4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye, serkevtina Rojava serkevtina Kurdistanê ye

Nebêjin, gava Rojava bikeve, wê AKP zîv û zêran bi me veke. Kurdistan tenê bi saya xwedîlêderketineke ji aliyê hemû kurdan ve dikare azad bibe, ew jî îro di cewherê Rojava de xwe dide der. Ger Rojava azad bibe, ewê bibe azadiya giştiya Kurdistanê.

Di vê çileyê zivistanê de dewleta Tirk bi hezaran leşkerên xwe bi ser qadên gerîlan de dişîne, da ku wan bikuje. Ji sala 1983an û vir ve ev qad di bin bandora hêzên gerîlayên kurd de ne û ji wan salan û vir ve her dem li ser vê erdnîgariyê êrîşên dewleta tirk ên bejayî û hewayî tên kirin, lê heta îro jî bi ser neketine.  Ev çel sal in êrîş bi ser qadên gerîlayên kurd de çêdibin. Di salên destpêkê de bi topên hawin û helîkopterên asayî êrîş dikirin, piştre topên obus ên menzîldirêj anîn, piştre helîkopterên kobra û balefirên F16 anîn, niha jî balefirên bêçek bi kar tînin. Her roja tê teknîka xwe û kujêriya xwe bilindtir û xurtir dikin, lê tevî vê jî nagihêjin armanca xwe û nikarin ji wê erdnîgariyê gerîlan dûr bixin.

Ew gava vê zivistanê bi piştgiriya bombebarandinên bêsînor leşkerên xwe dişînin ser kozik û çeperên gerîlayên kurd, xeyala kuştina çend gerîlan û bi propagandeyeke serkevtinê bikaranîna vê ya di hilbijartinên biharê de dikin. Pêşiyên kurdan gotine, yê here girtina masiyan wê qûna wî şil bibe. Ger tu diçî kuştina hin kesan, divê tu kuştina xwe jî bidî ber çavan. Na, tu dibêjî, ez dewlet im, mafê min heye, ez herim kesên lê rast bêm bikujim. Tu mafê kuştinê di xwe de dibînî, lê tu mafê xweparastina kesên werin kuştin, naxwazî bibînî û qiyametê radikî.

Di operasyona bi ser gerîlan de, gerîlayên di kozikên perwerdeyê de xwe parastin û encama vê parastinê çend leşkerên tirk hatin kuştin; kêmbûn an zêdebûna kuştiyên êrîşkaran ewqasî ne girîng e, ya girîng helwesta êrîşkar e.

Tu diçî kuştinê, lê tu têyî kuştin û pê re tu dîn û har dibî. Çima? Ger mafê te yê kuştinê heye, divê mafê wan kesan yên xweparastinê jî hebe û divê tu li hember mafê parastinê rêzdar bî. Hemû zagonên navnetewî yên mafên mirovan mafê parastina jyana xwe ya li hember êrîşê rewa dibînin (Binêre li Peymana parastina mafê mirovan a Ewropayê). Yanî zagon dibêjin, Te dît kesek bi armanca kuştin, birîndarkirin an xisardayînê bi ser te de tê, mafê te heye, tu bi her awayî xwe biparêzî, da jiyana xwe ji dest nedî. Ha! Ger tu li bajarekî Ewropayê bî, mafê te heye, tu hawara xwe bibî polîsan û kujêr an êrîşkar bispêrî wan. Lê li ciyekî wek Rojhilata Navîn, ku dewletan dîktatorî, desthilatî, zordarî, kujêrî û xwînrijî ji xwe re kirine karê jiyana rojane, tu hawara xwe tenê dikarî bibî xwe. Divê tu xwe biparêzî. Ew jî wiha dibe: Yan tê bihêlî ew were û te bikuje û dayika te li ser te bigirî, ger termê te yan hestiyên te bi dest bikeve! Lê na, yan tê li ber xwe bidî û li şûna dayika te bigirî, ger hebe bila dayika yên kujêr û êrîşkar bide girî.

Tişta di van rojên dawî de li Zap, Metîna, Qendîl û derdorê diqewime bi cewherî wisa ye. Dewleta tirk bi hêza xwe ya leşkerî û teknîka kujêr êrîşî ser ciwanên kurd kiriye û xwestiye çend ji wan bikuje, ciwanên kurd jî li ber xwe dane û xwe parastine û di encama vê parastinê de hin ji kujêr û êrîşkaran mirine. Niha ji vê yekê asayîtir û rewatir tiştek nîn e. Lê ji meclîsa tirk bigir heta ker û kûçikên wan tev rabûne ser lingan û diqêrin û hêrs dibin, dibêjin, waaa, çawa ev kes dikarin leşkerên me bikujin, emê cîhanê li serê wan bikin tara bêjingê. Yanî diviya di operasyona dewleta tirk a bi navê Pençe-Kilit de ku ev sê-çar sal in wek rêzefîlman bi navên pençe 1, pençe du, pençe 3, pençe-kartal, pençe-kaplan, pençe-kartal-2, pençe şîmşek, pençe yildirim û hwd… ji gulana 2019an û vir ve tên domandin bi sedan gerîlayên kurd hatibana kuştin û yekî ji wan jî li ber xwe nedaba û bigota fermo, werin min bikujin, mala we ava ku hûn me dikujin. Artêşa tirk li vê hêviyê bû û ji leşkerên xwe re jî wisa dibêjin: Emê herin, bibînin, bikujin û werin. Leşkerên qaşo lawên gel jî bi dilbijiya nêçîrê, vê berf û pûka hanê derdikevin navsera çiyan û qul bi qul li kurdekî ku karibin bikujin û dilê xwe û fermandarê xwe rehet bikin digerin. Miletê tirk û dayik û bavên wan leşkeran jî ji zaroyên xwe re serkevtinê dixwazin û li hêviya agahiyên Ajansa Anadoluyê ne, ku bibêje, me 10-15-20-30-40- 50 gerîlayên kurd kuştin û em serkevtî vedigerin mala xwe. Çi çîrokeke xweş! Lê hesabê malê herdem li yê sûkê bi hev nake. Vê carê şûna gerîlan leşker hatin kuştin û êdî qiyamet rabû. Êrîşa ser qadeke gerîlan veguhêzî êrîşeke ser tevayiya kurdan û bi taybetî ser Rojava. Niha ev jî neheqiyeke mezin a dewleta tirk e. Leşkerên te li Zap û Metînayê hatine kuştin, tu êrîşê dibî ser Kubanê û Qamişloyê. Leşkerên te bi çekan hatine kuştin, tu êrîşê dibî ser çalên neftê, ambarên genim û binesaziya gel. Ne rojek, ne du roj, ne carek, ne du car… Tu çi ji vî gelê mazlûm dixwazî. Tu ewqasî xurt û bihêz û ji xwe razî û bawer î, here ciyê leşkerên te lê hatine kuştin, şerê xwe bidomîne. Çima tu ji wir teriya xwe dixî nav şeqên xwe û baz didî, çima tu bi harîtî êrîşî ser Rojava dikî? Ma jin û zarokên Rojava hatin, Zap û Metînayê û leşkerên te kuştin? Yanî dewleta tirk bi êrîşkirina ser Rojava ya bi mahneya kuştina leşkerên wî, dixwaze vê yekê bibêje; Kurdino, hûn tev ji bo min yek in, ger kesek ji we li ser heyvê jî êrîşî min bike, ezê li ser ruyê erdê tola xwe ji we hilînim.

Belê tişta dewleta tirk li hember gelê Rojava dike tolhildan e. Li gor ku tu nikarî bi gerîlan, çima tu nabêjî çîzzz û li ser teriya xwe rûnanî, lê çima tu êrîşî ser gelê Rojava yê mazlûm dikî?

Ka parastina gelê Filistîn li hember êrîşa Israîlê rewa û êrîşa Israîl a bi ser gelê Filistînê de ne rewa bû? Ka kuştina jin û zarokan qetlîam bû. Ka xerakirina binesaziyê dijmintî û nemirovî bû? Çima hûn li hember pirsgirêkên din, dibin mafparêz û mirovhez, çima li hember kurdan hûn dibin mafnenas û mirovkuj?

Ji vê yekê, ji xwe tirk ji xwe re ne fedî dikin, ne dersê derdixin û ne jî dîn û vijdan bi wan re heye. Ew gava kurdekî dibînin, tenê kolekirin, kuştin, înkarkirin û hwv. tê bîra wan.

Lê ya girîng, çi tê bîra kurdan. Kurdên ji bo Filistînê daketin qadan û Israîl şermezar kirin, gelo çima ji bo Rojava danakevin kolanan û dewleta tirk şermezar nakin? Gelo hûn kurtêlxwarên li ber deriyê AKPê bûn, ji bo wê hûn bi devê AKPê li HEMASê xwedî derdiketin û xwe ji Rojava dûr digirin?

Lê vê yekê zanibin, ger Rojava ji bo dijmin şîv be, hûn tev jî paşîv in. Nebêjin, gava Rojava bikeve, wê AKP zîv û zêran bi me veke. Kurdistan tenê bi saya xwedîlêderketineke ji aliyê hemû kurdan ve dikare azad bibe, ew jî îro di cewherê Rojava de xwe dide der. Ger Rojava azad bibe, ewê bibe azadiya giştiya Kurdistanê. Ji bo wê parastina Rojava, parastina Kurdistanê ye. Rabin ser xwe û dakevin qadan. Êrîşên ser Rojava, Qendîl û hemû qadên gerîlan û destkevtiyên kurdan biparêzin. Bi yek dengî biqêrin: Serkevtina Rojava serkevtina Kurdistanê ye, ev jî di destê me de ye, gava em bibin yek û lê xwedî derkevin.