30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rotînda: Arebesk û populîzmê ruhê lêgerînê yê hunera kurdî kuştiye

Hunermend Rotînda, diyar kir ku ruhê lêgerînê yê dema azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hunermendên kurd re nemaye û got ku huner di nav propagandaya erzan û populîzmê de hatiye kuştin

Hunermend Rotînda Yetkîner ku ji sala 1989’an ve di nav xebatên muzîka kurdî de cih digire û heta niha 14 albûm derxistine û zêdetirî 170 stranan çêkiriye, pirsên me yên der barê seruvena xwe ya muzîkê, rewşa dawîn a muzîka kurdî, tecrîd û şerê li Kurdistanê de bersivand û nirxandinên girîng kirin. Rotînda, destnîşan kir ku albûmeke nû amade kiriye û wê stranên albûma xwe li pey hev bi qlîbên wan re biweşîne. Her wiha Rotînda diyar kir ku kesayetên bi kurdewarî najîn û jiyana xwe ya rojan e bi kurdî nadomînin, dema ku derkevin ser dikê û dest bi stranên kurdî bikin, divê gel kartol, hêk û çemûrê biavêje ser wan.

Pirsên me û bersivên Rotînda weke li jêr in:

Bi qasî ku dizanim we li zanîngehê beşa aboriyê xwendiye. Lê îro hûn ne bi aboriyê re bi muzîkê re mijûl dibin. Gelo çawa bala we çû ser muzîkê û ji bo muzîkê we xwe çawa perwerde kir?

Belê rast e min beşa aboriyê xwend, lê muzîk jî tevahî li ser rîtimê ye û rîtim jî hejmar yanî matematîk e. Ez mirovek gelek bi şans im ku dê û bavê min ji muzikê bi taybetî jî ji degbejiyê gelek hez dikirin û dengê wan jî gelek xweş bû. Ev di destpêkê de min xistibû bin badora awazên kurdî. Min di heft saliya xwe de dest bi gotina stranan kir û peyvek bi tirkî nizan,bûm. Min bi piranî dengbêjan, Abdullah Papûr, radyoya Erîwanê guhdar dikir, hetanî ku weke sirgun di deh saliya xwe de hatim Enqerê. Perwerda muzîkê di 16 saliya xwe de mi bi tenbûr û stranbêjên radyoya Îzmirê re dest pê kir. Dema zanîngehê ez di nava 800 kesan de bi 30 kesên deng xweş re ketim Koroya Avnî Anil û ev ji bo min weke dibistanekê bû. Di navbera salên 1989-1991’an de li Stenbolê li Dibistana Arîf Sag heftê du rojan di dersên tenbûr û koroya stranên gel de cîh digirt û di heman demê de li Dibistana Tîmur Selçûk jî heftê 3 rojan dersên armonî û teoriya muzîkê girt.

Salên dûr û dirêj in hûn bi muzîkê re mijûl dibin û gelek berhemên we hene. Hûn dikarin hinek qala xebatên xwe yên muzîkê bikin. Heta niha we çend stran çêkirine û gotine; çend albûm derxistine?

Huner, bi giştî ji bo min weke erkekî ye û ji bo civak xweşikbûnê binase hewldaneke pîroz e. Heta ku danasîna min bi Tevgera Azadiyê re çênebibû, min muzîkê bi awayekî veşartî pêk dianî, ji ber ku ez kurd bûm û di malbateke kurdewar de mezin bûbûm, min nedixwest bi navê xwe yên rasteqîn û bi stranên tirkî bihatima nasîn. Dema min Tevgera Azadiyê nas kir weke ez jinûve ji dayik bibim û gelek stranên ku min bi peyvên tirkî nivîsandibûn jî vegerand kurdî. Îdeolojiya Tevgera Azadiyê ji bo min asîmanek bêsînor û kurdewarî afirandibû. Bi navê xwe yê Rotînda êdî min bi dil û can di nava behra hunerê de hewl dida ku çîrokên zarokên agir bînim ziman. Heta vê gavê 170 stranên min hene û ji wan 130 min xwendine û bi qasî 20-25 stranan jî min ji aliyên stranbêjên me ve xwendine. 14 albûmên min hene. Ji van du albûm min bi Koma Mezrabotan re û 3 albûm jî bi koroya zarokan a Koma Gulên Mezrabotan re amade kiriye. Tevahî gotin û muzîk min çêkiriye, gotinên pênc stranên xwe jî min ji helbestvanên kurdan hilgirtiye; Muayer Teyîp, Seydayê Tîrêj, Rojen Bernas û girtiyên azadiyê.

Niha li ber destê we çi heye, mizgîniyeke we ji bo hezkiriyên we heye yan na?

Rast e min albûmek nû amade kiriye, lê ne weke berîn yek bi yek tevê qlîbên wan peyder pey pêşkêş dikim, ji bo arşîvê jî wê di serê salê de wek albûmên klasîk bigihîje ber desten dilxwazan.

Tu asta muzîka kurdî ya îro çawa dibînî. Di hevpeyvîneke xwe de tu dibêjî muzîka kurdî “ruhê xwe yê lêgerînê” winda kiriye. Ji ber kîjan sedeman tu gihîştî qanihbûneke wiha, dikarî tespîtên xwe yên vê der barê de rêz bikî?

Muzîk û bi giştî huner, xweşikbûn û estetîkkirina jiyanê ye. Gava ku huner ji eslê xwe yan jî em bibêjin ji îdeolojiya hunerê dûr bikeve, ew dem ruhê hunerê tê kuştin. Huner di rastiya xwe de lêgerîna xweşikbûnê ya bêdawî ye. Ger ku hûn bipirsin ‘Ev gotin rast in?’ Wê demê ez ê jî pirsa; ‘Ji salên 2000’an ve gelo çend hunermed di beşên tevahiya hunerê de afirîneriyek rast, ji populîzmê dûr, ji arabeska qirêj paqişkirî huner pêk anîne?’ bikim. Pir pir kêm, ji ber ku ruhê hunerê di mejiyê xwe de fetisandin û ketin derdê pere, dan dû populîzmê û propagandayeke erzan. Di vê kêmasiyê de para siyasetmedarên ku rojan e me bi rê ve dibin gelek mezin e. Di her beşa hunerê de bêtir jî di muzîkê de dengxweşbûn, ketina nav rêxistinê yan jî nas û kesên wan di nava rêxistinê de hebûya dikaribûn albûm çêbikin û bi rêya TV û çapemeniya me di demeke kurt de bên naskirin û populer bibin. Tu pîvanên hunerê, rêgez û prensîbên kesayetî neman li holê. Sed mixabin bi gotinên gelek erzan û muzîkek qirej ji bo tevgerê yan jî ji bo şehîdeke stranek çêkirin bûbû pîvana me. Lewma jî ruhê lêgerîna ku dema Rêbertî azad bû û hêzek mezin dida hunermendan nema. Huner di nav propagandaya erzan, kesayetên vik û vala, arabesk û populîzmê de hat kuştin. Gelo wê careke din zindî bibe? Belê sed car belê, lê divê siyaseta rojan e rê li ber hunera rast û hunermendên têgihiştî veke û nebe sî li ser wan.

Bawer im hûn jî dibînin ku di salên dawîn de medya dîjîtal bandoreke mezin li muzîkê dike. Lê piraniya kesên ku navê “hunermendiyê” li xwe kirine û li ser van platforman xebatan dimeşînin, hemû parvekirin û agahdariyên xwe bi tirkî dikin. Tenê stranên ku dibêjin bi kurdî ne, hûn vê rewşê çawa şîrove dikin? 

Hey malî ava be, kesayetên ku bi kurdewarî najîn û di jiyana xwe ya rojan e de bi kurdî jiyana xwe nadomînin, dema ku derkevin ser dikê û dest bi stranên kurdî bikin, divê gelê me kartolan, hêkan û heta çemûrê biavêje ser wan. Li cîhanê mînakeke weke vê nîne, tu li hember dijminê ku dixwaze te, çand, dîrok û hebûna gelê te tune bike û bipelçiqîne, weke qaşo hunermed rabî bi zimanê vî dijminî bijî… Rebertî hevokek pir balkêş û biwate ji bo kesên wiha dibêje, ‘Aşiqê dijminê xwe ne’. Ev kesayetên giregir qaşo navê hunermendiyê li xwe danîne, 30 sal in kurdî stranan dibêjin, lê li ser dikê pir bi hesan dibêje, ‘Şimdi sizlere bir kaç devrimci şarkılar söyleyeceğim (Niha ez ê ji we re çend stranên şoreşgerî bibêjim)’. Di vir de bi qasî wan kemasiyên gel û rêxistinê jî hene. Ger tu 30-40 sal in civînên hunermendan hê jî bi zimanê dijmin pêk bînî, wê demê nikarî ji van qaşo hunermendên derdora xwe re jî tiştekê bibêjî. Rewşenbîr, hunermed û kesayetên siyasetê bi rê ve dibin ji bo civakê mînak û model in, divê taybet ji bo kurdan ev kesayet di her warî de têkoşer bin, di warê ziman û çandê de ji sedî sed kurdewar bijîn.

Li bakurê Kurdistanê, di salên dawîn de hilberandina muzîkê gelek qels e. Tevî ku li Kurdistanê gelek bûyerên dikare li ser wan hilberandina muzîkê bê kirin pêk tên jî di asta ku tê xwestin de hilberandin çênabe. Li gorî we sedema vê yekê çi ye?

Sedema herî mezin, ji her kesên ku hema bes dengê wan xweş be dixwazin ku stranan çêbikin û propagandaya rojan e bikin. Rast e em weke kurd û Kurdistanî di nava şerekî hebûn û tunebûnê de ne, tê xwestin ku huner di vî warî de berhemên ku civak jê sud werdigire hilberîne. Lê ev nayê wê wateyê ku kesayetên haya wan ji hunerê tuneye daxwaz bikî. 40 sal in stran dibêje lê hê nizane heft nota hene û dengê wî-wê bi kîjan notayê baştir dibe. Tu ji van kesan re dibêjî ji bo qehremaniyên kurdan û gerîla stranên biwate biafirîne. Ew ê çi bike? Geh bibêje; ‘Gulê neçe’, geh jî bibêje; ‘Leş bir yana baş bir yana’, yan jî bibêje; ‘Heliyam’ û mînakên wisa. Kesayet hê Tevgera Azadiyê baş nas nake, naxwîne, lêgerînê nake û heta rojane kovarek an jî rojnameyekê nanêre, tu jê re dibêjî hunermendê me? Wê demê ji kerema xwe li benda hunera resen nemîne. Di van salên dawî de ne tenê Bakur, Rojava û Başûr heta hin cihên Rojhilat jî ketine nava muzîkek bêwate ye. Taybet jî ev Org mala hunerê wêran kiriye. Dizîna stranên gelerî pir zêde bûye. Berê me digot; ‘tirk, ecem ji me stranênen gelerî didizin, niha qaşo hunermendên me ji me didizin’. Hey medet.

Nizanim hûn çi qas jê haydar in, lê der barê we de efsaneyek wiha heye; di artêşa tirk de xebitiye û piştre ji veqetiyaye û gihîştiye Tevgera Azadiyê. Rastiya vê meselê çi ye?

Dikarim bibêjim, nasîna min, ji ber kurdewarbûna malbata min, di destpêkê de jî bi Tevgera Azadiyê re hebû lê ji ber hin hincetên taybet weke kesayeta min a narî û cuda, gelek tirsên min hebûn ku ez zû bi zû nekevim nava tevgerê. Piştî ku min zanîngeh qedand 18 meh weke asteymen lê di warê muhasebê de li Amasyayê leşkerî kir. Wê demê piranî girtiyên azadiyê li Girtîgeha Amasyayê di greva birçîbûne de bûn. Min cara yekem li wir rû bi rû ew nasîn û di sala 1989’an de li Stenbolê bi tevgerê re nasîna min çêbû û di dawiya wê salê de tevlê bûm. Rastî ev e.

Li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke kûr tê meşandin û pê re jî şerekî dijwar li Kurdistanê tê meşandin. Li gorî we, hem bi sekna xwe hem jî bi hunera xwe, hunermendên kurd li dijî vê rewşê dikarin çi bikin? 

Dikarin gelek tiştan pêk bînin lê divê destpêkê rêbazên rast li peşiya wan hebin. Kesên ku her carê li aliyekê dileyzin û ji bo berjewendiyên xwe tevgerê bi kar tînin tu bikî hunermendê neteweyî û deynî pêşiya gel û hunerê, ev di destpêkê de xitimandinek çêdike. Di navbera hunermend û Rêbertiyê de gerek nake ku emirwakî peyman hebin, ger hunermend rastiya ev kesayeta ku tevahî hez û jiyana  xwe ji bo gelê kurd û cîhana pêşverû bi kar tîne nas neke û ji dil li gel fikrên wî nebe, tu bi navê siyasetê wî pak û rewan diyar bikî jî ew ji bo Rêbertiyê nikare tu karekê bike. Wê tenê populîzma xwe derxe pêş. Huner ger di rastiya xwe de biherike û hunermendên ku ji xwe re dibêjin ez heme wê demê wê bizanibe ku fikrên Rêbertî û îdeolojiya hunerê li gel hev in û wê bi dil û can ji bo Rêbertî azad bibe kar bike. Ne tenê huner divê di serî de tevger her roj û her gav Rêbertiyê di rojeva cîhanê de bihêle.

Hunermend Rotînda kî ye?

Ez jî nînim… kurd e, ji mirovatiyê û Kurdistanê gelek hez dike û dikare xwe ji bo azadiya welatê xwe feda jî bike. Lê soz daye bi hezaran Zarokên Rojê ku ew ê çîrokên wan bi rêya hunerî bigihîne cîhanê. Ew gelek bi şans e ku di malbatekê kurdewar de hatiye dinê. Pir bi şans e Rêbertiyê ji nêz ve nas kiriye, dîsa bi şans e ku di nava jiyana li cîhanê ya herî paqij û bêhempa de bi gerîla re salan derbas kiriye. Di sala 1962’yan de li bajarê şirîn û kurdewar li Gimgimê hatim dinê. Di deh saliya xwe de li Enqereyê fêrî tirkî bûm û min li dibistanên tirkî 15 salan perwerdehî dît. Ji sala 1989’an ve ji bo gelê xwe kar dikim û bi vê sekna xwe serbilind û dilxweş im.