17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“i”yek beriya “y”yê ye… …ne wekî “i”ya xelkê ye

Amed Çeko Jiyan

Wê çenda hanê gundiyê min mamoste Merdan Newayî li ser Twitirê tiştek parve kiribû ku tê de wêneyekî hejmareke kevin ya rojnameya Cumhuriyetê hebû. Bala min ji naveroka parvekirinê bêtir çû ser wêneyê wê rojnameyê.

Ew wêneyê rojnameyê wekî vî wêneyê min ji înternetê peyda kirî ji wan salan bû ku tirk hê derbasî alfabeya latînî nebûbûn. Tişta di wî wêneyî de balkêş, navê rojnameyê bû ku wekî bi alfabeya kurdî ya bi tîpên erebî, beriya “y”yê “î” tune bû.
Ez ne pisporê alfabeya tirkî ya kevin im, lê wekî di wêneyê rojnameya Cumhuriyetê de xuya dibe, di alfabeya tirkî ya kevin de di navbera “r” û “y”ya Cumhuriyetê de ti tîp nedihate nivîsandin. Min paşê li ser înternetê li nivîsandina hin peyvan ya bi wê alfabeyê û alfabeyên erebî û farisî nêrî. Di hemûyan de jî beriya “y”yê “î” nayê nivîsandin.
Lê bêguman ev nayê wê wateyê ku di zimanên tirkiya kevin, erebî û farisî de Cumhuriyet wekî “cum-hur-yet”, Sûriye wekî “Sûr-ye”, Diyarbekir wekî “D-yar-bekr” dihat xwendin.
Lê gelo çima tirkan berê “Cumhuryet” dinivîsand û bi bikaranîna alfabeya latînî re Cumhuriyet dinivîsin?

Ev pirs li ba me kurdan jî heye û bersiva wê cudabûna alfabeyan e. Ji ber ku di “y”yê bi xwe de dengê “î” heye, di alfabeya erebî de hewce nake ku du “y” li pey hev bên nivîsandin. Lê di alfabeya tirkî ya latînî de rewş cuda ye û beriya “y”yê “i” tê nivîsandin ku ev “i”ya tirkî her çend wekî ya kurdî ne dirêj be jî em dikarin bibêjin beramberî “î”ya kurdî ye.

Li gorî nêrîna min tevliheviya di mejiyê kurdan de ya derbarê “i”ya beriya “y”yê de ji bingeha xwe ve têkildarî tirkî ye. Bi gotineke tekûztir; guneh li stûyê kurdîzanên (!) pisporên tirkî ye.
Di alfabeya kurdî (latînî) û ya tirkî (latînî) de gelek tîp hene ku wekî hev tên nivîsîn û ji bilî hin ji wan hinan, piraniya wan wekî hev tên xwendin. Ez dixwazim ji nav wan balê bikişînim ser tîpên dengdêr.

Heta beriya çendekê jî min gelekî meraq dikir ka çima hin kurd li şûna kurd, kûrd; li şûna Kurdistan, Kûrdistan; li şûna gund, gûnd; li şûna gul, gûl dinivîsin. Lê paşê min fêm kir ku mesele “nezanîna alfabeya kurdî û zanîna alfabeya tirkî” ye. Ango ji wan we ye ku “u”ya kurdî û “u”ya tirkî wekî hev tên xwendin û awayê ew dinivîsin (li gorî vê zanîna wan) awayê rast e. Lewre kurd û Kurdistan ne bi “u”ya tirkî tê bilêvkirin.
Em dizanin “u”ya tirkî beramberî “û”ya kurdî ye û “i”ya tirkî jî beramberî “î”ya kurdî ye û tirkek yan jî tirkîxwênekî kurdînexwên wê “Kurdistan”a bi alfabeya tirkî hatî nivîsandin bi dengên kurdî wekî “Kûrdîstan” bixwîne. (Her wekî “Diyarbekir”ê wekî “Dîyarbekîr” dixwînin).

Yanî ew kesên “kûrd, Kûrdistan, gûnd, gûl” dinivîsin, vê “û”yê bi taybetî dinivîsin ku cudahiya wê ya ji “u”ya tirkî diyar bikin. Rewşeke wekî vê rewşê carê di nivîsandina “a”yê de jî xuya dibe. Berevajî zanîna giştî, “a”ya kurdî û “a”ya tirkî ji hev cuda tên bilêvkirin.
Şarezayên zimanê tirkî baş dizanin ku di tirkî de “berf” û “qezenc/kar” ne bi heman “a”yê tên nivîsandin û tirkan demekê ji bo diyarkirina vê cudahiyê kumik datanîn ser “a”yê. Va ew “a”ya tirkî ya bikum (â) beramberî “a”ya kurdî ye. Loma mirov hê jî rastî hindê tê ku hin kes li şûna “lal bûn” dinivîsin “lâl bûm”.

Piştî van destnîşankirin û cudahiyan êdî em werin ser meseleyê.
Beriya derbasî alfabeya latînî bibin kurdan jî tirkan jî “جومهوریت” (c u m h u r y t) dinivîsand, ango di navbera “r” û “y”yê de ti tîp tune bû. Ji ber ku jixwe di “y”yê de dengî “î” heye, dubarekirin ne hewce bû. Lê piştî ku tirk derbasî alfabeya latînî bûn wan dest pê kir beriya “y”yê “i” binivîsin.

Ez carê difikirim, gelo pêşniyara “î”ya beriya “y”yê ya di nav kurdan de ji çavlêkirina tirkan e? Heke wisa ye, divê mirov bi bîra wan bixe ku tîpa “i” di kurdî û tirkî de ne wekî hev tên bilêvkirin û “i”ya kurdî ji “ı”ya tirkî cudatir e. Ev problema ji ber vê cudahiyê diqewime di navê Amedê de jî problemeke mezin derxistiye ku “I”ya latînî (ji ber nezaniyê) wekî “i”ya tirkî tê qebûlkirin û di ser de jî beramberî wê “î”ya kurdî datînin û navê “Amedê” wekî “Amîd” belav dikin.

Dibe ku hin tîp û dengên hin alfabeyan û zimanan wekî hev bin, lê hin tîp û deng di alfabeyekê yan zimanekî de heye û di ya din de tune ye.
Min li jorê bi mînakan nîşan da ku hemû tîpên wekî hev tên nivîsandin di hemû zimanan de ne wekî hev tên xwendin û divê em di nîqaşên têkildarî “î”ya beriya “y”yê de cudahiya “i”ya kurdî û “ı”ya tirkî û bandora “ı”ya tirkî ya li ser “y”ya piştî wê û taybetiya “i”ya kurdî li ber çavan bigirin.
Di meseleya “î”ya beriya “y”yê de çareserî têgihîştina taybetiya “i”ya kurdî ye. Ev tîp ku hebûn û nebûna dengê wê pir nediyar e, di alfabeya kurdî ya Başûr de nayê nivîsandin. Ya rast berê bi temamî wisa bû. Lê niha ew tevliheviya ji ber “zanîna bi tirkî” li wirê jî xuya dibe. Di çend salên dawiyê de bi saya serê kurdên ji Bakur çûne li Başûr bi cî bûne, bi taybetî li deverên behdînîaxêv hewla nivîsandina “î”ya (ango “y”ya) beriya “y”yê heye ku ev tevlihevî ji wêneyê malpera Êketiya Nivîserên Kurdî, Tayê Dihokê diyar e. (Li jorê “ئێکه‌تیا” (Êketiya) lê li jêrê “ئێکه‌تییا ” “Êketîya”).
Di alfabeya kurdî ya Başûr de tîpeke beramberî tîpa “i” ya alfabeya kurdî ya Bakur tune ye lê ew deng heye û bi soranî dibêjinê tîpa “bizroke” ango winda.
Gava li Başûr “بزرۆکە” (b z r o k e) dinivîsin ne wekî “biziroke” lê wekî “bizroke”; gava “مردن” (m r d n) dinivîsin ne wekî “miridin” lê wekî “mirdin”; gava “کوردستان” (k u r d s t a n) dinivîsin ne wekî “Kuridistan” lê wekî “Kurdistan” bi lêv dikin. Her çend di nivîsandinê de diyar nabe ka ew dengê “i”yê li ku derê heye û li ku derê tune ye, di bilêvkirinê de diyar dibe.
Ji ber ku di alfabeya tirkî ya latînî de tîpeke wekî “i”ya kurdî tune ye û bandora “ı”ya wan xurt û diyar e, ew beriya “y”ya Cumhuriyetê (û “y”ya peyvên din yên di vê rewşê de) bi alfabeya xwe “i” (bi alfabeya me “î”) dinivîsin.