21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD û Amerîkayê serkirdeyekê DAIŞ’ê girtin

Amerîkayê, der barê geşedanên dawîn ên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyand ku bi HSD’ê re li dijî DAIŞ’ê operasyonek li dar xistine û serkirdeyekî DAIŞ’ê girtine.

Di 6’ê Sibatê de navenda wan Mereş du erdhejên mezin pêk hatin. Erdhejan bi bakurê Kurdistanê re bandoreke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da. Tevî rewşa xedar a ji ber erdhejê jî Tirkiye êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi van  êrîşên Tirkiyeyê re DAIŞ’ê jî liv û tevgera xwe zêde kiriye.

Li dijî vê liv û tevgera DAIŞ’ê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve operasyonên hevpar tên lidarxistin. Di operasyoneke ku di 16’ê sibatê de hat lidarxistin de li Dêra Zorê 2 DAIŞ’î hatin kuştin. Her wiha di vê operasyonê de DAIŞ’iyan jî li dijî hêzên koalîsyonê êrîşek pêk anîbûn û 4 leşkerên Amerîkayê birîndar kiribûn.

Operasyona li dijî DAIŞ’ê

Operasyonên li herêmê yên li dijî şaneyên veşarî yên DAIŞ’ê didomin. Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM), der barê operasyonan de daxuyaniyek da û ragihand ku di operasyoneke hevbeş a 18’ê sibatê de ligel HSD’ê li Dêra Zorê serkirdeyekî DAIŞ’ê girtine. Fermandariyê, hûrguliyên operasyonê jî parve kir û ev agahî dan: “Demjimêrên destpêkê yên roja 18ê Sibatê, Hêzên Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê û HSD’ê li rojhilatê Sûriyê operasyonek bi helîkopterê pêk anîn.”

Fermandariyê, da zanîn ku di operasyonê de serkirdeyê DAIŞ’ê yê bi navê “Batar” desteser kirine ku destê wî di planên êrîşên ser girtîgehên di bin kontrola HSD’ê de hebûye. Fermandariyê, diyar kir ku ji bo operasyonê planeke baş kirine û di operasyonê de tiştek bi kesên sivîl, hêzên HSD’ê û hêzên Amerîkayê nebûye.

Êrîşa mûşekî

Li aliyê din CENTCOM, da zanîn ku li Dêre Zorê bi du mûşekan êrîşî baregeheke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatiye kirin û der barê êrîşê de ev agahî dan: “Roja 18’ê sibatê saet di 20.28’an de du mûşek li nêzîkî gundê Sewz li bakurê rojhilatê Sûriyê ketin. Di êrîşê de tu ziyanên canî çênebûn û leşkerên amerîkî û yên hevpeymanan jî birîndar nebûn.”