16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden li Israîlê ye

Serokê DYA’yê Joe Biden çû Îsraîlê û têkildarî êrîşa li dijî Nexweşxaneya El Ehli ya Xezayê destnîşan kir ku ne Israîlê ew êrîş pêk aniye û wiha got: “Wisa xuya dike ku teqîna li nexweşxaneyê aliyê din pêk aniye.”

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden çû Tel Avîvê. Biden, ji hêla Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog ve li balafirgehê hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

‘DYA bi Israîlê re ye’

Biden, got ku “DYA bi Îsraîlê re ye” û îdia kir ku berpirsyarê êrîşa li dijî Nexweşxaneya El Ehli a Xezayê ku 500 kesan jiyana xwe ji dest dan Îsraîl nîne. Biden, got: “Wisa xuya dike ku ev teqîn ji hêla aliyê din ve hatiye kirin.”

Netanyahu jî ji ber serdanê spasiya Biden kir. Piştre jî Netanyahu ji bo hevkarî, piştgirî, şandina amûrên parastinê, keştiyan û piştevaniyê spasiya Biden kir.

Ewlehiya Konsolosxaneya Îsraîlê zêde kirin

Duh li ber Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Stenbolê êrişa li dijî nexweşxaneya El Ehlî ya Xezayê hat şermezarkirin, paşê derdora wê bi bariyerên hesin û TOMA’yan hate girtin. Walîtiyê ragihand ku di çalakiya şermezarkirinê ya duh de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên êrişî polîsan kirine hatine binçavkirin.

Daxuyaniya Pentagonê

Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh têkildarî hedefgirtina Nexweşxaneya el-Ehlî Baptîst a Xezayê daxuyanî da. Singh, got ku piştgiriya wan a bi Îsraîlê re didome û ji bo pirsên têkildarî êrişa li dijî nexweşxaneyê jî got ku derheqê mijarê de zêde agahî li ber destê wê nînin.