5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiyên di greva birçîbûnê de li benda mezinkirina piştevaniyê ne

Malbatên di Nobeta Edaletê ya li Wanê de diyar kirin ku xizmên wan ên di girtîgehê de li benda mezinkirina piştevaniyê ne.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 34 meh in tu agahî jê nayên girtin. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, di 10’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanyaya navneteweyî hate destpêkirin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyayê de di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin û çalakî di roja 31’emîn de didome. Her wiha xizmên girtiyan jî bi heman mebestê di 4’ê kanûnê de li Amed, Mêrsîn û Edeneyê, di 5’ê kanûnê de li Wanê û di 13’ê kanûnê de jî li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin.

Nobeta edaletê li Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê tê lidarxistin. Xizmên girtiyan ên tev li nobetê bûne, bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehan û gotin ku ji bêdengiya derve ya li hemberî girtiyan aciz in.

Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Xemê Aydin, di şexsê kurê xwe yê girtî Rojhat Aydin de ku nexweş e, ji bo hemû girtiyan daxwaza azadiyê kir. Aydin, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha got: “Divê em tevek piştgiriyê bidin vê çalakiya girtiyan. Hewceye em têkoşînê mezintir bikin.”

Kurdê Aydin ev 9 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin. Aydin, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên kurê xwe û ev tişt anî ziman: “Tiliyên wî yên rast û çepê birî ne. Di destê wî û çavê wî de parçeyên şarapnalê hene. Niha di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Piştî salekê min duh karî biçim hevdîtina wî. Dema em diçin girtîgehê gelek zehmetiyan dikêşin. Heke em neçin jî hişê me li ser wan e. Ev 9 sal in girtî ye û hêj di hucreya yekkesî de tê ragirtin.”

Êdî dakevin kolanan

Ji çalakvanan Kevser Bîtîk jî got ku girtî ji ber bêdengiya li derve gelek aciz in. Bîtîk, diyar kir ku hefteyek berê çûye serdana kurê xwe Sînan Bîtîk ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê û wiha got: “Greva birçîbûnê ya li girtîgehan bi roja ye didome. Ji bêdengiya li derve pir aciz in. Divê em bibin dengê wan. Bi grevên birçîbûnê re zextên li ser wan girantir bûn. Tekane daxwaza girtiyan ew e ku gel rabe ser pêyan. Dixwazin gelê kurd dengê xwe derxîne, biçin pêşiya girtîgehan û dakevin kolanan.”

‘Ev zilm nayê qebûlkirin’

Yek ji çalakvanên Nobeta Edaletê jî Nebahat Abî ye. Li girtîgehên Erzirom û Wanê du biraziyên wê girtî ne. Abî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan li tevahiya girtîgehan belav bûye û wiha bi dawî kir: “Divê em vê zilmê qebûl nekin. Em ne ji Ocalan ne jî ji zarokên xwe agahiyan digirin. Ev yek ji bo me zehmet e. Ji bo ku bi Ocalan re hevdîtin bê kirin me ev nobet da destpêkirin. Em dixwazin girtî bên berdan û cenaze ji girtîgehan dernekevin. Yên niha di girtîgehan de ji ber ku ziman û hebûna xwe parastin lewma girtî ne. Kurdan dikujin, dixin girtîgehan û dengê wan qut dikin. Lê gelê kurd têdikoşe û dê têbikoşe. Ne tenê raya giştî ya Tirkiyeyê, divê qada navneteweyî jî li dijî van bêhiqûqiyan bihestiyar tevbigere. Lê hemû cîhanê çavên xwe ji vê zilmê re girtine. Girtî, li dijî bêhiqûqiyan û ji bo Rêber û gelê xwe dest bi vê çalakiyê kirin. Divê her kes bibe dengê vê çalakiyê.”