3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Israîlê guh nade bangên agirbestê Hemasê jî ji ya xwe danakeve

Artêşa Îsraîlê guh nade bangên ji bo agirbestê û ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye Hamasê jî gef li Israîlê xwar û got ku dê Xezayê bibe “laneta” Îsraîlê. 

Heta niha hemû bangên saziyên navneteweyî yên ji bo agirbestê ji alî Israîlê ve bi neyênî hatine bersivandin. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku dorpêça li ser Xezeyê temam bûye. Berdevkê Artêşê Daniel Hagari ev daxuyanî da: “Leşkerên me dorpêça li ser Bajarê Xezeyê ya ku navenda rêxistina terorê ya Hamasê ye, temam kir.” Hagarî diyar kir ku vebijêrka agirbestê di rojeva wan de nîne.

Serfermandarê Artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî anî ziman ku leşkerên wan li navenda bakurê Xeta Xezeyê ne û got: “Hêzên me li bajarê Xezeyê xebatên xwe nîşan didin, derdora wê digirin, êrişên bejahiyê û serkeftina xwe kûr dikin.”

Maliyeta şer giran bûye

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu jî diyar kir ku şerê wan ên li dijî Xezayê ji bo wan rê li ber maliyetek aboriyê vekiriye û bêyî ew bikevin gumanan dê vê maliyetê bidin razandin û wê pere li her kesî belav bikin.

Daxuyaniya Hemasê

Hamasê bi daxuyaniyekê bersiva Îsraîlê da. Hamasê di daxuyaniyê de gef li Israîlê xwariye û gotiye ku dê êrîşa Israîl a li dijî Xezayê bêbersiv nemîne û wiha gotiye: bi “Xeza dê bibe laneta Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê wê di kîsan de li wan vegerînin weşand.”

Daxuyaniya Amerîkayê 

Hêjayî gotinê ye ku Amerîkayê jî piştgiriya agirbestekê nake lê li şûna wê ew daxwaza navberdanê dike. Amerîkayê dixwaze ku navberek were dayîn û tê texmînkirin ku ew ji bo rozgarkirina dîlên xwe yên di destê Hemasê de vê yekê dikin.

Blinken dîsa çû Israîlê

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gehişt Îsraîlê, Blinken ji dema şerê Îsraîl û Hamasê destpêkirî, cara sêyeme diçe Îsraîlê.

Li gorî medya Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken gihiştiye Îsraîlê. Tê gotin wê Blinken birayedarên Îsraîlê re bicive û yek ji mijarên civînan jî agirbeste. Blinken cara sêyeme sardana Îsraîlê dike.

Tê payîn Blînken piştî sardana xwe ya Îsraîlê, sardana Urdinê jî bike.