28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omer: Erdogan minafiq e

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîne Omer diyar ku Rûsya û Tirkiye li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirine û wiha got: “Rûsya li gorî berjewendiyên xwe nêzî Tirkiyeyê dibe. Li hev kirine. Rûsya li Idlibê dixe, Tirkiye jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixe.”

Balafirên Tirkiyeyê di 4’ê cotmehê de li dijî gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombe barandin. Di encama bombebaranê de 48 sivîl û 39 şervanên kurd ên parastina navxweyî jiyana xwe ji dest dan. Piştî wê di navbera Îsraîl û Filistînê de şer derket. Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan kir û xwest li dijî êrîşên li ser Filistînê dengê xwe bilind bikin. Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Emîne Omer têkildarî êrîşên li ser Rojava, şerê di navbera Îsraîl û Filistînê û bêdengiya Rûsya, Fransa û hêzên navdewletî ya li dijî êrîşên li ser kurdan ji Xwebûnê re axivî.

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer ewil êrîşa dewleta tirk a li ser Başur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û wiha got: “Êrîş ne ji niha de dest pê kiriye. Ji sala 2019’an dema êrîşî Serêkaniyê kir, dest pê kiriye û heta îro didome. Di encana van êrîşên çend salên dawî de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Lê êrîşa herî xerab êrîşa dawî bû. Ji ber ku ev êrîşa dawî bandor li ser jiyana milyonan mirovên sivîl kir. Bi taybetî di van rojên ku gel pê diêşe van êrîşan pêk tîne. Ne tesadufî/ketober e ku van êrîşan pêk tîne. Di dîroka salvegera komploya li dijî Rêber Apo de van êrîşan pêk tîne. Ev ne ji rêzê ye. Bi vê êrîşê dixwaze peyamekê bide gelê kurd. Bi vê yeke dibêjin; ‘ez naxwazim kurd bibin xwedî vîn. Ez nahêlim projeya Rêveberiya Xweser bi ser bikeve û li ser vî esasî ez ê gelê kurd tune bikim’. Bi van êrîşan van peyaman didin.”

100 milyon dolar zirar çêbû

Emîne Omer anî ziman ku êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî armancek mezin e û wiha axivî: “Dixwaze rêveberiya xweser bi her awayî lawaz bike. Dixwaze rêveberiya xweser ji aliyê aborî ve lawaz bike. Rêveberiya Xweser ji aliyê aborî ve di bin zextek gelek mezin de ye. Ambargoyek mezin li ser wê heye.  Pereyê Sûriyeyê li hemberî dolarê DYA’yê gelek qîmet winda kirine. Ev li ser hemû qadê jiyanê buhabûnek gelek mezin pêş dixe. Bi van êrîşan xesara li ser rêveberiya xweser hatiye kirin gihîştiye 100 milyon dolarî. Navenda ceyran, neft û avê têk çûne û zerarek mezin daye aboriya rêveberiya xweser. Tirkiye bi zanebûn van êrîşan pêk tîne. Dixwaze aboriya rêveberiyê lawaz bike.”

Hevseroka  MSD’ê Emîne Omer bal kişand ser bilançoya kuştî û birîndaran jî û wiha lê zêde kir: “Di van êrîşan de 48 mirov bûn quranî û şehîd bûn. 46 kes birîndar bûn. 39 şervanên parastinê şehîd bûne. 2 jinan jiyana xwe ji dest dane û 4 zarok birîndar bûne. Êrîşek gelek hovane bûn. Gelek navend û sazî kirin hedef. Kampa Serêkaniyê kirin hedef. Di encamê de hemû saziyên navneteweyî ji kampê derketin. Li vê kampê 200 hezar koçberên Serêkaniyê dijîn. Di encama van êrîşan de îro 200 hezar mirov ji hemû mafê xwe bêpar mane.”

Armanc têkbirina rêveberiyê ye

Emîne Omer anî ziman ku Tirkiye zahmetiyê najî ku malûmata kom bike û wiha berdewam kir: “Bi van êrîşan dixwaze gelê kurd bişkine. Dixwaze Rêveberiya  Xweser hilweşîne. Gelek rê hene ku Tirkiye karibe malûmatan kom bike. Bi rêya teknîkê û bi rêya endamên xwe yên MÎT’ê dikare agahiyan kom bike. Teknîka wê heye. Balafirên wê yên keşfê hene û gelek rê heye ku malûmat û agahiyan kom bikin.”

Wê biratiya gelan bi ser bikeve

Emîne Omer bal kişand ser merasimên şervanên kurd ên li Rojava jî û wiha dirêj kir: “Merasîma şehîdên êrîşa dewleta tirk, li çar bajaran hebû. Li Dêrikê, Qamişlo, Hesekê û Kobanê hebûn. Gel bi hejmareke gelek mezin tev li van merasiman bûn. Ji hemû pêkhateyên kurd, ereb, suryan, aşûr, di van merasîman de amade bûn. Şehîd ji pêkhateyên kurd û ereban bûn. Gel bi helwesteke xurt peyam da ku bi şehîdên xwe re ne û li ser soza şehîdên xwe ne. Diyar kirin ku li ser şopa şehîdên xwe ne û berxwedan jiyan e. Ev peyamek gelek xurt e. Hat xuyakirin ku helwesta gelê me gelek xurt e. Bi helwestek gelek xurt şehîdên xwe bi rêwî kirin. Wê biratiya gelan her tim bi ser bikeve. Îro biratiya gelan ruh û cewherê Rêveberiya Xweser e. Li ser vî esasî ev proje dê bi ser bikeve.”

Sanaryoyek heye

Omer bilev kir ku tê xuyakirin, di navbera êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û erîşên di navbera Îsraîl û Filistinê de senaryoyek heye û wiha got: “Têkiliyek bi hev re heye. Ev senaryo bi destê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê. Em dibînin ku dema êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê hatin, di heman demê de êrîşên Hamasê jî pêk hatin. Rûsya û rejîm êrîşî Idlibê dikin, lê bêdengiyek çêdibe. Ne Tirkiyeyê dengê xwe kir û êrîşî Idlibê kir, ne jî Rûsya û rejîmê mudaxaleyî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat kir. Dîsa êrîşa Filistîniyan li ser îsraîlê pêk hat. Ev yek bi piştgiriya Îranê pêk hat. Lê me nedît tu kesî li dijî vê yekê jî dengê xwe kir. Hersê welatan (Îran-Rûsya-Tirkiye) li Astana di nava xwe de plan çêkirin. Tifaqî çêkirin. Ev geşedanên dawî encama van planan e. Di navbera êrîşên li Rojava, Îsrail-Filistîn û 9’ê cotmehê de girêdanek heye û ne geşedanên ketober e.”

Tirkiye û Rûsya li hev kirine

Omer pirsa; ‘Çima hêzên fransî, brîtanî, Rûsya qada ezmanî li pêşiya tirkan vedikin?’ wiha bersivand: “Ev mijarek gelek girîng e. Em her tim vê pirsê ji fransî û brîtaniyan, ji amarîkîyan û Rûsya dikin. Em dibêjin çima hûn qada ezmanî li Tirkiyeyê nagirin. Çima balafirên wê her tim êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Hûn dikarin vê qada ezmanî li Tirkiyeyê bigirin. Hûn dikarin rê li pêşiya êrîşên tirkan bigirin. Ji ber ku gelê me tê kuştin. Lê her tim bersiva wan ‘Tirkiye endamê NATO ye. Em nikarin qada ezmanî li Tirkiyeyê bigirin. Em nikarin siyaseta wê rexne bikin. Ji ber ku dema em Tirkiye rexne bikin, em NATO rexne dikin’ e. Her tim heman bersivê didin me. Heman pirs her tim ji Rûsyayê jî hat pirsin. Rûsya ji xwe têkiliyên xwe li ser esasê berjewendiyên xwe bi tirkan re çêdike. Hemû têkiliyên wê taktîkî ne. Rûsya bi vê destûrdayînê dixwaze wekî endamek NATO’yê Tirkiyeyê bêtir nêzî xwe bike. Îro rûs li Idlibê dixin, Tirkiye jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin. Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de tifaqek heye. Rûsya bi tirkan re berjewendiyên xwe esas digire. Rûsya her tim dixwazin Rêveberiya Xweser têkeve bin kontrola rejîmê û lawaz bibe.”

Siyaseta bêaxlaqî û minafiqiyê

Emîne Omer herî dawî bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û wiha got: “Her tim bang li saziyên mafên mirovan dikin. Dibêje; ‘Îsraîl li Filistînê zarokan dikuje. Êrîşî nexweşxaneyan dike. Gaze îro bêceyran e’. Li gorî Îslamê şexsên bi vî rengî minafiq in. Li aliyekî gelê kurd dikuje, li aliye din qala mafên mirovan dike. Êrîşên li ser nexweşxaneyên Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê û êrîşên li ser mizgeftan, êrîşên li ser hemû navêndên xizmeta gel tên kirin nabîne. Siyaseta xwe ya li dijî gelê kurd nabîne. Siyaseta qirkirin û komkujiya gelê kurd nabîne. Lê li ser mafên mirovan diaxive. Bi rastî ev şexsiyeta minafiqiyê ye. Çapemeniya tirkan ew zarokê ku bedena wî di 2019’an de di encama  êrîşên bi çekên kîmyewî ya li dijî Serêkaniyê de şewitî bû, wekî zerokê filistînî yê di êrîşên Îsraîlê de hatibe şewitandin nîşan dan. Ev nîşan dide ku çapemeniya wan çiqas bêexlaqî ye. Ev durûtiya wan nişan dide. Ev siyaseta bêexlaqî û dirûtiyê.”