3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azadiya çapemeniyê di rewşeke “xeternak” de ye!

Salek piştî qebûlkirina ‘qanûna sansurê’ ya li Meclisê derbarê gelek rojnamevanan de lêpirsîn hate vekirin û hatin darizandin û Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê de ket kategoriya “xeternakê”.

Ev salek e ku “Qanûna Têkoşîna li Dijî Dezenformasyonê” ya rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeriyê weke “qanûna sansurê” penase dikin û bû sedemê gelek nîqaşan, ketiye meriyetê. Di vê sala derbasbûyî de ji “Agahiyeke xelet, bi rengekî ku rê li ber xerakirina aştiya rayagiştî vedike, bi awayekî aşkere belav dikin” bi qanûna ku cezayê hefsê yê heta 3 salan bê birîn derbarê gelek rojnamevan û welatiyan de lêpirsîn hate vekirin û gelek ji wan hatin darizandin.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023’yan ku rêxistina Rojnamevanên Sînornenas ên Navnetewî (RSF) Tirkiye li gorî sala par 16 rêzan paş ve çû û di nava 180 welatan de di rêza 165’emîn de cih girt. Li gorî RSF’yê Tirkiye ji kategoriya “bipirsgirêk” derbasî kategoriya “xeternakê” bû.

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên li ser Rojnamevanan a sala 2022’yan a Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) di vê pêvajoyê de 39 rojnamevan hatin girtin û li 76 rojnamevanan ceza hate birîn.

‘Sansur bi awayekî fîîlî hebû’

Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk a têkildarî salvegera yekemîn a qanûna sansurê de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku qanûna sansurê saleke tê axaftin û wiha got: “Ji xwe desthilat halî hazir bi armanca sûcên xwe veşêre, binpêkirinên mafan ên ji ber dewletê veşêre ev sansur bi awayekî fîîlî pêk dianî. Me ev yek bi taybetî di pêvajoyên 2014-15’an de dît. Piştî vê pêvajoyê sîstematîktir bû.”

Koçûk, destnîşan kir ku AKP ji bo sûcên xwe veşêre qanûna sansurê derxist û wiha berdewam kir: “Ji bo ku her du welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin, Gulistan Dokû, Îpek Er neyên rojevê, ji bo di erdhejê de sucdarên esas dernekevin holê û neyên darizandin, ji bo ev faîlên sûcan bêceza hatin hiştin neyên rojevê qanûna sansurê hate derxistin. Em vê dizanin, hemû sûcên birêxistinî ji cihekê û wir ve çavkaniya xwe ji desthilatê digirin. Koçûk, anî ziman ku beriya qanûnê jî rojnamevan bi mudaxileyê re rûbirû bûn, bi vê qanûnê re mudaxile zêdetir bûn. Koçûk bal kişand ku qanûn ne tenê ji çapemeniyê re di heman demê de mudaxileya civakê ye jî.

 Nekarî bigihe armanca xwe

Koçûk, destnîşan kir ku desthilat di armanca xwe de bi ser neket û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em nikarin bêjin ku ev biserxistiye. Di têkoşîna heqîqetê de di noxteya teşhîrkirina evqas sûcan de heke ji têkoşînê paş ve gav neyê avêtin heke hêj rojnamevan vî pîşeyî biparêzin demek desthilat negihiştiye armanca xwe.”

 ‘Wezaret daneyan parve nake’

Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Veysel Ok jî da zanîn ku piştî qanûn di Rojnameya Fermî de hate weşandin û vir ve li rojnamevanan 20’î zêdetir lêpirsîn hatin vekirin û ji van 6 veguherîn dozê. Ok, bal kişand ku Wezareta Dadê têkildarî hejmara dozên di çarçoveya qanûna sansurê de hatine vekirin daneyên zelal aşkere nekirine û wiha got: “Em dizanin ku li gorî vê madeya qanûnê jî gelek doz li welatiyan hatine vekirin. Mixabin wezaret di van mijaran de daneyan bi me re parve nake.”

Ok, anî ziman ku bi vê qanûnê re yekkirina agahiyan tê hedefgirtin û wiha got: “Dema ev qanûn derket me gotibû desthilat armanc dike ku kesên xwedî agahî û daneyên cuda, rojnamevan û saziyên sivîl ên civakî têxe bin kontrola xwe. Tam jî wisa bû. Me ev yek di serdema erdhejê de dît. Bi taybetî ji hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bigirin heta mexdûrên erdhejê yên gotin alîkarî ji me re nehat ji beşeke berfireh re lêpirsîn hate vekirin. Ceza hatin birîn. Desthilat bi taybetî dixwest di rewşên awarte de tenê agahî ji wan derkevin. Armanca qanûnê jî ev bû.”

Ok, diyar kir ku qanûna dezenformasyonê hem li dijî Destûra Bingehîn hem jî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye (PMME) û ev tişt got: “Nûçe rast e an derew e ne ew e ku daraz biryarê bidin. Bi taybetî dadgerên tirk ku di mijara serxwebûna darazê de rexneyên zêde li ser in divê bibin kesên herê dawî biryarê bidin. Ji ber vê yekê jî ez di wê fikrê de me ku biryarên li gorî vê qanûnê hatine derxistin wê ji aliyê dadgehên bilind ve bên betalkirin.”