji ber ku hikûmeta niha ya Tirkiyeyê li dijî  gelê kurd polîtîkaya şerê taybet hilbijartiye. Polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Xuya ye ku heta hêzên navdewletî zextên zêde li ser Tirkiyeyê nemeşîne, dê Tirkiye ji van polîtîkayên şer venegere.

Armanca sereke ya pêngavê ew e ku li Tirkiyeyê jinûve pêngavek aştî û diyalogê bê destpêkirin. Ji bo ev gav bê avêtin jî berî her tiştî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Birêz Ocalan 24 sal in di şertên hucreyê de li Girtîgeha Îmraliyê tê tecrîdkirin. Bi taybetî ne tenê 33 mehên dawî, 24 sal in di dîroka Tirkiyeyê de di şertên ku mînaka wê li cîhanê tune ye de tê girtin. Di şertên ku bi her awayî têkiliya wî ji cîhanê hatiye qutkirin de tê ragirtin.

Di sala 2005’an de bi guhertina hin zagonan êdî nikare ji berdana bi şert sûdê bigire. Ji ber ku tenê bersûcên di çarçoveya Zagona Têkoşîna bi Terorê re, cezayê muebeta giran stendine, heta mirinê infaza wan didome. Ev guhertina zagonê ne tenê ji bo Ocalan ji bo hemû girtiyên ku cezayê muebeta giran li wan birîne mahkûmî tecrîda heta hetayê ne.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara der barê Tirkiyeyê ya 18’ê Adara 2014’an (No.2) de, xala “Mafê hêviyê” bi bîr xist û diyar kir ku Tirkiyeyê der barê Ocalan de bi cezayê muebeta giran a girtîgehê, mafê berdana bi şert ji destê wî girtiye û bi tecrîdê peymana DMME’yê binpê kiriye. Li gorî DMME’yê, cezayê muebeta girtîgehê herî zêde divê 25 sal bin. Piştî 25 salan divê mafê hêviyê bê nirxandin û bi şert bê berdan.

Bi milyonan welatiyên kurd ku Ocalan wekî rêberê xwe dibînin. Dixwazin kêşeya kurd bi rêya aştî û siyaseta demokratîk çareser bibe.Diyar dikin ku pêwîst e Tirkiye bi Ocalan re muzakereyan bimeşîne. Em di pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015’an de dibînin ku dewletê jî ev yek qebûl kiriye. Ji ber vê yekê ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve, divê bi awayekî xwezayî Birêz Ocalan azad bibe. Armanca sereke ya vê hamleyê jî ew e ku pêngava aştî û çareseriyê ji nû ve pêş bixin. Bi vê hamleyê armanc dikin ku dawî li

pêvajoya şer û tecrîdê bînin. Lê armanca sereke ew e ku berî her tiştî agahiyê ji Birêz Ocalan ê 33 meh in bi temamî ji cîhanê hatiye qutkirin bistînin. Bi vê hamleyê dixwazin agahiyekê ji Birêz Ocalan bigirin. Birêz Ocalan 24 sal in di tecrîda giran de tê girtin. Lê ji Adara 2021’an û vir ve bi temamî ji cîhanê hatiye qutkirin. Bi tu awayî nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev rewş hem li dijî hiqûqa navdewletî ye û hem jî li dijî zagonên Tirkiyeyê ye.

Hamleyê li 74 navendan bi çalakiyên cuda destpê kir. Bi lez û bez li zêdeyî 100 navendan belav bû. Piştre li erdnîgariyek pir fireh a cîhanê belav bû. Ji femînîstên Amarikaya Latîn heta filozof Zizek, zanyar û ramyarên navdar piştgirî dan vê hamleyê. Dîsa ji Timor a Malezyayê heta Nijerya û Afrîqaya Başûr nasnameyên pir cûda tev li hamleyê bûn û piştgiriya xwe anîn ziman. 10’ê kanûnê jî wekî Roja Xwendina Pirtûkên Ocalan hat binavkirin. Di vê hamleyê de li 160 bajarên mezin ên cîhanê bi sedan aktîvist kom bûn û pirtûkên Birêz Ocalan xwendin. Ev çalakî û bername di dîroka siyasî ya cîhanê de ji bo rêberekî gelan ê girtî, çalakiyek herî watedar û berfireh e. Ev cîhanê de mînakek yekem e.

Ev hamle bi taybet ji aliyê dostên kurdan ve hatiye destpêkirin. Hûn vê hamleyê çawa dinirxînin û ev tê çi wateyê?

Têkoşîna azadiya gelê kurd demek pir dirêj e didome. Civakên azadîxwaz û pêşengên cîhanê jî xweza û armanca vê têkoşînê her roj bêtir fam dikin. Her wiha bêtir cudakariya li dijî kurdan dibînin û serwext dibin.

Têkoşîna gelê kurd ji ber ku di heman demê de di aliyê teorî û pratikê de her tim xwe pêş dixe û xwedî konseptek e, îro sînorê têkoşîna rizgariya neteweyî derbas kiriye. Êdî hatiye asta ku ji hemû cîhanê re bibe mînak. Bûye xwedî paradigmaya ku azadiya jinê, demokrasiya raste rast û ekolojiyê dixe navenda xwe. Hemû kes û komên ku li hemû qadên cîhanê belav bûne û em wan wekî dostên kurdan pênase dikin, ji ber ku vê paradîgmayê dipejirînin û diparêzin, hem li pişt wê ne û hem ji bo wê têdikoşin.

Parçayekî vê tekoşînê, di pratikê de tev li vê hamleyê bû û bi hamleyê re bû yek. Ev yek, di dewletên cîhanê de, ne tenê welatên ku zêde kurd lê dijîn, di aliyê mafên mirovan, hiqûq, azadiyê de jî, divê mirov bibîne ku meseleyek gerdûnî ye. Lewra me dît ku Birêz Ocalan di şertên hucreyan têde dîl tê girtin de jî, 5 cîld pirtûkên ku paradigmaya Manîfestoya Azadiyê ya Konfederalîzma Demokratîk vedibêje, pêşkêşî doza DMME’ê kiriye. Me dît ku ev manifesto çawa ji gelên cîhanê re dibe ronahî û hevî. Me dît ku çawa dibe hêz.

Gelê cîhanê bi girseyî xwedî li Rêber Abdullah Ocalan ku li Tirkiyeyê tê tecrîdkirin derdikeve. Hûn vê xwedîderketina gelê cîhanê çawa şîrove dikin?

Çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane, di rastiyê de hemû gelên cîhanê eleqeder dike. Ji ber ku mifteya avakirina rewşek asayî, aram û aştiyane ya Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Di qada kurewî de bi têkoşîna hêzên kurd a li dijî DAIŞ’ê ku gef li hemû gelên cîhanê dixwar, têkoşîn û rastiya tevgera azadiyê bêtir hat dîtin û famkirin. Tecrîdkirina girankirî ya li dijî Birêz Ocalan, 33 meh in didom in. Divê her kes li dijî vê tecrîdê dengê xwe bilind bike. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin divê Ocalan wekî alî û muxatab bê qebûlkirin. Her kes di ferqa vê rastiyê de ye. Lewra hem PKK’ê û hem jî gelê kurd bi milyonan belgeyên îmzekirî îspat kir ku Ocalan rêberê gelê kurd e. Di navbera salên 2013-2015’an de bi awayekî fermî, wekî sermuzakerevanê aliyê kurd, di pêvajoya çareseriyê de cihê xwe girt. Sedema ku îro girseyên mezin li cîhanê vê têkoşînê û vê dozê qebûl dike û lê xwedî derdikeve ev rastiya Birêz Ocalan e.

Piştî pêngava 10’ê Cotmehê, li Ewropa û li welatên cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi hat kirin û dê çi bê kirin?

Li hemû welatên ku kurd lê dijîn û gelek welatên cîhanê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bi rêk û pêk çalakiyên kolanan tên lidarxistin. Li gel çalakiyên kolanan stand tên vekirin. Li van stantan der barê pirsgirêka kurd de kesên cuda tên agahdarkirin. Belavok tên belavkirin. Bang tên kirin. Konser tên lidarxistin. Fîlm û sînevîzyon tên pêşandan. Şahiyên çandî tên amadekirin.

Li gelek bajaran meşên girseyî tên lidarxistin. Daxuyanî tên tayin. Panel û semîner tên amadekirin. Gelek çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin. Ev çalakî didomin.

Di pêvajoya bê de jî di çarçkoveya hamleyê de, li gelek welatên ewropa ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan, tê plankirin ku bi sedhezaran kartpostal ji bo Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê re bên şandin.

Di rojên dawî de pirtûkên Rêber Ocalan têne xwendin. Armanca vê xebatê çi ye?

Bêguman armanca vê hamleya xwendinê fikr û felsefeya Birêz Abdullah Ocalan li gelên cîhanê belav bike û bide famkirin. Wekî ku min di pirsa berê de jî got; ji bo kesên ku dixwazin fikr, felsefe, cîhan û nêzîkatiya siyasî ya Birêz Ocalan fam bike û nas bike, her wiha ji bo perspektifa wî ya der barê meseleya kurd de fam bike, pirtûkên Ocalan çavkaniyek gelek mezin û girîng e. Ji ber vê yekê çalakiyên xwendina pirtûkên Ocalan, di nava civak û koman de diyalog û niqaşên li ser fikrên Ocalan pêş dikevin. Ev xwendin dibe sedem ku nerînên cuda bên parvekirin û têkildarî mijarê fikrên nû pêş bikevin. Çalakiyên xwendina pirtûkan, di heman demê de ji bo piştgiriya azadiya Abdullah Ocalan û ji bo avakirina tevgera civakî ye.

Dostên Rêber Ocalan û kurdan, fikrên Ocalan çawa dinirxînin. Çawa xwedî lê derdikevin?

Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan ava kiriye, li qadek mezin a kurewî, tevger û çalakiyek ava kir. Kesên vê paradigmayê qebûl dikin, fam dikin ku meseleya kurd ne tenê herêmî ye. Wekî meseleyek navneteweyî digirin dest. Dostên kurdan qebkûl dikin ku dê gelek pirsgirêkên wekî pirsgirêkên zayendî yên çînî û neteweyî yên ji ber modernîteya Kapîtalîst pêş ketine, bi rêya paradigma û fikrên Ocalan çareser bibin.

Ji bo tecrîda li dijî Rêber Ocalan bi dawi bibe di qada  diplomasiyê de çi tê kirin û dê çi bê kirin?

Bang li saziyên wekî CPT’ê tên kirin. Li pêş NY’ê daxuyanî tên dayîn. Kesên xwedî nasnameyên siyasî bang li raya giştî dikin. Ev çalakî bi rêk û pêk didomin. Wekî din ji bo rêxistina PKK’ê ji lîsteya “terorê” bê derxistin, kampanyayên pir berfireh tên amadekirin.

Eleqeya civaka navneteweyî ya di vê mijarê de pir zêde ye. Ev eleqe ji bo çareseriya diplomatik jî dê bingehekî ava bike. Ev hamle dê di qada diplomasiyê de jî gavan bêtir bide avêtin û bandorek mezin çeke.

Ez dixwazin bi rêya rojnameya we bang bikim. Li ku dijîn û çawa dijîn bila bijîn, ez dixwazin hemû gelê kurd, bi hemû hêza xwe tev li vê hamleyê bibin. Ez dixwazin çalakiyên demokratîk, afirîner pêk bînin. Çalakiyan rengîntir bikin. Lewra têkoşîna gelê me ya azadiyê ku nêzî sed sal in didome û têkoşîna di pêşengtiya Birêz Ocalan de 50 sal in didome, em bêtir nêzî azadiyê kiriye. Em îro xwedî têkoşînek in ku hemû gelê cîhanê bi sempati li têkoşîna me dinere. Ji bo em vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin, divê her kes li cih û warê xwe, bi hemû hêz û fikra xwe pêk bîne û xwe tev li vê pêngav û têkoşînê bike.

Hatîp Dîcle kî ye?

Di sala 1954’an de li Amedê ji dayik bû. Li Zankoya Înşaatê ya Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê xwend. Di Komeleya Çanda Rojhilat a Şoreşger de cih girt. Di sala 1991’an de bû parlamentere Amedê. Di heman salê de tev li HEP’ê bû. Di 12’ê kanûna 1993’an de bû Serokê Giştî yê DEP’ê. Di sala 1994’an de hat girtin û 10 salan girtî ma. Di 2004’an de hat berdan û dîsa xebatên siyasî berdewam kir. Di sazumankariya KCD’ê de cih girt. Di 24’ê kanûna 2009’an de di operasyona KCK’ê de hat girtin. Di 29’ê hezîrana 2014’an de hat berdan. Niha li Ewropayê xebatên siyasî didomîne.