10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran Xanim, deng û çirîkeyeke ji Rojhilatê

Ez ê dengbejeke jin a ji rojhilatê Kurdistanê bi we bidim nasîn. Navê wê Îran Abdulrehman e. Îran Xanim jineke xizan, kedkar bû lê bê tawîz û weke dildarê azadiya xwe jiya. Dengbêjeke jin li ser axa rojhilatê Kurdistanê geh bi êş û keser, geh bi xweşî û geşî jiyana xwe dewam kir. Li her du aliyên Kurdistanê jî hat naskirin. Staranên wê li bakurê Kurdistanê jî deng vedan.

Îran Abdulrehman di sala 1950-1951ê de li gundê Înkesûyê ya Bradostê ji dayik bûye. Ew  jineke dengbêja navdar a rojhilatê Kurdistanê ye. Navê wê ya nasnameyê “Îran Mucerd”e lê di warê hunerî de nasnava Îran Xan an jî Xanim bi kar aniye. Wê zarokî û ciwaniya xwe li gundê xwe derbas kiriye. Ji ber ku malbata wê li gund cotkar bû û derfetên jiyanê hêsan nebûn, ew dibe karguzar di maleke zengîn de bo ku bikarbibe alikariya malbata xwe bike. Di warê xebatên dengbêjiyê de qandî ku bavê wê “Abdulrehman” û dayika wê “Perîbîşan” jî alikarê wê bûn lê dîsa jî gelek astengî di jiyana wê ya hûneriyê de çêdibûn. Piştî zewaca xwe, bi mêrê xwe Seîd re li gundê Somanawayê warnîş bû ku di vê hevjiyînê de keçek û du kurên wan çêbûne.

“Îran xanim yekemîn dengbêja jin e li rojhilatê Kurdistanê stran û dengbêjiyê bi zaravaya kurmancî gotiye û berhev kiriye”

Radyoya Ûrmiyeyê

Di sala 1969’ê de radyoya Ûrmiyê, Tehran û Kirmanşanê, bi zimanê kurdî zaravaya kurmancî ya heftane nîv saet – du saetan dest bi weşanê kir.

Îran Xanim ji ber ku bernas e û li wir tê naskirin, li ser daxwaza hin dengbêjên mîna Hamîd Yusufî, Mustafa Alîzade, Bre (Îbrahîm Newrozî) di sala 1971’î de di Radyoya Ûrmiyê Beşa Kurdî de bi awayekî fermî dest bi xebata dengbêjiyê kir û bi desteka hevjînê xwe xebatên xwe yên dengbêjiyê berdewam kir.

Ji sala 1971’î ta 1979’an, mehê du caran ji bo tomar û qeyda stranê diçû radyoyê.

Hin ji stranên wê gotine: “Arifo Lawo, Bajo Emirê Min, Bavê Lalo, Delal Ez Bi Heyran, Delal Lo, Delalê Malê, Dilê Min Loy Loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo Rabe, Kurê Xelqêyo delal, Lê Lê Yemman(Domamê), Şerê Cezo û Salihbegê, Yar Gewrê” û çendên din.

Li gor pêşbînî û hin kesên di wî warê de, di 31 saliya xwe ya xebatên dengbêjiyê de, Îran Xanim zêdetir ji 100 stranan wê bixwe çêkirine.

Rewşa piştî şoreşa Îranê

Hevjînê wê “Seîd” di wê demê de dixwaze zewaca duyem bi jineke din re bike. Ew dibe sedema arîşe û rewşeke necur ji bo Îran Xanimê, ew bûyer dibe sedema ku Îran Xanim dest ji zarok, mal û hevjînê xwe berde û gund bihêle. Ew heyamekê li cem bavê xwe dimîne û paşî bi kesekî bi navê Dadaş Nasirî re dizewice û li bajarê Tehranê warnîş dibin. Pîştî 3 salan ji wir diçin bajarê Dilmaqanê û 15 salan jî li wir dimînin. Pişt re vedigerin Kurdistanê û Serheda Rojhilatê, li bajarê Ûrmiyê warnîş dibin. Ji ber rewşa siyasî, aborî û jiyana taybet jî, derfetên jiyanê zor û zehmet derbas dibe. Lew ew û hevjînê xwe her li Ûrmiyê dikanekî digirin debara xwe dikin.

Di wê demê de û bi sedema rejîma nû û pergala wê, derfetên hunerî gelek qels bibûn bi her awayî. Lê Îran Xanim serbarê hemû astengî û zehmetiyên heyî jî lê dîsa dengbêjiya xwe berdewam dike, ji tirsa rejîmê, bi avayekî veşartî dengên xwe tomar dike û hin bandên xwe dişîne Bakurê welêt û li vir dide weşandin.

Ew dibe delîveyeke jî ku li bakurê Kurdistanê bê nas kirin û hez kirin, bi rêzdarî deng û dengbêjiya Îran Xanimê dihat pêşwazî kirin.

Mixabin di 10’ê gelawêja 2001’î de Îran Xanim li gorî raporên bijîşkên nexweşxaneya Ûrmiyeyê, Îran Xanim jî mîna Şikoyê Hesen û Mihemed Omer Osman jiyana xwe bi destê xwe dawî kiriye her çiqasî nayê bawerkirin jî lê tiştê ku hatiye dîtin wê xwe dared kiriye û xwe kuştiye. Kesên nêzîk ji wê ji kurê wî Dadaş Nasirî guman kirine lê rapora bijîşk ew mijar bi yek carî girt û bo taheta kurd deng û rengekî din ji dest da.

Îran Xanimê jî mîna gelek jinên kurd jiyaneke bi jan û azar derbas kir. Giyanê wê û hemû jinên kedkar ên kurd şad û aram bin.