3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêrîtan Xalid: Li hember gelê kurd tu şansê serkeftinê yê dewleta tirk tuneye

Rojnameger Bêrîtan Behrem Xalîd der barê êrîşên dewleta tirk de ev tişt anî ziman: “Bila rejîma faşîst a tirk zanibe ku li beramberî neteweyeke ku bûye fedaî tu şansê wê yê serketinê tune ye.”

Dewleta tirk ji 23’ê kanûnê vir ve li dijî gund, navend, kargeh û nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşan pêk tîne. Ji aliyê rêverberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat ragihandin ku di van êrîşan de 8 sivîl jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 18 kes jî birîndar bûne.

Her wiha ji aliyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve hat ragihandin ku cihê êrîş lê pêk tên tu hêzên wan nînin.  Êrîş li ser sazî û navendên xizmetguzariyê û sivîl tên kirin.

Pêşkeşvana Rohanî TV Bêrîtan Behrem Xalîd der barê armanca êrîşên dewleta tirk de ji Rojnameya Xwebûnê re axivî.

Pêşkeşvana Rohanî TV Bêrîtan Behrem Xalîd di destpêka axaftina xwe de got êrîşên ku hatine destpêkirin bi gefxwarina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ya li Meclisa tirk, destpêkirin û ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk di êrîşên xwe de weke her carê binesazî û pêwistiyên navendên pêjiyaniyê hedef digire. Cihên xizmetguzerî dike armanc ku bi milyonana xelk debara xwe jê dike. Êdî ji aliyê herkesê ve tê zanîn ku dewleta tirk êrîşî gepa nanê xelkê dike û bi her awayî dixwaze vîna gel bişkîne. Heger em behsa armancên dewleta tirk bikin ew bi xwe nayên jimartin, lê ya herî ber bi çav ew ku dixwaze rê li pêşiya pêleke nû ya êrîşan veke. Armanc dike ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi xwîna bi hezarên şehîdan hatiye bidestxistin têk bibin. Di şoreşa Rojava de gel stûna sereke bû, bi her awayî li hember dijmin sekinîn û li kêleka hêzên xwe li ber xwe dan. Ev yek zora dewleta xwînmij dibe, dibên çawa gel û hêz yek in. Lewma bi her awayî hewl didin ku vê yekitiyê ji holê rake. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze vîna gel bişkînin, lê ew nizanin ku xelkên Rojava xwedî vîneke ji pola ne.”

Sedema bêdengiyê

Bêrîtan Behrem Xalîd di axaftina xwe de van gotinên Erdogan ên ji bo êrîşa Hamasê ya li ser nexweşxaneya Xazeyê bi bîr xist “Binerên niha Îsraîl av li ser Xezayê birîn. Mafê mirovan li kur ma. Gelo hûn dipirsin, bê niha rewş li nexweşxaneyên Xezayê çawa ye? Bêwijdan û rehm in, mizgeft û nexweşxaneyan bombe dikin. Li her deverê didin. Dema ev hemû têne kirin, deng ji tu kesî dernakeve.” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew di gotina xwe de rast dibê lê di pratîka xwe de berovajiyê vê yekê dike. Di her fersendê de fermana kuştina kurdan, jin û zarokan dide. Bi balafiran çavkaniyên jiyanî yên bi milyonan kesî hildiweşîne. Dema şerê Îsraîl û Xeza her kesî dîmen belav kirin, gotin kirin û gotin ya ku pêk tê li dervî mafê mirovan e. Hemû welatên cîhanê bertek nîşanê êrîşên Hamasê dan, lê dema mijar dibe kurd her kes xwe li bêdengiyê datîne. Her kes piştgiriya dewleta tirk û parastina desthilatdariya wê dike. Dewleta tirk jî hebûna xwe li ser xwîna kurdan mîsoger dike.”

Tu windayên HSD’ê tune ne

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê daxuyaniyek da û got tu windahiyên wan nîne. Bêrîtan Behrem Xalîd têkildarê mijarê de wiha axivî: “Dewleta tirk gelê me, çavkaniyên aboriyê û saziyên demokratîk yekser kirine hedef. Di encamê de ji gelê me 8 sivîl şehîd bûn û 18 sivîl jî birîndar bûn. Ji encamên ku derketine holê tê fêmkirin ku bê dewleta tirk êrîşî kê dike. Di rastiyê de ew raste rast êrîşî gelê kurd û destkeftiyên wan dike. Dewleta tirk a faşîst û şefê wê Erdogan bi rêbazên herî qirêj raya giştî ya hundir û derve dixapîne. Xwe dispêrin derewa ku dibêjin êrîşî hêzên HSD’ê kirine û ji hêzên HSD’ê gelek windahî çêbûne. Lewma pêwîste tevahiya raya giştî zanibe ku tu şervanên HSD’ê di van êrîşan de jiyana xwe ji dest nedaye. Bila rejîma faşîst a tirk zanibe ku li beramberî neteweyeke ku bûye fedaî tu şansê wê yê serketinê tune ye. Pêwîste gel qadên xwe û şoreşa xwe bi çalakiyên xurt biparêze.”

‘Divê berxwedan bê mezinkirin’

Pêşkeşvana Rohanî TV Bêrîtan Behrem Xalîd di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rêbaza xweparastinê di nava gel de bi hevgirtinê pêş dikeve. Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hev re parastina vê xakê dike. Êdî xelk gihiştiye wê baweriyê ku wê bi xweparastinê û destekdayîna ji hêzên xwe re dagirker û dijminên xwe têk bibin. Saziyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî tevî ewqas astengî û kelemên li pêşiya wan ji bo parastina vî gelî û parastina vê dozê xebateke bêhempa didin meşandin. Ew her çi dibe xwedî li soz xwe derdikevin û dev ji vê xeta parastina gel bernedin. Lewma pêwîste gelê me amade bin û asta parastin, xweparastinê û mafên rewa bilind bikin. Pêkhateyên herêmê, rêxistinên civaka sivîl, nîştimanî û siyasî divê ji her demê bêtir hevgirtî bin. Divê ji bo parastina destkeftiyên dîrokî berxwedanê mezin bikin.”