spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îşkenceya li kurdbûnê naguhere

Rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Zeynep Karayilan, diyar kir ku her diçe îşkence zêde dibe û ev tişt got: “Rêbaz û cihê îşkenceyê diguhere lê rastiya îşkenceyê û rastiya ku kurdbûn tê îşkencekirin naguhere”

Li Tirkiyeyê, ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê îşkence û zordarî bûye rêbazeke rêveberiya Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de tevî ku bi qanûnan hatiye qedexekirin jî hem li girtîgehan hem jî li derve kesên ku mîna AKP-MHP’ê nafikirin bi îşkenceyên hovane re rû bi rû dimînin. Bi îşkenceyê re polîtîkayeke kûr a tecrîdê tê meşandin. Tecrîda ku li Girava Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest pê dike roj bi roj li tevahiya qadên civakî berbelav dibe. Desthilat bi vê polîtîkayê dixwaze civakê kontrol bike û ji bo vê jî gelek kesan bi rêbazên cuda di îşkenceyê de derbas dike.

Rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Zeynep Karayilan, der barê mijarê de ji rojnameya me re axivî. Zeynep Karayilan, diyar kir ku di demên dawî de li tevahiya Tirkiyeyê lê bi taybetî jî li Amedê îşkenceya ku ji aliyê polîs û leşkeran ve li welatiyan tê kirin zêde bûye û wiha got: “Li kolanan li ber çavê gelek kesan îşkence tê kirin. Lê tevî gelek dîmen û wêneyên jî sûcê îşkenceyê bi sepandina polîtîkaya bêcezakirinê ya li hemberî hêzên dewletê nayê lêkolînkirin. Dema sûcdar hêzên dewletê bin lêpirsîn nayê destpêkirin. Biryarên derqanûnî tên dayîn. Ev yek nîşan dide ku di hemû dozên ku kiryar hêzên dewletê ne prosedureke îmtiyazê ya dadkirinê tê sepandin û biryarên derqanûnî tên dayîn.”

Gel ditirsînin

Karayilan, ji bo mînakên îşkenceyê jî ev agahî dan: “Her diçe dewlet bi polîtîkaya bêcezakirinê re îşkencêya li ser kurdan zêde dike. Di 12’ê tîrmehê de li gundê Tûralî yê navçeya Licê hêzên dewletê îşkence li 4 kesan kirin. Destê wan bi pişt wan ve kelepçê kiribûn. Dema îşkence li welatiyan tê kirin ji aliyê hêzekî dewletê ve dîmen tên kişandin û li ser medya dijîtal tê parvekirin. Ji ber vê yekê ji bilî îşkencêyê sûcê tehrîkirina gel a kîn û dijminahiyê dikin. Herî dawî  bi heman rengî li Farqînê îşkence li malbateke koçer hat kirin û ferdên malbatê bi îşkenceyê hatin binçavkirin. OHD ji bo tespîtê çû cihê bûyerê. Lê ji ber ku malbatê tirsandine, ji gilîkirinê jî ditirse. Tevî hewldanên me jî tu daxwazên me ji aliyê malbatê ve nehatin qebûlkirin. Konên wan dişewitînin û wan ditirsînin.”

Di berdewamê de Karayilan, got ku gelê kurd bi rêbazên cuda yên îşkenceyê re rû bi rû ye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Tecrîd û muameleya xerab cureyên îşkenceya girtîgehê ne. Lêdan û zordarî cureyên îşkenceya di bin çavan de ne. Hêzên dewletê bi armanca şerê taybet bi jinên ciwan re tekîlî datînin. Ev tundiya derûnî û fizîkî şêweya îşkenceya li jinan ne. Her wiha revandina cenazeyan û xerakirina goristanan rewşa îşkenceyê ya li ser miriyan e. Mînak bêrêziya li dijî cenazeyê girtî Şakir Tûran û gora gerîlaya HPG’ê ku li Sêrtê hat rûxandin. Ji bilî îşkenceya ku li bedena miriyan tê kirin, bi aşkera îşkence li bîranîna wan û xizmên wan jî tê kirin.”

‘Rastiya îşkenceyê naguhere’

Karayilan, got ku rêbaz û cihê îşkenceyê diguhere lê rastiya îşkenceya ku li kurdan tê kirin naguhere û wiha pêde çû: “Em dibêjin tecrîd îşkence ye û îşkence sûc e ku li mirovahiyê tê kirin. Weke ku tê zanîn nêzî 2 sal û nîvan e tu xeber ji birêz Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Mafên bingehîn ên girtiyan ên wekî mafê telefon, name, dîtina malbatê û parêzeran ku di qanûna înfazê de cih digirin, bi hinceta cezayên dîsîplînê nayên bikaranîn. Berovajî qanûna înfazê û destûra bingehîn, mafên mirovan ên ji bo ragihandin, haydarkirinê û parastina jiyana malbatî û taybet ku di qanûnê de bi zelalî hatine diyarkirin, tên binpêkirin. Îşkence û tundî hem li girtîgehan hem jî li derva pir zêde bûye. Îşkence bi girankirina tecrîdê bêtir berbelav bûye.”

Di dawiya axaftina xwe de Karayilan, ev tişt anîn ziman: “Şert û mercên giran tên danîn, pêdiviyên girtiyan ên ji bo ragihandinê nayên bicihanîn. Daxwazên girtiyên nexweş nayên bicihanîn û îşkence li girtiyan tê kirin. Her wiha em dikarin bibêjin ku tecrîd ne tenê li girtîgehan tê kirin, li jiyana civakî, ziman û çanda gelê kurd tê kirin. Bi rastî jî em dikarin bibêjin ku tecrîd polîtîkaya dewletê ya sed salî ye. Ji bo edaleta civakî û aştiyeke birûmet divê di zûtirîn demê de tecrîd ji ser hemû girtiyên siyasî bi taybet jî ji ser birêz Ocalan bê rakirin. Ev jî bi civakeke rêxistinbûyî pêkan e. Tenê bi rê û rêbazên hiqûqî nayê çareserkirin. Ji bo mexdûrên îşkenceyê em ê her cure piştgiriya hiqûqî bikin. Em ê pêvajoyên hiqûqî bişopînin.”