19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Çareserî di bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê de ye’

Alîkara Serokê Giştî yê EMEP'ê Selma Gurkan, der barê xebatên wan ên hilbijartinê de diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên heyî di têkoşîn û bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê de ye.

Partiyên siyasî û tifaqên ku ava kirine, wê lîsteyên xwe yên namzetan diyar bikin û radestî YSK’ê bikin. YSK jî wê van lîsteyan kontrol bike û heta 11’ê nîsanê ji partî û tifaqan daxwaz bike ku lîsteyên xwe yên teqez radest bikin. Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) ku pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ye Selma Gurkan, der barê hilbijartinê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Selma Gurkan, diyar kir ku asta xizaniyê ya gel, rêjeya bêkariyê, bêhêvîbûna ciwanan ji paşerojê, bilindbûna enflasyonê encamên hilweşîner ên polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê ne û wiha got: “Ev polîtîka hemû tenê rastiyekê nîşan didin: sîstem li ser rant, talan û mêtingeriyê hatiye avakirin. Her wiha zextê desthilatdariyê, qedexe, dozên girtina partiyan mîna ku di mînaka HDP’ê de tê dîtin, gef û şantajên li hemberî serok û rêveberên partiyên muxalefetê, guleberdana li avahiyên bajaran ên partiyên Îyî Partî û CHP, atmosfera heyî ya siyasî radixin pêş çavan. Li aliyê din mijarên ku Tifaqa Cûmhûr bi hevalbendên xwe yên nû dike, rakirina mafên jinan ên mîna nafaqa û qanûna têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li jinê ye. Di vir de jî mirov dibîne ku paşverûtiyeke civakî tê birêxistinkirin. Li gel polîtîkayên rant, talan û mêtingeriyê, polîtîkayên dijberî, zext, qedexe û tundiyê têne meşandin. Bi vê yekê jîd iyar dibe ku desthilatdarî dixwaze di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser bikeve û bi vê yekê re welêt hîn bêhtir bixe nava tarîtiyê.”

‘Helwesta me diyar e’

Di berdewamê de Gurkan, bi lêv kir ku ya di dema erdhejê de hatiye dîtin nê bêkêrbûna desthilatdariyê encama polîtîkayên desthilatdariyê bi xwe bûye û ev tişt anîn ziman: “ Ji ber vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkên kûr ên gel bendewariyek heye û Tifaqa Ked û Azadiyê jî bi bernameya xwe ya li ser çareseriya pirsgirêkan, pêwîstiya bi rêxistiniya gel a têkoşînê raxistiye pêş çavan. Lewma ev tifqa bûye alternatîfeke gel.”

Têkildarî hilbijartina Serokkomariyê jî Selma Gurkan destnîşan kir ku helwesta wan diyar e û ev tişt got: “Armanca me ya destpêkê hilweşandina rêveberiya yek şexsî ye. Me li ser navê kesan nîqaş nekir. Çareseriya pirsgirêkên heyî di banga têkoşînê û bernameya Tifaqa Ked û Azadiyê de heye. Di hilbijartinên Serokkomariyê de jî taktîk têkbirina rêveberiya yek şexsî ye. Ji bo pêşvebirina têkoşînê em di wê baweriyê de ne ku ev qonaxeke girîng e. Weke tifaqê me helwesta xwe eşkere kir.”