5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Em ê dengê xwe bilindtir bikin’

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 24’ê kanûnê de li navçeya Rezan a Amedê bi diruşmeya “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya xwe ya asayî li dar xist. Ji bo kongreyê ciwan ji gelek bajarên cuda beşdarî kongreye bûn. Her wiha ji welatên cuda ji bo kongreyê peyamên piştiriyê hatin şandin. Di kongreyê de herî zêde peyama ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah derket pêş.  Em der barê kongreyê û daxwazên ciwanan de, bi endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê  Ferman Çetîner, Emrûllah Îktop û Abdulsamet Tûran re axivîn.

Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Ferman Çetîner anî ziman ku armanca dewleta tirk ew e ku ciwanan ji rastiya wan dûr bixin û ev tişt got: “Bi tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan, dixwazin laşekî bihêlin. Lê ew çi bikin jî dê negihêjin mexseda xwe. Dibe ku birêz Ocalan, heps bikin, lê nikarin fikr û ramanên wî heps bikin. Bi milyonan kurd xwe li ser fikrên Abdullah Ocalan bi rêxistin dikin. Lê em vê têkoşînê bi tecrîda heyî naqedînin. Elbet hedefên me jî hene. Heta ku em negihêjin hedefên xwe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. 46 sal in em têdikoşin dema pêwîste be em ê 46 salên din jî têbikoşin. Vî 33 mehên ku tecrîdê mutleq kirine nayê wê wateyê ku birêz Ocalan ji bo me qediyaye. Hê bêhtir hêrsa me radikin.”

‘Pêdivî bi çalakiyan heye?

Çetîner, destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Rêbere PKK’ê Abdullah Ocalan pêk bê, pêdivî bi tekoşînê heye û wiha got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê li girtîgehan hatine destpêkirin. Ji bo vê pêngavê meş ango çalakiyên cuda hebin wek ciwan em ê jî tev li bibin. Divê li metrepolan jî çalakî bên lidarxistin.”

‘Pêwistî bi yekitiyê heye’

Endamê meclisa ciwanan Emrûllah Îktop da zanîn ku dewlet bi tecrîdê dixwaze Abdulla Ocalan ji bîra civakê bibe û wiha got: “Bi van polîtîkayan dixwaze têkoşîna kurdan a 46 salan bide qedandin. Dewlet dixwaze ciwanên kurd ji rêya heqîqetê dûr bixe û di nava asîmîlasyonê de bixeniqîne. Ger em vî tiştê wisa qebûl bikin em ê negihêjin tu armancekî. Ji bo Rêbertî û Kurdistanê divê ku em dengê xwe bilintir bikin. Greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane pêşiya xwe rêyek bi rûmet e. Divê en jî li derve karibin xwe tev li vê pêngavê bikin. Pêwîstiya me bi yekitiyê heye ango em ê nebin neteweyeke serbixwe. Ji ber vê jî banga me li hemû kesan e ku ji xewa xefletê şiyar bibin. Tecrîd li dijî rûmeta gelê kurd e û heqareteke mezin e. Heta kengê em ê ji dewletê re kole bin.”

Gelê kurd li ber xwe dide

Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Abdulsamet Tûran jî bal kişand ser têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê dide meşandin û wiha axivî: “ Ji sê salan zêdetir e ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Kes nizane ka rewşa wî çi ye çawa ye. Ji bo ku gelê kurd ji rewşa wî haydar bibe divê berxwedan û piştgiriyeke mezin bidin destpêkirin. Gelê kurd ji têkoşînên bi vî awayî re ne xerîbin. Kurd dikarin bi her awayî li ber xwe bidin. Ev tecrîd ne sê sal in, bi sed salan e ku li ser kurdan didin meşandin. Lê mixabin di vî 25 salê dawî de hê bêhtir kûr bû. Ev jî ji faşîzma desthilata AKP’ê vir ve mezin dibe. Lê dîsa jî ev pergal çi bike bila bike dê gelê kurd li ber xwe bide.”

‘Em ê berxwedanê mezin bikin’

Tûran bal kişand ser hevkariya dewleta tirk û CPT’ê ya tecrîdê û wiha bi dawî kir: “Ev lîstikên ku li ser gelê kurd tên meşandin bi hevkariya dewletên emperyal û CPT’yê ve tên meşandin. Bi vê tecrîdê dixwazin gelê kurd ji Abdullah Ocalan bê agahî nehêlin. Em ji bo van çalakiyên girevên birçîbûnê jî dibêjin bila herkes li nirxên xwe xwedî derbikeve. Em ê jî wek Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê her tim li ber xwe bidin.  Em ê berxwedanê mezin bikin û weke çirûskên agir li her qadê belav bikin.”