21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îsraîlê li Şamê êrîşî Îranê kir: 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîlê, li paytexta Sûriye Şamê avahiya navenda çandê ya Îranê êrîşeke bombebaran kir. Di encama bombebaranê de sivîl jî di nav de herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest da.

Gef û êrîşên Îsraîl û Îranê yên li dijî li derveyî her du welatan berdewam dikin. Di saetên şevê de Îsraîlê, li taxa taxa Kefr Sûsa ya paytexta Sûriye Şamê ku lê avahîyên dezgehên ewlehî û îstixbaratê hene li dijî avahiya navenda çandê ya Îranê êrîşeke bombebaran pêk anî. Li vê taxê avahiyên dezgehên ewlekarî û îstixbaratê hene û berpirsên payebilind lê dijîn.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, der barê êrîşê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş saet di 00:22’an de ji aliyê herêma Golan a dagirkirî ve hatiye kirin û ragihand ku li Şam û derdora wê gelek sektor hatine hedefgirtin. Wezaretê, angaşt kir ku di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê, vê daxuyaniya wezaretê derewand û diyar kir ku bîlanço girantir e û da zanîn ku sivîl jî di nav de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî Çavdêriya Sûriyê, êrîşê li dijî avahiyek nêzîkî navenda çandî ya Îranê hatiye kirin û navendên ku milîsên Îranî û Hizbullahên Lubnanî lê ne hedef hatine girtin.

Hat diyarkirin ku ev êrîş êrîşa herî kujer a Îsraîlê ya li Şamê ye.