2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dadgeh dijminatiya Aksoy dike’

Parêzer Necat Çîçek, diyar kir ku Halîse Aksoy ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne û ev tişt got: “Dadgeh ji ber zarokên wê bi taybet jî ji ber Egît Îpek dijminatiya wê dike. Ji ber vê yekê doza wê taloqî 12’ê Çileya 2024’an kir.”

Dayika Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê Egîd Îpek di qutiyekê de bi rêya kargoyê teslîmî wê hatibû kirin, di 25’ê nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke ku li ser îfadeyên şahidê vekirî Umit Akbiyik ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Dûre bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Aksoy hatibû vekirin û danişîna yekemîn a doza Aksoy di 6’ê cotmehê de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê tevî tenduristiya wê nebaş e û gotinên binakok ên şahide vekirî Umît Akbiyik jî biryara berdewama girtina Aksoy da û danişîna wê aloqî 12’ê çileya 2024’an kir.

Parêzerê Aksoy Necat Çîçek, der barê doz û helwesta dadgehê ya li dijî muwekîla xwe de ji rojnameya me re axivî. Parêzer Çîçek, ji bo sûcdariya li muwekîla xwe diyar kir ku tu delîlên şênber ên endamtiya rêxistinê di dosyaya Aksoy de tune ne û wiha got: “Pêvajoya hatin û çûna endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û binçavkirina wan a li mala wê heye. Ji ber ku kurê wê Egîd jiyana xwe ji dest da û keça wê Şînda di nava refên gerîla de cih digire têkilî danîne û li gorî vê (îltîsak) îdianame amade kirine. Tu sûcekî muwekîla me yê şênber tune ye. Muwekîla me nexweş e nikare li girtîgehê bimîne. Di danişînê de jî me got ku Aksoy di navbera 28’ê nîsanê û tîrmehê de 15 caran rakirine nexweşxaneyê. Di çavê dayika Halîse de xerabûn heye. Ji bilî vê jî şekir û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Tevî vê yekê jî dadgehê biryara girtinê da.”

Şahidiya li dijî herikîna jiyanê

Çîçek, da zanîn ku di dosyaya Aksoy de şahidekî veşartî û du şahidên aşkera hene û ev tişt got: “Şahidên aşkera yek jê Umît Akbiyik e û yek jê jî Serhat Karakaş e. Dadgehê niha dev ji guhdarkirina Serhat Karakaş berdaye. Ji ber ku lêgerîna Karakaş jî hebû. Em jî nû fêr bûn. Lê belê tevî ku têkilî bi wî re nehat dayîn jî îfadeyên wî radestî dosyayê hatin kirin. Di rûniştina dawî de der barê îfadeyên wî de ji emniyetê nivîs hatiye xwestin. Dev ji anîna wî ya dadgehê berdan, lê dema ku biryar bê dayîn dê îfadeyên wî esas bigirin. Beyanên Serhat Karakaş gotinên razber in. Mala Aksoy li Rezanê taxa 5 Nîsanê ye. Serhat Karakaş, dibêje Aksoy di salên 2015 û 2016’an de ji ciwanên ku çalakiyan li dar xistine re xwarin aniye û ji bo rêxistinê propaganda kiriye. Lê belê di navbera mala muwekîlê me û cihê ku di sala 2015 û 2016’an de çalakî lê hatiye kirin de 1,5 kîlometre mesafe heye. Wê demê qedexeya derketina derve hebû. Karakaş gotiye ku Aksoy di destekî xwe de quşxaneyekî makarna û di destekî xwe de jî quşxaneyekî şorbe ji wan re biriye cihê çalakiyê. Lê me ji dadgehê re got ku ev yek li dijî herikîna jiyanê ye. Yanî me got ne mimkûn e ku kesek di destê xwe de bi du qûşxaneyan di nav polîsan de biçe cihê çalakiyê û propagandaya rêxistinê bike. Ger şahidiya Karataş esas bigirin dê li dijî hiqûqê tevbigerin.”

Hewldanên nixumandina rastiyê

Di berdewamê de Çîçek, agahî da ku ew bi pergala “e-nabizê” xwe digihînin agahiyên der barê rewşa muwekîla xwe de û axaftina xwe wiha domand: “Me ev agahiyên xwe pêşkêşî dadgehê kirin. Dema me li dosyayê nihêrî dît ku rapora Aksoy dikare di girtîgehê de bimîne dît. Lê divê ev rapora tenduristiyê ji me re jî bihata şandin, lê nehat şandin. Girtîgehê bi dizî ji dadgehê re şandiye. Tenê heyeta dadgehê û serok vê yekê dibînin. Lê me daxwaz kiriye ku ji me re jî bê dayîn û em li benda bersivê ne. Dadgehê got ku wê rojeke ku em ne li wir bin wê li şahidê veşartî guhdar bikin û em ê pirsê xwe jê bikin. Me got; ‘Hûn dikarin roja ku em parêzer amade bin, şahidê veşartî bînin dadgehê û li gorî wê em jî pirsên xwe jê bikin’. Lê wan li rapora danişînê zêde kirin ku ew ê roja em ne di danişînê de bin, şahidê veşartî bînin û guhdarî bikin. Hefteyekî dem dan me ku em pirsên xwe bikin, lê bêyî guhdarkirina şahidên veşartî em ê çawa dikarin pirsan amade bikin? Me ji dadgehê re got ku em îfadeyê şahidê veşartî nizanin, hûn ji me dixwazin ku em pirsan bikin.”

Sûc tevlêbûna Stêrk TV ye

Çîçek, ji bo taloqbûna danişîna Aksoy jî ev şîrove kir: “Bi taybetî piştî mirina kurê wê Egîd, dijminatiya wê dikin. Umît Akbiyik di îfadeya xwe de beşdarbûna wê ya weşanên zindî û daxuyaniyên ku daye  rojnamegeran weke propagandaya rexistinê vegotiye. Dema em li qeyda HTS’ê ya di dosyaya dayika Halîse de dinêrin, lêgerinên ku ji aliyê rojnameger, parlamenter û parêzeran ve hatine kirin dibînin. Serok û heyeta dadgehê dijminatiya dayika Halîse dikin. Sûcê wê tevlîbûna bernameya zîndî ya Stêrk TV ye. Yanî tu raveyeke din a taloqkirina dozê tune. Halîse Aksoy bi rastî nikare di girtîgehê de bimîne. Du roj piştî danişînê em çûn hevdîtinê. Hem wê û hem jî jinên din ên di qawişê de gotin ku nerehetiya çavên wê her ku diçe girantir dibe. Me vana beriya danişînê û piştî danişînê ji serokê dadgehê re ragihand. Me got muwekîla me nikare di girtîgehê de bimîne.”

Kelemçekirî dibin nexweşxaneyê

Herî dawî Çîçek, da zanîn ku dema Aksoy dibin nexweşxaneyê destê wê kelemçe dikin û ev agahî dan: “Ji ber vê helwestê heta ku ne pir lezgîn be naxwaze biçe nexweşxanê. Mehek û nîv berê ji ber xetereya krîza dil ew radikin nexweşxaneyê. Herdu destên wê kelemçe dikin û bi sedyê ve girêdayî saet û nîvekê li benda çûna nexweşaneyê disekinînin. Dema diçe bijîşkê revîrê bijîşk zêde pêre eleqedar nabe. Me serî li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran da, lê bi îhtîmaleke mezin wê der barê dewama girtina wê de biryar bide. Ji ber ku me berê 3 caran îtîraz kir lê biryara berdewamkirina girtinê dan. Niha di doza 25’ê nîsanê de Hatîp Guney gumanbar e, lê ji ber îfadeya kesekî ku berê tevli rêxistinê bûye û piştre teslîm bûye ji Wanê re nîvîsek nivîsiye. Îhtîmaleke mezin em ê di rûniştina pêş de îfadeyên şahidê veşartî û Hatîp Guney bibihîzin. Jixwe îfadeyên Umît Akbiyik bi tevahî bêbingeh û razber in. Ji ber vê yekê di vê qonaxê de tenê îfadeyên şahidê veşartî û yê Hatîp Guney mane. Îhtîmaleke mezin dê dozgerî mutalaa bide.”