spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirov bi civakbûnê dibe mirov

Jiyana her zindiyekî/ê li ser esasê pêdiviyên jiyanê pêk tê. An jî ajoyên hundirîn ên jiyanê şêwazên jiyana zindiyan dide avakirin. Ji bo vê yekê mirov dikare bibêje prîmat derbasîbûna klanê ferzkirina jiyanê ye. Teşebûyîna ferzkirina jiyanê dibe heqîqeta wan zindiyan. Her zindî çiqas li gor heqîqeta xwe tevdigere ewqas dibe xwebûn. Her jiyan ku li ser esasê xwebûnê pêk were wateya jiyanê derdikeve holê.

Guhertin û veguhertina di nav gerdûnê de ferz dike ku prîmat jî bikevin nav hewldana lêgerîna berdewamkirina jiyana xwe. Ew şert û mercên ku di gerdûnê de ava dibin jiyana gelek zindiyan dide guhertin. Gerdûn, li vir şûnde wek kom jiyan e, prîmatan ferz dike. Ji ber ku ew şertên derketine holê bi tena serê xwe jiyanê pêkan nake. Ji bo vê yekê em dibêjin ji bo destpêkê jiyana bi komî ne tercih û bi awayekî zanebûne, ferz kirina jiyanê ye.
Tişta ku mirov bi awayekî berfireh li ser bisekine yek jî jê ew e ku kombûna ku ji bo miravahiyê dibe heqîqeta mirovahiyê bi pêşengtiya jinê û li derdora jinê derdikeve holê ye. Baş e çima pêşengtiya jinê? Divê bersiva vê pirsê bi awayekî berfireh were dayîn. Di nav zindiyên gerdûnê de zindiyên herî ciwan mirov in. Bi şîroveyeke din di xeleka zindîbûyînê de xeleka herî dawîn e. Ev taybetmendiya dibe sedem ku taybetmendiyên hebûna zindiyên beriya xwe jî di xwe de bihewîne. Di aliyê anatomiya mirov de jî gava mirov lê mêze dike rêzkirina atomên ku gerdûnê avakiriye bi dewlemendiyeke herî zêde di fizîka mirov de jî xwe derdixe holê. Di nav fizîka mirov de jî ev taybetmendî herî zêde di fizîka jinê de derdikeve pêş. Dibêjin rêzkirina atoman a herî nêzî gerdûnê dîsa di fizîka mirovan de dertê holê. Di fizîka mirov de jî fizîka jinê bêtir nêzî gerdûnê ye. Xwebûna jinê di aliyê anatomîk de bêtir nêzî gerdûnê ye. Lewma ji bo guhertin û veguhertinên gerdûnê bêtir xwe dikare biguherîne. Ji ber ajoya bi zêdebûnê xwe berdewamkirin li hember jiyanê berdewankirin bi hestiyartir tevgerandinek derdikeve holê. Dibe ku mirov sedema yekî wek hestiyariya jinê ya li hember jiyanê hilde dest. Sedema duyan jî ji ber ku jin hewcetiyê di xwedîkirina zarokên xwe de dibîne. Wan şert û mercan de prîmat bi tena serê xwe nikarin jiyana xwe berdewam bikin. Baş e, dê li gor wan şertanê jiyanê çawa berdewam bike? Ji ber ku jin li hember jiyana zarokên xwe berpirsyar e, lewma jin jî dikeve nav hewldana berdewamkirina jiyana zarokên xwe. Li derdora xwe komekê li hev dicivîne. Me li jor jî anîbû ziman ev tevgerandina zêdeyî bi hestên ajoyî pêk tên. Ev hestên ajoyî ji bo qewmê mirovan hemî dibin pîvan û rêgezên jiyana mirovan êdî.

Ji ber ku jin di aliyê anatomîk de jî zêdetir nêzîkê gerdûnê ye, bi berpirsiyarî tev digere. Tevgera bi berpirsiyar dîsa ji aliyê jinê ve bi pêş dikeve. Jixwe tiştek nû avakirin bi nêzîkatiyeke bi berpirsiyar derdikeve holê. Berpirsiyarî, hîskirin û ferqkirin e. Hîskirin û ferqkirin ku nebe hewldana lêgerîna jiyanê jî dernakeve holê. Ji bo ku jin van hestan di xwe de dihewîne lewma bi awayekî xwezayî dibe pêşenga jiyana mirovahiyê.

Ji bo mirovan demeke nû destpê dike. Di jiyana mirovan de teşeya jiyana bi komî, derdikeve holê. Ji vir û şûnde êdî teşeya jiyanê ji prîmatan derbasî jiyîna wekî mirovan dibe. Bi pêşengtiya jinê û bi hewldana jinê avakirina koman, bi xwe re bingeha civakbûyînê ava dike. Çiqas li gor civakbûyînê tevdigere ewqas dibe mirov. Civakbûn heya niha weke ku di xwezayê de hebûneke xwezayî hebe hatiye hînbûn. Civakbûn bi keda jinê tê înşakirin. Ew tişta ku tê înşakirin qewmê mirovan ji metirsiya tunebûnê derdixe hebûnê. Ji vir û şûn de hebûna mirovan li ser esasê civakbûnê pêk tê. Ji bo vê yekê em dibêjin heqîqeta mirov civakbûna mirov e. Mirov çiqas li gor pîvanên civakbûnê tevbigere ewqas dibe mirov. Ji bo qewmê mirov civakbûn mercê hebûna mirov e.