5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nobeda Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 591’ê de didome

Çalakiya nobedê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê, ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 591'ê de bi komek ji Belçîkayê dewam dike.

Çalakiya nobedê ku ji aliyê Înîsiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de destpê kir, di hefteya 591’ê de ye.

Çalakiya vê hefteyê bi koma ji 4 Kurdên herêma Antwerpen a Belçîkayê dewam dike.

Welatparêzên Kurd ên bi navê Cesûr Rekawt, Hamîd Seîdî, Seîd Huseynî û Efşîn Hatemî diyar kirin ku heta azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wê çalakiya xwe dewam bikin.

Çalakgerên hefteya derbasbûyî koma ji bajarê Munchen ê Almanyayê bû.