spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zeydan: Vîna kurdan bi êrîşan têk naçe

Parlementerê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan têkildarî qirkirina siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an diyar ki ku AKP’ê bi binçavkirin û girtinên siyasetmedaran xwest rê li pêşiya siyaseta demokratîk bigire, lê bi ser neket

7 sal berê di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav 12 parlamenter hatibûn binçavkirin û 9 parlamenter hatin girtin. Piştî operasyonê der barê 108 siyasetmedarên kurd de doz hat vekirin. Dozgeriyê der barê 108 siyasetmedaran de bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an doz vekir. Polisan bi hinceta bûyerên 6-8’ê cotmeha 2016’an ên ji bo Kobanê bi ser malên gelek siyasetmedaran de girt û ew binçavkirin. Piştî binçavkirinê parlementerê HDP’ê yê berê Abdullah Zeydan û 8 parlamenterên din girtin. Siyasetmedar Abdullah Zeydan, der barê operasyona wê demê de ji rojnameya me re axivî.
Abdullah Zeydan di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê piştî darbeya 15’ê tîrmeha 2016’an lawaz bû. Zeydan da zanîn ku ji bo rê li pêşiya lawaziyê bigire êrîşên li dijî siyaseta kurd zêde kir û got: “Darbeya siyasî ya 4’ê mijdara 2016’an yek ji lingên ‘Plana Hilweşandinê’ bû. Ev plan li dijî fikra HDP’ê ya ku aştî, demokrasî û jiyana azad bi hev re diparêze pêk hat. Ev darbe; li dijî tifaqa dîrokî ya serkeftina gelê kurd, sosyalîst, şoreşger û demokratên Tirkiyeyê bû. Armanc kir ku bi vê darbeye sîyaseta kurd, vîna gelan û demokrasiyê têk bibe.”

Daraz di fermana hikûmetê de ye

Zeydan, li ser doza Kobanê û nêzîkatiya hikûmetê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Doza Kobanê hatiye astek wisa ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî ji vê dozê re ker û lal e. Pergala hiqûq û dadê piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an bi temamî bêalîtiya xwe winda kir. Pergala darazê bi darbeye re bêtir ket kontrola hikûmetê. Bêtir bi fermana hikûmetê tev geriya. Doza Kobanê bi fermana hikûmetê pêş ket. DMME jî li dijî binpêkirina mafan û cezakirina me bê deng ma. Bi rêya çapemeniyê hewl didin di nava civakê de famkirinek û hişekî cuda bidin avakirin. Dixwazin di nava raya giştî de me wekî sucdar bidin nişandan. Dixwazin hişê ‘Eger sûç nekirina, dê ew qas cezayê giran nexwarina’ pêş bixin.
Zilm û derbe

Zeydan, anî ziman ku gelê kurd di vê pêvajoyê de bi fedakarî li ber xwe da û wiha bi dawî kir: “Gel bi têkoşîna xwe nîşanî her kesî da ku îradeya wî bi binçavkirin, girtin, kuştin, zext û êrîşan tasfiye nabe. Hem gelê me û hem jî hevalên me yên ku di zindanan de dîl têne girtin, serî li ber zilmê netewandin. Darbeya siyasî ku di 4’ê mijdarê de li dijî vîna gel pêk hat, bi têkoşîna gel pûç bû. Li dijî darbeyê partiya me û gelê me li ber xwe didin. Vê pêvajoyê careke din nîşanî me da ku çareserî bi diyalog û muzakereyan pêş dikeve. Çareserî bi êrîş û zextên li dijî kurdan pêk nayê. Tecrîda girankirî ya li dijî Birêz Ocalan derhiqûqî ye. Ji ber ku birêz Ocalan aktorê sereke yê çareseriyê ye. Divê demildest ev tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan bê rakirin. Rakirina tecrîdê dê bêhnek mezin bide gelên Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê. Azadiya Brêz Ocalan dê rê li ber aştiya civakî veke.”AMED