spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li herêma Firatê dibistan vebûn û perwerdeyê dest pê kir

Li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibistan ku ji ber erdheja li bakurê Kurdistanê hatibûn girtin, ji nû ve vebûn û dest bi perwerdeyê kirin.

Di 6’ê Sibatê de navenda wan li navçeyên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşê du erdhejên bi pîleyên 7.7 û 7.6 pêk hatibûn. Van her du erdhejan bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn û bûbûn sedem ku bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin. Her wiha ki ber van erdhejan jiyana hatibû asta rawestandinê û dibistan hatibûn girtin.

Li herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo parastina xwendekaran 641 dibistan hatibûn girtin. Di encamê de 64 hezar û 496 xwendekar ji xwendinê bêpar mabûn. Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê, biryar da ku dibistan jinûve bên vekirin û perwerde bê destpêkirin.

Ji ber erdhejê xisar li 13 dibistanên Kobanê ketibûn.