4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pentagonê bersiva gefên li dijî hêzên xwe da

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Pat Ryder diyar kir ku hêzên wan li ser daxwaza Hikumeta Iraqê, li Iraqê ne û got; “Ti êrîşên li ser hêzên me, wê bê bersiv nemînin.”

Heftiya borî destpêkê serokê Tevgera Sedir, gelek rayedarên din yên Şîe yên Iraqê bang kirin ku hêzên Amerîka ji Iraqê derbikevin. Ji wê demê heya niha jî zêdetirî 20 caran êrîşî baregehên Amerîka yên li nav xaka Iraq, Herêma Kurdistan û Sûriyeyê hatine kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîka-Pentagon, Pat Ryder di daxuyaniyek çapemeniyê de balk kişand ser gef, êrîş û bangên rayedarên Iraqê ên ji bo derketina hêzên Amerîka ji Iraqê.

Pat Ryder got; “Em bangên ji bo derxistina hêzên me ji Iraqê dibihîsin, mayîna hêzên me yên li herêmê li ser daxwaza Hikumeta Iraqê ye. Ev jî bi armanca alîkariya hêzên Iraqê ye.”

Ryder li ser êrişên dema dawî de li ser hêzên wan tên kirin jî got; “Êriş wê bê bersiv nemînin û emê hêzên xwe bi parêzin. Di 26’ê Cotmehê (2023) de 26 êriş li ser hêzên me hatin kirin. Ji vane 3 êriş li Iraq û 5 êrişên din jî li Suriyeyê çêbûne. Hêzên me ji bo berjewendiyên hemûyan û rêgiriya serhildana komên çekdar herêmêne.”