17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê careke êrîşî Sûriyeyê kir

Artêşa Îsraîlê, bi hinceta ku bi roketan li dijî herêma Golanê ya Sûriyeyê ku di bin kontrola wê de ye êrîş hatiye kirin, Sûriyeyê bombardûman kir.

Artêşa Îsraîlê, êrîşên xwe yên li dijî Sûriyeyê didomîne. Artêşa Îsraîlê, bi hinceta ku li dijî herêma Golanê ya Sûriyeyê ku di bin kontrola wê de ye bi roketan êrîş hatiye kirin, Sûriyeyê bombardûman kir. Artêşa Îsraîlê, der barê mijarê de daxuyaniyek da û ragihand ku bersiv daye êrîşa Sûriyeyê ya li dijî herêma Golanê ku bi roketan pêk hatiye.

Çavkaniyekî leşkerî yê Sûriyeyî ji Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) re axivî êrîşa Îsraîlê piştrast kir. Çavkaniya leşkerî der barê mijarê de ev agahî dan: “Îro serê sibehê saet di 05:00 de ji Golan a di bin dagirkeriya Îsraîl a dijmin de ye, êrîş li ser gelek qadên li başûr hate kirin.”

Heman çavkanî, diyar kri ku di êrîşê de xisara madî rû daye.

Rojên dawî li Rojhilata Navîn şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê jinûve giran bûye. Roja Înê di du êrîşên li ser Îsraîlê de sê kes miribûn. Ji destpêka meha Çileyê û vir ve di şerê navbera Îsraîl û Fîlîstînê de herî kêm 92 Fîlîstînî, 18 Îsraîlî, Ûkraynayiyek û Îtalyayiyek mirin.