11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê bang li welatiyên xwe kir ku ji Tirkiyeyê derkevin

Îsraîlê diyar kir ku ewlehiya welatiyên wan li Tirkiyeyê nîne û banga lezgîn li wan kir ku Tirkiyeyê biterikînin.

Di 7’ê Cotmehê de Hamasê êrişî Îsraîlê kir ku şerek berfireh di navbera her du aliyan de destpêkiriye. Ji her du aliyan jî bi hezaran jiyana xwe ji dest dane. Duh nexweşxaneya El-Mamedanî ya li Xezayê hate hedef girtin û encamê de herî kêm 500 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dayîn de li gel nexweşên li nexweşxaneyê, gelek kesên ku xwe spartîn avahiya nexweşxaneyê jî hebûn. Piştî êrişê li gelek welatan xwepêşandanên mezin ên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Îsraîlê ji bo ewlekariya welatiyên xwe bang li wan kir ku welatê Tirkiyeyê biterikînin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê bal kişand ser ‘gefên terorîstî’ yên li dijî welatiyên Îsraîlê yên li derveyî welat û bang li welatiyên xwe kir ku ji bo ewlekariya xwe di dema herî kurt de Tirkiyeyê biterikînin.

Li gorî heman çavkaniyê, ji bo Îsraîliyên diçin Tirkiyeyê jî alarma ewlekariyê ‘di asta herî bilind de, ango di asta 4’an de’ hate ragihandin.