27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîl: Heke pêwîst bike em ê êrîşî Beyrûtê jî bikin

Wezîrê Parastinê yê Israîlê Benny Gantz gef li Libnanê xwarin û got heke pêwîst bike dê artêşa wan êrîşî Libnanê bike. Beni Gantz nerazîbûna xwe ji Hizbulaha Libnanê anî ziman û wiha got: “Em ji şer re amade ne û heke pêwîst bike emê êrîşî Beyrût, Seyda û Sûr bikin.” Gantz şerê 1982’an bibîr xist ku wê demê Israîl êrîşî Libnanê kir û paytext Beyrûtê 88 rojan di dorpêçeke dijwar de hişt ta ku 12 hezar şervanên filistînî ji Beyrûtê derketin û pê re jî Israîlê dorpêça xwe bidawî kir.

Wezîrê israîlî li ser hesabê xwe yê dijîtal jî gefên xwe berdewam kirin û wiha nivisî: “Heke dewlet ji me bixwaze em operasyoneke leşkerî li dijî Libnanê bikin, dê operasyoneke bi hêz û bi pîvan be, em ê bihêlin ku Hizbulah û dewleta Libnanê berdêlekî mezin bidin.”

Ji aliyekî din ve piştî van gefên xwe behsa rêyeke din a aştiyane jî kir û got ku şerê wan ne bi welatiyên libnanî re ye û ew şer naxwazin lê divê sînorên deryayî yên di navbera Libnan û Israîlê de werin sererastkirin û di wî warî herdu alî li hev bikin.

Serokê Israîlê Isaac Herzog jî beriya çend rojan behsa pirsgirêkên di navbera Libnan û Israîlê de kir û wiha got: “Tu pirsgirêkeke ku neyê çareserkirin di navbera hikûmet û gelê Israîl û Libnanê de tune ye, têkoşîna me li dijî destwerdana rejîma Îranê ye ku dibe sedema hemû pisgirêkên Libnanê û aramiya herêmî têk dibe.”