6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li girtîgehan pirsgirêka ewlehiya navxweyî: Erdhej!

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, bertek nîşanî rêziknameyên girtîgehan da ku di wan de erdhej weke pirgsirêkeke navxweyî hatiye diyarkirin û got ku divê jiyana girtiyan bê parastin.

Erdhejên Mereşê yên di 6’ê Sibatê de çêbûn, li 10 bajaran bûn cihê karesateke mezin. Li bajarên ku bandor ji erdhejê girtin, mexdûrên erdhejê di şert û mercên dijwar de bi tenê hatine hiştin. Li gel vê fikarên ji bo girtiyên di girtîgehên li bajarên bandor ji erdhejê de girtine jî fikar zêde dibin. Piştî erdhejê li gelek girtîgehan serîhildan çêbûn û 3 girtî ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin. Ev yek fikarên raya giştî zêdetir kirin.

Binpêkirina mafê mirovan

Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen anî ziman ku bi erdhejê re hem malbat hem jî girtî qilqilîne û fikarên wan çêbûne. Çevîrmen got: “Ji lew re piraniya malbatên ku li herêma erdhejê xaniyên wan hilweşiyan û xizmên wan jiyana xwe ji dest dan. Girtîgehên li herêma erdhejê jî xesar dîtine. Yanî her du alî jî mexdûr bûn. Mixabin mafê jiyanê hat binpêkirin.”

Bêyî malbatan ew sewqkirin

Çevîrmen anî ziman ku piştî erdhejê pêwendî bi girtîgehan re nehatiye danîn û got ku gelek girtî bêyî ku haya malbatên wan jê hebin sewqî girtîgehine din hatine kirin.

Girtiyên nexweş

Çevîrmen destnîşan kir ku ji Girtîgeha Turkoglûyê gelek girtî sewqî girtîgehine hê înşeata wan temam nebûye hatine kirin û got: “Li girtîgehên Kirşehîr û Kirikkaleyê yên bi tîpa S’yê hê jî kantîn tune ne. Di nav girtiyên li Kayseriyê de girtiyên nexweş ên rewşa wna giran jî hene. Mesela, girtiyek di 16’ê Çileyê de ji qelbê xwe emeliyat bûye. Girtiyên li Kirşehîrê nikarin lazmatiyên xw epeyde bikin. Eşyayên girtiyan nedane wan.”

Girtî di hucreyên yekkesî de ne

Çevîrmen da zanîn ku girtiyên hatine sewqkirin di hucreyên yekkesî de tên girtin.

Rêziknameya girtîgehê

Çevîrmen destnîşan kir ku di rêziknameyên girtîgehan de erdhej wekî pirsgirêkeke navxweyî hatiye diyarkirin û got: “Ev, ne pirsgirêkeke navxweyî ye. Ev tiştekî têkildarî parastina mafê jiyanê ye. Demildest divê mudaxile lê bê kirin. Bi taybetî jî girtîgehên li herêma erdhejê, ketine halekî ku kes nikare tê de bimîne. Di demên wisa de mirov demildest hewl dide derkeve derve, lê li girtîgehan derî girtî ne. Lewma peydabûna fikaran ne tiştekî derasayî ye.”

‘Hûn bi tu awayî nikarin bikujin’

Çevîrmen diyar kir ku dîmenên qetilkirina girtiyan û îşkencekirina wan li ser medyaya sanal belav bûne û got: “Em wisa difikirin ku leşkeran ev dîmen girtine. Ji lew re sivîl nikarin biçin wir. Di destê girtiyan de tu amûreke ragihandinê tune ye. Niha der barê kesên ku bûne sedema van girtiyan de lêpirsîneke çawa tê birêvebirin? Pêvajo divê bi awayekî zelal bê kirin. Divê hemû berpirs bên eşkerekirin û bên cezakirin. Di tu şert û mercan de hûn nikarin girtiyan bikujin û îşkenceyê li wan bikin.”

Çevîrmen di dawiyê de anî ziman ku di rewşên karesatê de yên wekî erdhejê, divê jiyana girtiyan bê parastin û divê karesatên xwezayî wekî pirsgirêkeke ewlehiyê neyê hesibandin.

MA / Enes Beyaz 