7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mazlûm Ebdî: Êrîş girêdayî hilbijartina 14’ê Gulanê  ye

Fermandeyê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî, der barê êrîşa dewleta tirk a li dijî xwe de axivî û diyar kir ku êrîşa bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve girêdayî ye û ev tişt got: “Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin.”

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, di 7’ê nîsanê de bi heyeteke pê re serdana bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê kiribû û bi rayedarên YNK’ê û Koalîsyan Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê re hevdîtin kiribûn. Dewleta tirk, dema vegerê bi droneyan êrîşî konvoya ku Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê têde bûn kiribû. Mazlûm Ebdî jî di nav de di êrîşê de tiştek bi kesî nebû. Êrîş bû sedema bertekên li dijî Tirkiyeyê.

Amerîka, Iraq û YNK’ê bi daxuyaniyên ku dan bertek nîşanî êrîşî dan û daxwaz kirin ku êrîşên bi vî rengî li nav xaka Iraqê pêk neyên. Lê PDK’ê berovajiyên van daxuyaniyan YNK’ê sûcdar kir. Her wiha ji aliyê HSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve jî der barê êrîşê de daxuyanî hatin dayîn û dewleta tirk ji ber êrîşê hat şermezarkirin.

Mazlûm Ebdî jî der barê êrîşê de li ser hesabê medya sanal ê HSD’ê daxuyaniyek bi dîmen da û der barê êrîşa li dijî xwe de agahiyên nû parve kirin û nirxandinên balkêş kirin. Mazlûm Ebdî, diyar kir ku wê êrîşên li dijî wî negihîjin armanca xwe û êrîş bi hilbijartinên 14’ê Gulanê ve girêdayî ye û ev tişt got: “Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin.”

Dewleta tirk ji şerê li dijî DAIŞ’ê ne razî ye

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî wiha ye:

“Duh dema ku me civînên xwe yên bi hevkarên xwe yên şerê dijî DAIŞê re bi dawî kirin li bajarê Silêmaniyê, piştî nîvroj dema ku em vedigeriyan konvoya em tê de ku ligel me hevkarên me yên Amerîkî hebûn, her wiha hêza CTG (Dije Teror) hebûn, rastî êrîşeke dronên tirkan hatin. Ev êrîş jî bê encam bû û vala derket. Hedefa vê êrîşê ya esasî ew e ku dewleta tirk bi van êrîşên xwe dixwaze ev şerê hevbeş ê ku niha em ligel hevkarên xwe, çi yên herêmê dibin, çi hêzên Kurdistanî dibin, çi dewleta Iraqê dibe, çi hevkarên me yên navneteweyî dibin ku ev xebat û têkoşîna em dikin vala derxîne. Dewleta tirk îro şerê li dijî DAIŞ’ê ku em bi hevkarên xwe re dikin pê nerazî ye û ji bo ku derbê lê bixîne, asteng bike çi ji dest tê dike.

Tirkiye ji peywendiyên HSD’ê yên bi aliyên Kurdistanê re aciz e û ji ber vê yekê ji bo êrîşeke wiha Silêmaniyê tercîh kir. Helbet yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye. Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nava raya giştî ya Tirkiyê de weke kart û avantaj bi kar bînin lê dewleta tirk û hikûmeta Erdogan nekarî bi ser bikeve ji ber ku bertekeke mezin li hemberî êrîşê hat nîşandan.”

Spasî kir

Di dawiya daxuyaniya xwe de Ebdî spasiya helwesta Hikûmeta Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî kir û ev tişt gotin: “Ez careke din dibêjim, êrîşên bi vî rengî wê negihêjin armanca xwe. Ev ne cara yekem e ku dewleta tirk min hedef digire û em dizanin dê nebe cara dawî jî.”